Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê 2018-06-22 18:43:21     DERSIM - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Seyîd Riza ya Dersimê bi tevlêbûna hezaran mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, helwesta Erdogan û hikûmetê şermezar kir û diyar kir ku ji ber sucdar in ji xwe ditirsin. Temellî, hikûmet nîşan da da zanîn ku ew dê di 24'ê Hezîranê de wan li Torosan suyar bikin û bavêjin çoplika dîrokê.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Seyit Riza ya Dêrsimê bi tevlêbûna hezaran mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de namzetên HDP'ê yên Dersimê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî amade bû. Beriya mîtîngê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Pira Seyîtlî ji aliyê namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û Alî Can Onlu û Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat ve hat pêşwazîkirin. Piştre bi kanvoya wesayitan ber bi navenda Dersimê ve ketin rê. Konvoya Temellî li nêzî gundê Tûrîşmekê ji aliyê sedan welatiyên Dersimê ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazî kirin. Konvoya bi sedan wesayîtan bi coşeke mezin derbasî navenda Dersimê bûn. Welatiyên Dersimê ji balkonên malên xwe, ji rêyan bi nîşaneyên serkeftinê konvoya HDP’ê pêşwazî kirin. Piştî tûra bajar li Qada Seyît Riza bi beşdarbûna bi hezaran kesî mîtînga HDP’ê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat axaftina vekirinê kir û wiha got; “Dersimî ji peyva bendê qet hesnakin, wê benda hilbijartinê hilweşînn. Ev 30 sal e li dijî bendan em têdikoşin. Ji bo ked, demokrasî, aşitî û edaletê em ê benda hilbijartinê jî hilweşînin.   Piştî axaftina Polat axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de hatî weşandin hate guhdarkirin. Axaftina Demîrtaş ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşmeya ‘Em HDP, em biçin Meclîsê’ hat pêşwazîkirin. Mîtîngê bi axaftinên Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, namzetên HDP’ê Meral Hanbayat Yeşîl û Alîcan Onlu, namzetê HDP’ê yê Enqereyê Velî Saçilik, axaftinên nûnerên partiyên siyasî û guhdarkirina stranan berdewam kir.    Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Veli Saçilik, anî ziman ku AKP bi hişmen8diya 12'ê Îlonê tev digere û ji ber vê yekê 7'ê Heziranê di dilê wê de bûye girêk û got: "Em dê di 24'ê Hezîranê de benda AKP’ê tar û mar bikin. Dixwazin bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman çangê me bidin tewandin. Çawa di 38’an de çonga Seyid Riza ne tewandin, dê nikaribin niha jî çongê me bitewînin. Me tu carî gav paşve neavêt û em dê gavan paşve navêjin. Em dê OHAL û KHK’yan bi serê wan de xera bikin."    HEVÎ HÛN IN HÊVÎ DENGÊ WE YE    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku çawa Seyid Riza got "Ez bi hîleyên we re bi ser neketim ev ji bo min bû dert. Lê hûn jî nikarin serê min bitewînin bila ev ji were bibe dert' û wiha got: "Lê hêj derew û hîleyên wan berdewam dikin. Em jî li dijî derew û bêbextiyên wan têkoşîna xwe berdewam dikin. Em dibêjin hêvî hûn in, hêvî dengê we ye. Em dê di 24'ê hezîranê de vê faşîzma çeberrût hilweşînin. Ji ber ku ji gel ditirsin serî li hemû lîstikan didin. Lê em dê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û van lîstikan xera bikin. Ger ku ew tura duyemîn bi ser bikevin dê rêya demokrasiyê bê girtin. Ji ber vê yekê divê em bendê hilweşînin. Ne tenê 80 wekîlan, em dê 180 wekîlan derxin. Em dê di tûra yekem de dengekî bidin HDP’ê û dengekî bidin Demirtaş. Di tura duyemîn de jî an dê Erdogan  an jî dê demokrasî bi ser bikeve. Werin em li ser bingehê welatîbûna wekhev û demokrasiyê Makewanûna nû ava bikin. Bila 73 millet dikaribin di meclisê de xwe bibînin û temsîl bikin. Em dibêin em dê AKP'ê di sindoqê de bişînin."     Temellî bal kişand ser pirsgirêkên aborî û krîzên civakî û wiha berdewam kir. "Li vî welatî aştî, aramî û demokrasî di heq, hiqûq û edaletê re derbas dibe. Heq hiqûq û edalet dê bi HDP'ê bê. Em çi biçînin em dê wî biçinin. Em dê ji bo ciwanan ne qiratxaneyan, em dê kargehan vekin. HDP dê dawî li vê zilmê bîne. Em dê pirsgirêka krîza aborî çareser bikin. Em dê di 24'ê Hezîranê de vana li Torosên wan bikin û tevî Torosên wan ên sipî bajin çopa dîrokê.    EM DÊ HESABÊ PIRSÛSÊ JI WAN BIPIRSIN   Temellî, dîsa kuştina 3 kesên ji malbata Şenyaşar a li Pirsûsê jî dîsa bibîr xist û wiha got: "Malbata Şenyaşar li ber çavan bi lîncê hatin kuştin. Dîmen li holê ne. Şahid li holê ne. Lê dozgeran hêj bersûc negirten û lêpirsîn dest pê nekirine. Erdogan û Soylu li şûna hesap bipirse partiya me tawan bar dike. Bi kijan rûyî me tawanbar dike. Her tişt li ber çavan e. Ji bo xwe paqij bikin me tawanbar dikin. Em bang li dozgeran dikin û dixwazin bi lezgîn vê bûyerê ronî bikin. Em dê hata dawî vê yekê bişopînin û em dê hesabê vê yekê bipirsin. "    Piştî Temelli, namzetên HDP'ê yên Dersimê Meral Hanbayat û Alican Onlu, derketin ser dikê û gel silav kirin. Mîting bi hunermend8 Zeynep Kiliç, Hasan Ali û Grup Munzur bi dawî bû.