Malbata Atûg ku 23 sal in li xizmên winda digerin: Bi serbilindî biçin ser sindoqê

  • rojane
  • 09:22 23 Hezîran 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Malbata Atûg ku 23 sal in ji bo aqûbeta 5 xizmên xwe yên hatin windakirin tev digerin, îşkenceyên wê demê bi bîr xist û got: "Malbatên zarokên wan windabûyî û li hestiyên wan digerin bila bi serbilindî biçin ser sindoqê." 

Xizmên Şukru Demîr, Abdûlkadîr Demîr, Emîn Atûg, Hiznî Bîrmen û Abdulkadîr Atûg ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li gundê Kerşafê yê Midyada Mêrdînê hatin windakirin û ji wê rojê de xeber ji wan nayê stendin, derbarê hilbijartinê de axivîn. Fatma Atûg a 80 salî tevî keça xwe Zekiye ku 23 sal in bênavber li aqûbeta hevjînê xwe Abdûlkadîr Atûg û 3 xizmên xwe yên windayî dipirse, destnîşan kir ku ew ê roja hilbijartinê bi serbilindî biçin ser sindoqê. 
 
Fatma Atûg, diyar kir ku wê demê qereqolê bi hinceta "îfadeya we heye" gazî hevjînê wê, 4 xizmên wê û keyayê gund kiriye, lê belê ji bilî keya heta niha xeber ji ên din nayê stendin. Atûg, da zanîn ku piştî vê rewşê cerdevan û leşkeran tev de avêtiye ser gund û got: "Bi panzêran gund guleberan kirin. Zarokên min biçûk bûn. Destên xwe dan newqan wan û gotin 'Em ê bi qamyonan cesedan ji vir derxînin.' Li ser kursiyê bi darekî li serê min dan. Li qada gund zilamên gund bi awayekî dijwar îşkence kirin. Nedihiştin kes ji gund derkeve. Hin kesan got hevjînê min û xizmên min birine qereqola li midyadê, lê belê me tu xeber ji wan negirt." 
 
‘EM WINDAYAN JI BÎR NEKIN Û WISA BIÇIN SER SINDOQAN' 
 
Atûg ku got "Em kurd in. Heta em sax bin em cenazeyên xwe yên komî û hestiyên ku ji me veşartine ji bîr nekin." bang li rayedaran kir ku, tekane daxwaza wan ew e ku hestiyên wan bidin wan. Atûg, bilêv kir ku tiştên hatine serê wan ew ê ji bîr nekin û ew ê wisa biçin ser sindoqan. Atûg got: "Xwedî li sindoqan derkevin. Em ê hestî û cenazeyên xwe yên windakirî ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin." 
 
‘EM 22 KES KETIN SERŞOYA MALÊ' 
 
Zekiye Atûg jî diyar kir ku ew wê dema ku bavê wê hatiye windakirin qet ji bîr nake û dema wê çaxê avêtin ser gund ew 22 kes ketine serşoya malê. Atûg, bilêv kir ku ew heta sibehê di serşoyê de mane û got: "Yên di nav me de gelek jê zarok bûn. Ji ber em ji dengê topan ditirsiyan, me nikaribû nimêj jî bike. Leşker û cerdevanên ku bi zorê derî şikandin û ketin hundur gotin 'çima tiştek bi vê malê nehatiye.' Xwişka min a ku heywan birin çêreyê û vengeriya ji diya min pirsîn û gotin 'keça te li kuderê ye.' Dema diya min got ew nizane, bi daran li serê wê xistin. Hemû kesên di serşoyê de derb kirin. Her roj davêtin ser me. Ji bo ev bûyer neyê bihsîtin, xwestin em malê biselihînin. Bi lêdanê mal bi me dan çêkirin." 
 
‘BI SERBILINDÎ BIÇIN SER SINDOQÊ' 
 
Atûg, anî ziman ku ligel ev qas qewimînan jî wan dev ji lêgerîna ji bo windayên xwe bernedaye û bi salan e ew li benda xeberekê ne. Atûg, diyar kir ku wan ji bo windayên xwe gelek caran hewl da daxwaznameyan binivîsînin, lê belê tim ji wan re hatiye gotin ku ew 'terorîst in' û nehiştine daxwaznameyê binivîsînin. Atûg, anî ziman ku zarokên wê yên niha mezin bûne jî hay ji vê rewşê hene. Atûg, destnîşan kir ku feraseta serdema Tansû Çîllerê ku di dema wê de gelek kiryarên nediyar çêbûn hîn jî didome û got: "Xwestin kurdan tune bikin. Lê nikaribûn. Loma divê em tiştên hatin serê me ji bîra nekin. Divê kurd hişyar bibin. Bang li malbatên zarokên wan windayî û li hestiyên wan digerin dikim; xwedî li sindoqan derkevin, dema hûn çûn ser sindoqan bi serbilindî biçin." 

Sernavên din

24/06/2018
10:36 Gelê Amedê diherike ser sindoqan
09:51 Dayika 107 salî dengê xwe da
09:44 Hevserokê HDP'yê Temellî dengê xwe da
09:38 Cerdevanan peywirdarên sindoqan yên HDP’yî asteng kirin
09:16 Başak Demirtaş dengê xwe da: Dê gelek tişt biguherin
09:02 Dengdayinê destpê kir
08:53 Mezûnên MSGSU'yê: Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin
08:52 Cotkar: Êdî em îdare nakin
08:52 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN
23/06/2018
17:27 Wê Bûldan li Sûltanbeyliyê dengê xwe bide
16:59 Wan bû lehî û herikî qada mîtîngê
15:36 AKP’îyên çûn serdana malbatên girtî yên HDP’î: Deng bidin bila bên berdan
15:26 Xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Bulut bê berdan
15:17 24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat
15:16 Îdîaya leşkerê bi zorê leşkertî dikir, întîxar kir
14:27 HDP, ji roja mezin re amade ye
14:26 Dayîkên Şemiyê: Bila hemû kes dengê ji bo edalet û demokrasiyê bidin
14:21 Bi deh hezaran kes ji bo Demîrtaş diherikin Qada Gundogduyê
13:50 Tirkiye di dîroka xwe de kampanyaya hilbijartinek wiha nedît
13:33 Bi deh hezaran Wanî ber bi qada mitîngê ve diherikin
13:20 YSK rojekê biryarê dide rojekê paşve dikişîne
13:12 Li Sîweregê, muxtar gefên ‘neyên ser sindoqan’ dixwe
13:08 HDP li Sêrtê du malbatên xisûmetî li hev anî
12:53 Çewlig ji hilbijartinê re amade ye
12:35 Welatiyê Sûrê: Li şûna di TOKÎ de bijîm ezê di konan de bijîm
12:34 ‘Divê gel dengên xwe biparêzin’
11:16 Parêzerê Pirsûsê: Bi parçekirina dîmenan bûyerê aloz dikin
11:15 Li Amedê 11 hezar û 500 kes dê sindoqan biparêzin
10:43 Li Îdirê 12 hezar hilbijêr dê bibin ser sindoqan
10:27 Li Enqereyê operasyona hilbijartinê
10:16 Jinên HDP’î şahî li dar xistin
10:15 Hozan Canê hat binçavkirin
10:15 Bi telefonan gef li peywirdarê sindoqan yê Erziromê xwarin
10:07 480 çavdêrên navnetewî dê ewlehiya sindoqan pêk bînin
09:59 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:53 Çalakiyên der barê jinan de bûn sûc
09:53 ‘Dema rêwikirina qeyûm hatiye’
09:25 Tecrîda li ser Ocalan: Hindik maye têkeve rêya bêveger
09:24 HDP, DBP û KCD'a Êlihê ji bo ewlehiya sindoqan bang kirin
09:22 Malbata Atûg ku 23 sal in li xizmên winda digerin: Bi serbilindî biçin ser sindoqê
09:21 Li 3 bajarên Egeyê dê 16 hezar û 580 kes sindoqan biparêze
09:20 Namzetên Stenbolê banga dawî kirin: Piştî dengdanê sindoqan biparêzin
09:20 Nakliyatvanên Mêrsînê yek bi yek îflas dikin
09:19 Gundiyên ku sindoqên wan veguhastin: Emê sindoqan ji diza biparêzin
09:18 Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
22/06/2018
20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:29 ‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand
09:27 Dê şêniyên Şapatanê li ser sindoqê hesabê îşkenceyê bipirsin
09:26 Bilgen: Li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekem HDP ye
09:26 ‘Nebêjin dengek e û tiştek jê dernayê, dengê xwe bi kar bînin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
08:14 Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye
21/06/2018
20:24 Temellî ji bo Wezîrê Karê Hundurîn Soylû: Bûye makîneya derewan
17:26 Mêrdînî di herikin qada mitînga HDP’ê
17:20 Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min
14:21 Xelata wêrekiyê dan Zehra Dogan
14:04 Polîsan ji malbata Şenşara Ferît Şenyaşar jî binçav kirin
14:03 Namzetên HDP’ê yên Dersimê bang li gel kirin ku beşdarî mitînga sibe bibin
13:49 Li Stebolê 3 kes hatin girtin