Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye

  • rojane
  • 09:24 17 Cotmeh 2017
  • |
img
STENBOL– 304 roj şûnde danişîna yekemîn a Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk, Rojnameger Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat ku bi îdîaya maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak kirine nûçe hatibûn girtin, dê bê dîtin. 
 
Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat, bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak in kirine nûçe hatibûn girtin, dê danişîna wan a ewil di 24’ê Cotmehê de li Dageha Cezayê Giran a 29’emîn a Stenbolê bê dîtin. Rojnameger Omer Çelîk ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Astengkirin, xerabkirina pergala înformatîkê û tunekirina daneyan” tê ragirtin, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
Qet dihat bîra te ku tu yê ji ber parvekirina belgeyên ku li ser medyaya civakî dihatin parvekirin bêyî girtin û ewqasî di girtîgehê de bimînî? 
 
Ji vê wirdetir, bi ya min pêdiviya me li fikirandina bersivandina pirsa ‘herî dawî em kengî bi tiştekî aqilane re rû bi rû mane’ heye. Bi taybetî dema em îro li rewşa ku em tê de ne û tiştên diqewimin dinerin, mixabin em leqayî tortiya mêjî jî nayên.  Dema rewş ev be, tu wateya hincet û sedeman namîne. Dema gur hewl dide tenê ji bo carekê berxê bixwe, di nav pîvanên daristanê de rê û rêbaza xwe li gor kitêba xwe li hev tîne. A rast di nêvengeke wisa de, dema mirov li nêv kuçeyan dihatin kuştin û diketin zindanan, min jî ji hêlekê ve divêtiyên pîşeya xwe bi cih dianîn, li hêlekê ve jî min xatir ji dost û hogirên xwe dixwestin. Niha dema mirov lê dinihêre nizane dê ev girtin heta kengî bidome. Tevî herdu hevpîşeyên xweyên girtî, dibe ku em ‘bisûd’ bin jî. Çimkî, hevpîşeyê me nûçegihanê Die Weltê Deniz Yucel ku bi heman hincetê hatiye girtin, li holê ne îdianameya wî heye ne jî roja danişîna wî. 
 
Mijara ku bûye sedema girtina te, di heman demê de mijareke berfireh e ku li cîhanê Chelsea Manning, Edward Snowden û Julian Assange jî perçeyeke vê yekê ne. Li wir raya giştî piştevaniya wan dike û tê destnîşankirin ku ya ku wan kiriye ne dijberiya dewletê ye, berovajî vê di warê şefafiya dewletê de girîng e. Tu vê yekê çawa dinirxînî? 
 
Tişta ku em herî baş dizanin ev e; di her serdemê de heqîqet xwediyên hêzê nerihet kirine. Di vî warî de refleksên ku nîşanî mînakên vê yên li derveyî welat hatine dayîn û yên li hemberî yên “zava” hatine dayîn di asasê xwe de heman tişt in. Ya cuda weziyeta çapemeniyê ye. Çapemenî bi rol û rista xwe divê li pêyî rastî û heqîqetê be. Dema ne li pê be, wê bersiva xwe ji xwendevan û temaşevanan yanî ji civakê bigire. Lê li cem me siyasiyên ku nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtine, bi awayekî  “nobedarê şêmûgê” li çapemeniyê dinihêrin. Dema wisa be, kirasê “raza dewletê” li hemû têkilî û fealiyetên qirêj tê kirin. Wek ê me hemûyan, razên dewletanjî hene. Lê mesele ew e ku mirov sûcdariya van razan bibîne. Di vî warî de peywireke girîng dikeve ser milê darazê. Lê niha ya kêm ev e. Sûç heye, sûcdar hene, delîl hene, şahid hene lê kesekî ku di warê darizandinê de bi wêrekî tev bigere tune ye. 
 
Tu di 20’ê Kanûna 2011’an de ji doza “KCK’ê ya çapemeniyê” hatî binçavkirin û girtin. Niha jî tu ji ber vê dozê tê yî darizandin. Di navbera herduyan de çi ferq heye? 
 
Di navbera herdu dozan de tenê ferqek heye, ew jî nasnameya kesên tên darizandin bi xwe ye. Kesên duh di darizandin endamên cemaetê ku hevkarên îktîdara siyasî bûn. Lê îro rasterast ew bi xwe ne. Tiştên mayî hemû heman tişt in. Kesên tên darizandin rojnameger in û ya ku dibe mijara darizandinê jî nûçen ne. 
 
Der barê danişîna ewil de bendewariyên te çi ne? 
 
Mixabin ne bawer im ku heyeta dadgehê dev ji xeletiyê berde û biryara tehliyeya me bide. Sedema ku ev hîsiyat li min peyda dibe jî ew e ku îdianameya ku der barê me de hatiye amadekirin û qebûlkirin e. Piştî 10 mehan şûnde em ê derkevin pêşberî dadwer. Hêla vê ya herî baş ew e ku, em ê gotinên xwe bînin ziman. 
 
Tu karê behsa şert û mercên girtîgehê bikî? 
 
Şert û merc ji duh jî xerabtir in. Hema bêje hemû mafên qanûnî hatine hilawistin an jî sînordarkirin. Dema hevdîtina vekirî ku em du mehan carekê dikin û ya girtî 30-45 deqîqe ne û her wiha lêgerîna tazî li malbatan tê ferzkirin. Dema li dijî vê derdikevin, ceza tên dayîn û hevdîtin bi mehan tê qedexekirin. Ji bo derfetên tedawiyê çûnhatin sînordarkirî ye. Kişandina wêneyan tune ye. Car carinan êrîşên fizîkî çê dibin. Yanî derhuqûqiya li derve didome bi awayekî şênber li zindanan xwe dide der. 
 
Der barê rojeva Tirkiyeyê de, tu karî çend bûyerên ku te kêfxweş, xemasar û biheycan kirine parve bikî? 
 
Bûyera ku herî zêde pê hestiyar bûm û heycan li min peyda kir pîrozbahiya Newrozê ya gelê Cizîrê bû. Ya herî zêde xemsar bûm bêtehamuliya di dema cenazeyê Hatun Tuglukê de hat kirin. Bûyera herî pê kêfxweş dibim jî; hema hemû îtirazên li hemberî pêkanînên xwe didin der min kêfxweş dikin û hêviyê zêde dikin. 
 
Tu mudaxiliya dozê ya Berat Albayrak çawa dinirxînî? 
 
Bi ya min bi vê daxwaza mudaxiliyê, ji bo heyeta dadgehê bi awayekî aşkere peyam hat dayîn. Em dikarin vê yekê wek mudaxiliya hikûmet-qesrê jî bixwînin. Çimkî e-maîlên bûne mijara darizandinê bi awayekî yekpare sîtavkên polîtîkayên hikûmet û qesrê ne. Ditirsin ku bi derbeyeke di vî warî de qul di sûran de vebibin. Dixwazin rê li ber vê yekê bigirin. 
 
Herî dawî dixwazî ji hevpîşeyên xwe re çi bibêjî? 
 
Bi nebûna me re barê hevpîşeyên me ku bi israr dixwazin rûmeta pîşeya xwe biparêzin girantir bûye. Dixwazim bizanibin ku bi ragihandinên wan em xwe têr dikin. Divê hûn zanibin ku hûn derî nav çar dîwaran bi me didin bihîstin û dîtin. Û dixwazim bi bîra we bixim ku em moriyên di çîroka Îbrahîm û Nemrûd de ne. Em alîgirên gel û heqîqetê ne û em bênavber bi devê xwe avê dikişînin wî agirê ku me dişewitîne. Dema em bi wê dilopa avê agirê Nemrûd bitefînin, wê tu hikmê wî nemîne. Bi hêviya em tim piştevaniyê xurt bikin, ji bendika dil ji bo her kesî silav û hezkirin. 
 
MA / Yasin Kobulan
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn