Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere 2017-10-17 09:29:42 AMED – Îffet Tekdag a 63 salî ku bi salan e di çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” de cih digire, li hestiyên birayê xwe Alî Tekdag û kiryarên birayê xwe Mehmet Tekdag digere.  Îffet Tekdag a 63 salî, bi salan e li hestî û kiryarên birayê xwe digere. Birayekî Tekdagê di bin çavan de hatiye winda kirin û birayekî wê jî bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar”. Bi salan e Tekdag beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve tê lidarxistin dibe û li kiryarên birayên xwe digere.    Tekdag, di sala 1994’an de ji ber zext û zoriyan ji neçarî ji gundê Entax ê Licêya Amedê koçî Amedê dike. Tekdag, diyar kir ku kekê wê Alî Tekdag di bin çavan de û birayê wê Mehmet Tekdag jî bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar”. Tekdag, dest nîşan kir ku wê cenazeyê keça xwe ku li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye bi zor û heft bela wergirtiye û wiha behsa zext û zoriyên ku li Licê bi wan re rû bi rû maye kir: “Bi hejmarê nayê gotin. Gelek caran mala min arav û tarav kirin. Ji destpêka havînê heta dawiya payîzê hema bêje her roj dihatin. Her ku dihatin mala min tu heqaret nedima ku li min nedikirin. Digotin ‘tu terorîstan xwedî dikî’. Li ber çavê min pêl hêkên di bin qurpê de jî dikirin. Li malê bulxur, birinc hema çi hebe hemû li ser hev vala dikirin. Tevî hemû zor û zextiyên leşkeran jî min dev ji gundê xwe berneda. Cerdevan şandin. Gotin ‘Heke hûn ji gund dernekevin, wê te li meydana gund şilfî tazî bikin.’ Dema keça min bûkeke 5 mehî bû hatibû mala min. Leşkeran ew bir axur. Dema min di paceya axur de nihêrî, min dît ku tenê atlet li ser keça min e. Dema min ev yek dît, ji nişkave leşkerekî bi qûndaxa çekê li serê min xist. Heke wê rojê min serê xwe di wir dernexistana kî dizanibû wê çi bianiyanan serê keça min?”    Tekdag, anî ziman ku ew û kekê xwe Alî Tekdag wek hevalên hev bin li gund mezin bûne û wê birayê xwe Mehmet Tekdag di dergûşê de hejandiye û mezin kiriye. Tekdag, niha wêneyê her du birayên xwe bi stuyê xwe vekiriye. Tekdag got ku kekê wê Alî Tekdag 19 caran hatiye binçavkirin û wiha domand: “19 caran wî girtin û berdan. Dema cara 20’em ew girtin êdî me hew agahî jê wergirtin. Em dizanin li Deriyê Çiyê hatiye girtin. Lê ji wê rojê heta niha me tu agahî jê wernegirtine.”    Tekdag, dest nîşan kir ku der barê aqûbeta kekê wê de mikurhatinên efserekî JÎTEM’ê hene û wiha got: “Birayê min 6 mehan di dest wan de ma. Tu îşkence namîne ku lê nakin. Herî dawî li ser riya Farqîn-Amedê li cihekî wî dikujin. Paşê ji bo neyê naskirin wî dişewitînin. Me ev tişt ji îtirafên endamekî JÎTEM’ê ku di sala 1996’an de gotin hîn bûn.”    ‘HESTIYÊN BIRAYÊ XWE BIBÎNIM BES’    Tekdag, diyar kir ku birayê wê yê din Mehmet Tekdag jî, di sala 1993’yan de bûye qurbanê cinayeteke “kiryar nediyar” û wiha domand: “Dema diçe pastexaneya xwe ya li Dortyola Rezanê, ji paş ve bera wî didin û dikujin. Me ew rakir nexweşxaneyê. Sewqa wî ya ji bo Enqereyê hat derxistin, lê belê hewaya bimij kirin hincet û balafir tesîs nekirin. Bi salan giriyam û çavê min zuha bûn. 5-6 sal in ez vê damleya çavan bi kar tînim.”    Tekdag ji bo kiryarên birayên wê bê dîtin bi salan beşdarî çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” dibe. Tekdag wiha got: “Tenê bila darizandina kiryarên birayên xwe bibînim, hestiyên Alî bibinim û bidim ber sînga xwe, maç bikim wekî din tu tiştî naxwazim.”