AGIRÎ - Fatma Ozbay ku nexweşa penceşêrê bû û tehliyaya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, wiha got: “Girtîgehê nêzî salekê nexweşiya min ji min veşart. Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Di beşa lênihêrtina awarte de jî di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû.”
Tehliyeya nexweşxa penceşêrê Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, di 15’ê Gulanê de ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Fatma Ozbay, têkildarî pêvajoya li girtîgehê, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û binpêkirinan axivî.
Fatma Ozbay, da zanîn ku 7 sal berê teşhîsa penceşêrê pêsîrê ji bo wê hatiye kirin û got: “Beriya teşhîsê, nexweşiyeke min a cidî nebû. Lê di malbata min de nexweşiya penceşêrê hebû lewma ez çûm nexweşxaneyê. Jixwe şert û mercên girtîgehê baş nîni. Xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet e. Girtiyan, bi hincetên weke ‘leşker nînin, rîng tune ye’ nabin nexweşxaneyê. Lê belê dema dikevin nav nivînên mirinê, wê demê dibin. Ji ber israrên min, ez birim Nexweşxaneya Herêmê ya Erziromê. Bijîşkan li min nihêrtin û gotin ‘Tu tiştekî te tune ye.’ Lê dilê min rehet nebû û min jê xwest tetkîkan bikin. Li ser vê yekê tetkîk kirin û beriya encam derkevin ez dîsa birim girtîgehê.”
ÎDAREYÊ MEHEKÊ NEXWEŞIYA WÊ JÊ VEŞART
Fatma Ozbay, diyar kir ku tetkîkên wê ji îdareyê re hatine şandin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê hay ji tetkîkan dibe lê bi min re parve nekir. Bi ser re mehek derbas bû û piştre ez birim beşa onkolojiyê. Bijîşk ez muayene kirim. Min pirsa ‘Tu çima min muayene dikî?’ jê kir. Ji min re got; ‘Hûn nexweşa penceşêrê ne. Jixwe niha bijîşkê we ji we re gotiye.’ Cara ewil li wir hîn bûm ku ez penceşêr im. Ji nişka ve hîn bûm û got ku divê emeliyeta bibim. Piştre ez dîsa şandim girtîgehê. Di meha Çileyê de çûm nexweşxaneyê û di Gulanê de jî emeliyat bûm.”
LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ BIRIN DADGEHÊ
Bi domdarî Fatma Ozbay wiha qala pêvajoya piştî teşhîsê kir: “Piştî teşhîsê, li şîna ku min bibin nexweşxaneyê, ji ber dozeke ji hêla Dadgeha Înfazê ve hatibû vekirin, birin danişînê. Ji bo min cezayê disiplînê dihat xwestin. Ev bûyer, nêzikatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyeke nexweş radixe ber çavan.
Dema haya min ji nexweşiya min bûyî, êdî derbasî asta 3’yemîn bûbû. Çîroka min a esasî jî ji vir ve dest pê dike. Dema ji bo emeliyatê ez anîm nexweşxaneyê, nebirin cem bijîşkê ku digot divê were emeliyatkirin, birin cem bijîşkekê din. Wî bijîşkî jî got; ‘Kê teşhîs kiribe bila ew bike.’ Piştre birin cem bijîşkekî din. Wî jî qebûl nekir. Biqasî 2 saetan li wir hatim gerandin. Di dawiya dawî de bijîşkekî ciwan qebûl kir. Dema ji bo emeliyatê anîn nexweşxaneyê, ez birim cihekî wisa ku sepanên ji bo kotîbûyiyan hebûn. Di mercên wê pir xerab bûn. Heta ev rewş bi tena serê xwe têrî xerabûna psîkolojiya mirov dike.”
DI DEMA EMELIYATÊ DE DESTÊN WÊ KELEMÇEKIRÎ BÛN
Di berdewamê de Vatma Ozbay, ev tişt anî ziman: “Du roj piştre ez birim emeliyatxaneyê. Dema birin emeliyatê, kelemçeyên min dernexistin. Destên min bi sedyeyê ve kelemçe kirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Dema dê bihatima emeliyatkirin, leşkerek kete hundir. Min jî pirsa ‘leşker çima hat?’ jê kir. Gotin; ‘ji bo ewlehiyê.’ Jixwe her kes dizane ku li emeliyatxaneyê ne pac heye ne jî tiştekî din. Jixwe leşker li ber derî ne. Ew jî bes nekir ku îcar têketin hundirê emeliyatxaneyê. Heta ku bi ser hişê xwe ve hatim jî di destê min de kelemçe hebûn û leşker li emeliyatxaneyê bû. Dema ez ji emeliyatxaneyê hatim derxistin, birin beşa lênihêrîna awarte. Li wir jî destên min kelemçekirî bûn. Di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû. Rojekê li vir mam û piştre dîsa birin wî cihê ku jê re dibêjim cihê kotîbûyiyan. Destên min kelemçekirî bûn û nehiştin tu refeqetvan bên cem min.”
'BIRINA NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCEYEKE CUDA YE’
Fatma Ozbay, wiha qala pêvajoyên birina xwe ya nexweşxaneyê jî kir: “Jixwe birin û anîna nexweşxaneyê îşkenceyeke cuda ye. Destên te her tim kelemçekirî ne. Bi rîngê dibin. Her çar aliyên vê wesayîtê bi hesinan girtî ye û biqasî kursiyek tenê tê de cih bigire fireh e. Heta tu nikarî lingên xwe jî dirêj bikî. Mîna gorê ye. Anku di gorê de diçî nexweşxaneyê û têy. Dema ji nexweşxaneyê tînin girtîgehê jî lêgerîn tê kirin. Piştre ji cîhazê X-Rayê re derbas dikin. Piştre jî derbasî hundir dibî. Dema dikevî hundir, dîsa lêgerîn tê kirin. Bifikirin ku heta nava pora we jî dinêrin. Dema min kemoterapî di dît, pora min tune bû lê dîsa jî lêgerîn dikirin.”
'TÊKOŞÎNA HEYÎ ÎKTÎDARÊ NADE ZORÊ’
Fatma Ozbay, anî ziman ku mercên nexweşxaneyan girtiyan nexweş dikin û got: “Divê ev merc bên başkirin. Erê rast e ji bo girtiyên nexweş xebatek heye lê ne di wê astê de ye ku îktîdarê bide zorê. Divê xebatên xurtir bên kirin. Divê ev têkoşîn bikare dorpêça li ser girtîgehan hilweşîne. Divê her kesên xwedî dil û wijdan hay ji tiştên li girtîgehan diqewimin hebe. Ji bo vê divê tiştek bê kirin. Sûc çi dibe bila bibe divê bi hestên tolhildanê nêzî girtiyan nebin. Ez derketi lê niha bi sedan girtiyên nexweş hene. Di serî de Wezareta Dadê, divê hemû saziyên têkildar di vê mijarê de berpirsyartiyên xwe bicih bînin.”
FATMA OZBAY KÎ YE?
Fatma Ozbay, di sala 1998'an de li Şirnexê hate binçavkirin û DGM’a Amedê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê darvekirinê lê birî. Cezayê hatiye dayin veguherandin cezayê muebbetê. Fatma Ozbay, li gorî rêzê di girtîgehên Midyad, Baybûrt, Erzirom û Şakranê de ma. Fatma Ozbay ku 28 salan di girtîgehê de ma, di sala 2018’an dema li Girtîgeha Erziromê teşhîsa penceşêra pêsirê jê re hate kirin. Ji ber penceşêrê, pêsîra wê jê kirin. Her wiha ji ber bandora kemoterapiyê retînaya çavê çepê yê Fatma Ozbayê çiriya û tedawiya lazerê bû. Di vê navberê de li ser çavê wê yê rastê çiniyên reş çêbûn û nexweşiya raşîtîzmê dest pê kir. Her wiha li ser mêlak û pişika wê piniyên reş hatin tespîtkirin. Her wiha nexweşiya mîgrena kronîk a Fatma Ozbayê heye.
MA / Omer Akin