Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere

  • rojane
  • 09:29 17 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED – Îffet Tekdag a 63 salî ku bi salan e di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” de cih digire, li hestiyên birayê xwe Alî Tekdag û kiryarên birayê xwe Mehmet Tekdag digere. 

Îffet Tekdag a 63 salî, bi salan e li hestî û kiryarên birayê xwe digere. Birayekî Tekdagê di bin çavan de hatiye winda kirin û birayekî wê jî bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar”. Bi salan e Tekdag beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve tê lidarxistin dibe û li kiryarên birayên xwe digere. 
 
Tekdag, di sala 1994’an de ji ber zext û zoriyan ji neçarî ji gundê Entax ê Licêya Amedê koçî Amedê dike. Tekdag, diyar kir ku kekê wê Alî Tekdag di bin çavan de û birayê wê Mehmet Tekdag jî bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar”. Tekdag, dest nîşan kir ku wê cenazeyê keça xwe ku li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye bi zor û heft bela wergirtiye û wiha behsa zext û zoriyên ku li Licê bi wan re rû bi rû maye kir: “Bi hejmarê nayê gotin. Gelek caran mala min arav û tarav kirin. Ji destpêka havînê heta dawiya payîzê hema bêje her roj dihatin. Her ku dihatin mala min tu heqaret nedima ku li min nedikirin. Digotin ‘tu terorîstan xwedî dikî’. Li ber çavê min pêl hêkên di bin qurpê de jî dikirin. Li malê bulxur, birinc hema çi hebe hemû li ser hev vala dikirin. Tevî hemû zor û zextiyên leşkeran jî min dev ji gundê xwe berneda. Cerdevan şandin. Gotin ‘Heke hûn ji gund dernekevin, wê te li meydana gund şilfî tazî bikin.’ Dema keça min bûkeke 5 mehî bû hatibû mala min. Leşkeran ew bir axur. Dema min di paceya axur de nihêrî, min dît ku tenê atlet li ser keça min e. Dema min ev yek dît, ji nişkave leşkerekî bi qûndaxa çekê li serê min xist. Heke wê rojê min serê xwe di wir dernexistana kî dizanibû wê çi bianiyanan serê keça min?” 
 
Tekdag, anî ziman ku ew û kekê xwe Alî Tekdag wek hevalên hev bin li gund mezin bûne û wê birayê xwe Mehmet Tekdag di dergûşê de hejandiye û mezin kiriye. Tekdag, niha wêneyê her du birayên xwe bi stuyê xwe vekiriye. Tekdag got ku kekê wê Alî Tekdag 19 caran hatiye binçavkirin û wiha domand: “19 caran wî girtin û berdan. Dema cara 20’em ew girtin êdî me hew agahî jê wergirtin. Em dizanin li Deriyê Çiyê hatiye girtin. Lê ji wê rojê heta niha me tu agahî jê wernegirtine.” 
 
Tekdag, dest nîşan kir ku der barê aqûbeta kekê wê de mikurhatinên efserekî JÎTEM’ê hene û wiha got: “Birayê min 6 mehan di dest wan de ma. Tu îşkence namîne ku lê nakin. Herî dawî li ser riya Farqîn-Amedê li cihekî wî dikujin. Paşê ji bo neyê naskirin wî dişewitînin. Me ev tişt ji îtirafên endamekî JÎTEM’ê ku di sala 1996’an de gotin hîn bûn.” 
 
‘HESTIYÊN BIRAYÊ XWE BIBÎNIM BES’ 
 
Tekdag, diyar kir ku birayê wê yê din Mehmet Tekdag jî, di sala 1993’yan de bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar” û wiha domand: “Dema diçe pastexaneya xwe ya li Dortyola Rezanê, ji paş ve bera wî didin û dikujin. Me ew rakir nexweşxaneyê. Sewqa wî ya ji bo Enqereyê hat derxistin, lê belê hewaya bimij kirin hincet û balafir tesîs nekirin. Bi salan giriyam û çavê min zuha bûn. 5-6 sal in ez vê damleya çavan bi kar tînim.” 
 
Tekdag ji bo kiryarên birayên wê bê dîtin bi salan beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” dibe. Tekdag wiha got: “Tenê bila darizandina kiryarên birayên xwe bibînim, hestiyên Alî bibinim û bidim ber sînga xwe, maç bikim wekî din tu tiştî naxwazim.” 
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn