* Li Herêma Besta ya Şirnexê li mezrika Kanîferşikê bi destura leşkeran dest bi birîna daran hat kirin. Hat hînkirin ku 10 roj in dar tên birin.
* Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe, xizmên girtiyên nexweş Şukriye Yanîk û Abîde Bayramê diyar kirin ku yek ji pêdiviyên aştiyê berdana girtiyên nexweş e.
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)