AMED - Kesên duh tev li bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyeke birûmet ew ê têkoşîna xwe bibiryar bidomînin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn duh bi beşdariya bi hezaran kesan li Qada Şêx Seîd a Amedê hatin bibîranîn. Ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes tev li bîranînê bûn û biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşînê raber kirin.
‘DIVÊ TENÊ ALIYEK GAVAN NEAVÊJE’
Meyase Korkmaz ku ji Rihayê ji bo bîranînê hatibû Amedê, diyar kir ku Altûn û Kaytan 50 salan têkoşiyane û got: “Em ê şopdarên têkoşîna wan bin. Em li bendê ne ku dewlet jî gavên baş biavêje. Heke gavan neavêjin, tu tiştek çareser nabe. Dema her du aliyan jî gav avêtin dê aştî çêbibe. Heke aştî çêbibe jî li Komara Tirkiyeyê hem Kurd hem jî Tirk dê azad bibin.”
‘EM JI BO BÎRANÎN Û AŞTIYÊ LI QADAN E’
Suheyla Akalin ku ji Nisêbîn a Mêrdînê hatibû jî got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Suheyla Akalin, got: “Em naxwazin dayika tu kesan bigirî. Em dixwazin edalet û aştî çêbibe. Ji bo aştiyê jî divê dewlet gavan biavêje.”
Emîne Alkiş a ji navçeya Silopiyayê hatibû Amedê jî got; “Em ji bo bîranîna nemirên gelê Kurd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li qadê ne” û wiha domand: “Çawa ku Rêber Apo peyama aştiyê ji cîhanê re parve kiribe, divê hemû dinya jî bersivê bide vê bangê. Em dixwazin ziman û nasnameya me were qebûlkirin. Bila dev ji komkujiyan berdin û girtî bên berdan.” Rihan Arslan a ji Silopiyayê hatibû jî xwest hemû dayik bi destên hev bigirin û têkoşîna aştiyê xurt bikin.
Osman Yildirim jî ji Erziromê hatibû û got ku ew ji bo aştiyeke birûmet li qadê ne û xwest girtiyên siyasî bên berdan.
XWIŞK Û BIRAYÊN FERHAT KURTAY
Rabîa Kurtay û Ferît Kurtay ku birayê wan Ferhat Kurtay di 17’ê Gulana 1982’yan de li dijî zilm û îşkenceyê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandibû jî tev li bîranînê bûn. Rabîa Kurtay, got: “Kezeba me şewitî lê bila êdî kezeba tu kesan neşewite. Her kes bi ziman û xaka xwe ji dayik bûye. Bila kesek nemire. Bila aştî bibe û dayik êdî negirîn. Me bedelên giran dan û em li pişt wan bedelên xwe ne.”
Ferît Kurtay jî ev tişt anî ziman: “Ev bîranîn, hevrûbûna pêwîstiya bi aştiyeke civakî ya piştî têkoşîna 43 sala ye. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelê Tirk dema bidawîbûna êşan û avakirina aştiyeke civakî hatiye. Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn... Ev têkoşîn dav bi dav rêsandin û anîn vê rojê. Li ser navê mirovatî û xwişk-biratiyê hêvî mezin kirin. Divê em xwedî li aştiyê derkevin û têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane mezin bikin. Em ê layiqê wan bijîn. Em dixwazin agirê Ferhat û hevalên wî vêxistiye, bi aştî, xwişk-biratî û hezkirinê mezin bikin.”