Malbata Atûg ku 23 sal in li xizmên winda digerin: Bi serbilindî biçin ser sindoqê 2018-06-23 09:22:42 MÊRDÎN – Malbata Atûg ku 23 sal in ji bo aqûbeta 5 xizmên xwe yên hatin windakirin tev digerin, îşkenceyên wê demê bi bîr xist û got: "Malbatên zarokên wan windabûyî û li hestiyên wan digerin bila bi serbilindî biçin ser sindoqê."  Xizmên Şukru Demîr, Abdûlkadîr Demîr, Emîn Atûg, Hiznî Bîrmen û Abdulkadîr Atûg ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li gundê Kerşafê yê Midyada Mêrdînê hatin windakirin û ji wê rojê de xeber ji wan nayê stendin, derbarê hilbijartinê de axivîn. Fatma Atûg a 80 salî tevî keça xwe Zekiye ku 23 sal in bênavber li aqûbeta hevjînê xwe Abdûlkadîr Atûg û 3 xizmên xwe yên windayî dipirse, destnîşan kir ku ew ê roja hilbijartinê bi serbilindî biçin ser sindoqê.    Fatma Atûg, diyar kir ku wê demê qereqolê bi hinceta "îfadeya we heye" gazî hevjînê wê, 4 xizmên wê û keyayê gund kiriye, lê belê ji bilî keya heta niha xeber ji ên din nayê stendin. Atûg, da zanîn ku piştî vê rewşê cerdevan û leşkeran tev de avêtiye ser gund û got: "Bi panzêran gund guleberan kirin. Zarokên min biçûk bûn. Destên xwe dan newqan wan û gotin 'Em ê bi qamyonan cesedan ji vir derxînin.' Li ser kursiyê bi darekî li serê min dan. Li qada gund zilamên gund bi awayekî dijwar îşkence kirin. Nedihiştin kes ji gund derkeve. Hin kesan got hevjînê min û xizmên min birine qereqola li midyadê, lê belê me tu xeber ji wan negirt."    ‘EM WINDAYAN JI BÎR NEKIN Û WISA BIÇIN SER SINDOQAN'    Atûg ku got "Em kurd in. Heta em sax bin em cenazeyên xwe yên komî û hestiyên ku ji me veşartine ji bîr nekin." bang li rayedaran kir ku, tekane daxwaza wan ew e ku hestiyên wan bidin wan. Atûg, bilêv kir ku tiştên hatine serê wan ew ê ji bîr nekin û ew ê wisa biçin ser sindoqan. Atûg got: "Xwedî li sindoqan derkevin. Em ê hestî û cenazeyên xwe yên windakirî ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin."    ‘EM 22 KES KETIN SERŞOYA MALÊ'    Zekiye Atûg jî diyar kir ku ew wê dema ku bavê wê hatiye windakirin qet ji bîr nake û dema wê çaxê avêtin ser gund ew 22 kes ketine serşoya malê. Atûg, bilêv kir ku ew heta sibehê di serşoyê de mane û got: "Yên di nav me de gelek jê zarok bûn. Ji ber em ji dengê topan ditirsiyan, me nikaribû nimêj jî bike. Leşker û cerdevanên ku bi zorê derî şikandin û ketin hundur gotin 'çima tiştek bi vê malê nehatiye.' Xwişka min a ku heywan birin çêreyê û vengeriya ji diya min pirsîn û gotin 'keça te li kuderê ye.' Dema diya min got ew nizane, bi daran li serê wê xistin. Hemû kesên di serşoyê de derb kirin. Her roj davêtin ser me. Ji bo ev bûyer neyê bihsîtin, xwestin em malê biselihînin. Bi lêdanê mal bi me dan çêkirin."    ‘BI SERBILINDÎ BIÇIN SER SINDOQÊ'    Atûg, anî ziman ku ligel ev qas qewimînan jî wan dev ji lêgerîna ji bo windayên xwe bernedaye û bi salan e ew li benda xeberekê ne. Atûg, diyar kir ku wan ji bo windayên xwe gelek caran hewl da daxwaznameyan binivîsînin, lê belê tim ji wan re hatiye gotin ku ew 'terorîst in' û nehiştine daxwaznameyê binivîsînin. Atûg, anî ziman ku zarokên wê yên niha mezin bûne jî hay ji vê rewşê hene. Atûg, destnîşan kir ku feraseta serdema Tansû Çîllerê ku di dema wê de gelek kiryarên nediyar çêbûn hîn jî didome û got: "Xwestin kurdan tune bikin. Lê nikaribûn. Loma divê em tiştên hatin serê me ji bîra nekin. Divê kurd hişyar bibin. Bang li malbatên zarokên wan windayî û li hestiyên wan digerin dikim; xwedî li sindoqan derkevin, dema hûn çûn ser sindoqan bi serbilindî biçin."