Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê

  • rojane
  • 18:43 22 Hezîran 2018
  • |
img
 
DERSIM - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Seyîd Riza ya Dersimê bi tevlêbûna hezaran mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, helwesta Erdogan û hikûmetê şermezar kir û diyar kir ku ji ber sucdar in ji xwe ditirsin. Temellî, hikûmet nîşan da da zanîn ku ew dê di 24'ê Hezîranê de wan li Torosan suyar bikin û bavêjin çoplika dîrokê. 
 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Seyit Riza ya Dêrsimê bi tevlêbûna hezaran mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de namzetên HDP'ê yên Dersimê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî amade bû. Beriya mîtîngê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Pira Seyîtlî ji aliyê namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û Alî Can Onlu û Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat ve hat pêşwazîkirin. Piştre bi kanvoya wesayitan ber bi navenda Dersimê ve ketin rê. Konvoya Temellî li nêzî gundê Tûrîşmekê ji aliyê sedan welatiyên Dersimê ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazî kirin. Konvoya bi sedan wesayîtan bi coşeke mezin derbasî navenda Dersimê bûn. Welatiyên Dersimê ji balkonên malên xwe, ji rêyan bi nîşaneyên serkeftinê konvoya HDP’ê pêşwazî kirin. Piştî tûra bajar li Qada Seyît Riza bi beşdarbûna bi hezaran kesî mîtînga HDP’ê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat axaftina vekirinê kir û wiha got; “Dersimî ji peyva bendê qet hesnakin, wê benda hilbijartinê hilweşînn. Ev 30 sal e li dijî bendan em têdikoşin. Ji bo ked, demokrasî, aşitî û edaletê em ê benda hilbijartinê jî hilweşînin.
 
Piştî axaftina Polat axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de hatî weşandin hate guhdarkirin. Axaftina Demîrtaş ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşmeya ‘Em HDP, em biçin Meclîsê’ hat pêşwazîkirin.
Mîtîngê bi axaftinên Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, namzetên HDP’ê Meral Hanbayat Yeşîl û Alîcan Onlu, namzetê HDP’ê yê Enqereyê Velî Saçilik, axaftinên nûnerên partiyên siyasî û guhdarkirina stranan berdewam kir. 
 
Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Veli Saçilik, anî ziman ku AKP bi hişmen8diya 12'ê Îlonê tev digere û ji ber vê yekê 7'ê Heziranê di dilê wê de bûye girêk û got: "Em dê di 24'ê Hezîranê de benda AKP’ê tar û mar bikin. Dixwazin bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman çangê me bidin tewandin. Çawa di 38’an de çonga Seyid Riza ne tewandin, dê nikaribin niha jî çongê me bitewînin. Me tu carî gav paşve neavêt û em dê gavan paşve navêjin. Em dê OHAL û KHK’yan bi serê wan de xera bikin." 
 
HEVÎ HÛN IN HÊVÎ DENGÊ WE YE 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku çawa Seyid Riza got "Ez bi hîleyên we re bi ser neketim ev ji bo min bû dert. Lê hûn jî nikarin serê min bitewînin bila ev ji were bibe dert' û wiha got: "Lê hêj derew û hîleyên wan berdewam dikin. Em jî li dijî derew û bêbextiyên wan têkoşîna xwe berdewam dikin. Em dibêjin hêvî hûn in, hêvî dengê we ye. Em dê di 24'ê hezîranê de vê faşîzma çeberrût hilweşînin. Ji ber ku ji gel ditirsin serî li hemû lîstikan didin. Lê em dê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û van lîstikan xera bikin. Ger ku ew tura duyemîn bi ser bikevin dê rêya demokrasiyê bê girtin. Ji ber vê yekê divê em bendê hilweşînin. Ne tenê 80 wekîlan, em dê 180 wekîlan derxin. Em dê di tûra yekem de dengekî bidin HDP’ê û dengekî bidin Demirtaş. Di tura duyemîn de jî an dê Erdogan  an jî dê demokrasî bi ser bikeve. Werin em li ser bingehê welatîbûna wekhev û demokrasiyê Makewanûna nû ava bikin. Bila 73 millet dikaribin di meclisê de xwe bibînin û temsîl bikin. Em dibêin em dê AKP'ê di sindoqê de bişînin."  
 
Temellî bal kişand ser pirsgirêkên aborî û krîzên civakî û wiha berdewam kir. "Li vî welatî aştî, aramî û demokrasî di heq, hiqûq û edaletê re derbas dibe. Heq hiqûq û edalet dê bi HDP'ê bê. Em çi biçînin em dê wî biçinin. Em dê ji bo ciwanan ne qiratxaneyan, em dê kargehan vekin. HDP dê dawî li vê zilmê bîne. Em dê pirsgirêka krîza aborî çareser bikin. Em dê di 24'ê Hezîranê de vana li Torosên wan bikin û tevî Torosên wan ên sipî bajin çopa dîrokê. 
 
EM DÊ HESABÊ PIRSÛSÊ JI WAN BIPIRSIN
 
Temellî, dîsa kuştina 3 kesên ji malbata Şenyaşar a li Pirsûsê jî dîsa bibîr xist û wiha got: "Malbata Şenyaşar li ber çavan bi lîncê hatin kuştin. Dîmen li holê ne. Şahid li holê ne. Lê dozgeran hêj bersûc negirten û lêpirsîn dest pê nekirine. Erdogan û Soylu li şûna hesap bipirse partiya me tawan bar dike. Bi kijan rûyî me tawanbar dike. Her tişt li ber çavan e. Ji bo xwe paqij bikin me tawanbar dikin. Em bang li dozgeran dikin û dixwazin bi lezgîn vê bûyerê ronî bikin. Em dê hata dawî vê yekê bişopînin û em dê hesabê vê yekê bipirsin. " 
 
Piştî Temelli, namzetên HDP'ê yên Dersimê Meral Hanbayat û Alican Onlu, derketin ser dikê û gel silav kirin. Mîting bi hunermend8 Zeynep Kiliç, Hasan Ali û Grup Munzur bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

24/06/2018
09:51 Dayika 107 salî dengê xwe da
09:44 Hevserokê HDP'yê Temellî dengê xwe da
09:38 Cerdevanan peywirdarên sindoqan yên HDP’yî asteng kirin
09:16 Başak Demirtaş dengê xwe da: Dê gelek tişt biguherin
09:02 Dengdayinê destpê kir
08:53 Mezûnên MSGSU'yê: Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin
08:52 Cotkar: Êdî em îdare nakin
08:52 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN
23/06/2018
17:27 Wê Bûldan li Sûltanbeyliyê dengê xwe bide
16:59 Wan bû lehî û herikî qada mîtîngê
15:36 AKP’îyên çûn serdana malbatên girtî yên HDP’î: Deng bidin bila bên berdan
15:26 Xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Bulut bê berdan
15:17 24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat
15:16 Îdîaya leşkerê bi zorê leşkertî dikir, întîxar kir
14:27 HDP, ji roja mezin re amade ye
14:26 Dayîkên Şemiyê: Bila hemû kes dengê ji bo edalet û demokrasiyê bidin
14:21 Bi deh hezaran kes ji bo Demîrtaş diherikin Qada Gundogduyê
13:50 Tirkiye di dîroka xwe de kampanyaya hilbijartinek wiha nedît
13:33 Bi deh hezaran Wanî ber bi qada mitîngê ve diherikin
13:20 YSK rojekê biryarê dide rojekê paşve dikişîne
13:12 Li Sîweregê, muxtar gefên ‘neyên ser sindoqan’ dixwe
13:08 HDP li Sêrtê du malbatên xisûmetî li hev anî
12:53 Çewlig ji hilbijartinê re amade ye
12:35 Welatiyê Sûrê: Li şûna di TOKÎ de bijîm ezê di konan de bijîm
12:34 ‘Divê gel dengên xwe biparêzin’
11:16 Parêzerê Pirsûsê: Bi parçekirina dîmenan bûyerê aloz dikin
11:15 Li Amedê 11 hezar û 500 kes dê sindoqan biparêzin
10:43 Li Îdirê 12 hezar hilbijêr dê bibin ser sindoqan
10:27 Li Enqereyê operasyona hilbijartinê
10:16 Jinên HDP’î şahî li dar xistin
10:15 Hozan Canê hat binçavkirin
10:15 Bi telefonan gef li peywirdarê sindoqan yê Erziromê xwarin
10:07 480 çavdêrên navnetewî dê ewlehiya sindoqan pêk bînin
09:59 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:53 Çalakiyên der barê jinan de bûn sûc
09:53 ‘Dema rêwikirina qeyûm hatiye’
09:25 Tecrîda li ser Ocalan: Hindik maye têkeve rêya bêveger
09:24 HDP, DBP û KCD'a Êlihê ji bo ewlehiya sindoqan bang kirin
09:22 Malbata Atûg ku 23 sal in li xizmên winda digerin: Bi serbilindî biçin ser sindoqê
09:21 Li 3 bajarên Egeyê dê 16 hezar û 580 kes sindoqan biparêze
09:20 Namzetên Stenbolê banga dawî kirin: Piştî dengdanê sindoqan biparêzin
09:20 Nakliyatvanên Mêrsînê yek bi yek îflas dikin
09:19 Gundiyên ku sindoqên wan veguhastin: Emê sindoqan ji diza biparêzin
09:18 Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
22/06/2018
20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:29 ‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand
09:27 Dê şêniyên Şapatanê li ser sindoqê hesabê îşkenceyê bipirsin
09:26 Bilgen: Li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekem HDP ye
09:26 ‘Nebêjin dengek e û tiştek jê dernayê, dengê xwe bi kar bînin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
08:14 Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye
21/06/2018
20:24 Temellî ji bo Wezîrê Karê Hundurîn Soylû: Bûye makîneya derewan
17:26 Mêrdînî di herikin qada mitînga HDP’ê
17:20 Xwendekarên D.U’yê îxrackirina mamosteyê xwe şermezar kir
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar hat girtin
16:32 Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn
16:15 Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê
16:15 Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan
15:42 Ferît Şenyaşar hat berdan
15:35 4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin
15:26 Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît
15:24 Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş
15:09 ‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’
14:57 Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min
14:21 Xelata wêrekiyê dan Zehra Dogan
14:04 Polîsan ji malbata Şenşara Ferît Şenyaşar jî binçav kirin
14:03 Namzetên HDP’ê yên Dersimê bang li gel kirin ku beşdarî mitînga sibe bibin
13:49 Li Stebolê 3 kes hatin girtin
13:41 Gelê Amedê peyamek çawa da?