Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye 2017-10-17 09:24:31   STENBOL– 304 roj şûnde danişîna yekemîn a Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk, Rojnameger Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat ku bi îdîaya maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak kirine nûçe hatibûn girtin, dê bê dîtin.    Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat, bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak in kirine nûçe hatibûn girtin, dê danişîna wan a ewil di 24’ê Cotmehê de li Dageha Cezayê Giran a 29’emîn a Stenbolê bê dîtin. Rojnameger Omer Çelîk ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Astengkirin, xerabkirina pergala înformatîkê û tunekirina daneyan” tê ragirtin, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.    Qet dihat bîra te ku tu yê ji ber parvekirina belgeyên ku li ser medyaya civakî dihatin parvekirin bêyî girtin û ewqasî di girtîgehê de bimînî?    Ji vê wirdetir, bi ya min pêdiviya me li fikirandina bersivandina pirsa ‘herî dawî em kengî bi tiştekî aqilane re rû bi rû mane’ heye. Bi taybetî dema em îro li rewşa ku em tê de ne û tiştên diqewimin dinerin, mixabin em leqayî tortiya mêjî jî nayên.  Dema rewş ev be, tu wateya hincet û sedeman namîne. Dema gur hewl dide tenê ji bo carekê berxê bixwe, di nav pîvanên daristanê de rê û rêbaza xwe li gor kitêba xwe li hev tîne. A rast di nêvengeke wisa de, dema mirov li nêv kuçeyan dihatin kuştin û diketin zindanan, min jî ji hêlekê ve divêtiyên pîşeya xwe bi cih dianîn, li hêlekê ve jî min xatir ji dost û hogirên xwe dixwestin. Niha dema mirov lê dinihêre nizane dê ev girtin heta kengî bidome. Tevî herdu hevpîşeyên xweyên girtî, dibe ku em ‘bisûd’ bin jî. Çimkî, hevpîşeyê me nûçegihanê Die Weltê Deniz Yucel ku bi heman hincetê hatiye girtin, li holê ne îdianameya wî heye ne jî roja danişîna wî.    Mijara ku bûye sedema girtina te, di heman demê de mijareke berfireh e ku li cîhanê Chelsea Manning, Edward Snowden û Julian Assange jî perçeyeke vê yekê ne. Li wir raya giştî piştevaniya wan dike û tê destnîşankirin ku ya ku wan kiriye ne dijberiya dewletê ye, berovajî vê di warê şefafiya dewletê de girîng e. Tu vê yekê çawa dinirxînî?    Tişta ku em herî baş dizanin ev e; di her serdemê de heqîqet xwediyên hêzê nerihet kirine. Di vî warî de refleksên ku nîşanî mînakên vê yên li derveyî welat hatine dayîn û yên li hemberî yên “zava” hatine dayîn di asasê xwe de heman tişt in. Ya cuda weziyeta çapemeniyê ye. Çapemenî bi rol û rista xwe divê li pêyî rastî û heqîqetê be. Dema ne li pê be, wê bersiva xwe ji xwendevan û temaşevanan yanî ji civakê bigire. Lê li cem me siyasiyên ku nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtine, bi awayekî  “nobedarê şêmûgê” li çapemeniyê dinihêrin. Dema wisa be, kirasê “raza dewletê” li hemû têkilî û fealiyetên qirêj tê kirin. Wek ê me hemûyan, razên dewletanjî hene. Lê mesele ew e ku mirov sûcdariya van razan bibîne. Di vî warî de peywireke girîng dikeve ser milê darazê. Lê niha ya kêm ev e. Sûç heye, sûcdar hene, delîl hene, şahid hene lê kesekî ku di warê darizandinê de bi wêrekî tev bigere tune ye.    Tu di 20’ê Kanûna 2011’an de ji doza “KCK’ê ya çapemeniyê” hatî binçavkirin û girtin. Niha jî tu ji ber vê dozê tê yî darizandin. Di navbera herduyan de çi ferq heye?    Di navbera herdu dozan de tenê ferqek heye, ew jî nasnameya kesên tên darizandin bi xwe ye. Kesên duh di darizandin endamên cemaetê ku hevkarên îktîdara siyasî bûn. Lê îro rasterast ew bi xwe ne. Tiştên mayî hemû heman tişt in. Kesên tên darizandin rojnameger in û ya ku dibe mijara darizandinê jî nûçen ne.    Der barê danişîna ewil de bendewariyên te çi ne?    Mixabin ne bawer im ku heyeta dadgehê dev ji xeletiyê berde û biryara tehliyeya me bide. Sedema ku ev hîsiyat li min peyda dibe jî ew e ku îdianameya ku der barê me de hatiye amadekirin û qebûlkirin e. Piştî 10 mehan şûnde em ê derkevin pêşberî dadwer. Hêla vê ya herî baş ew e ku, em ê gotinên xwe bînin ziman.    Tu karê behsa şert û mercên girtîgehê bikî?    Şert û merc ji duh jî xerabtir in. Hema bêje hemû mafên qanûnî hatine hilawistin an jî sînordarkirin. Dema hevdîtina vekirî ku em du mehan carekê dikin û ya girtî 30-45 deqîqe ne û her wiha lêgerîna tazî li malbatan tê ferzkirin. Dema li dijî vê derdikevin, ceza tên dayîn û hevdîtin bi mehan tê qedexekirin. Ji bo derfetên tedawiyê çûnhatin sînordarkirî ye. Kişandina wêneyan tune ye. Car carinan êrîşên fizîkî çê dibin. Yanî derhuqûqiya li derve didome bi awayekî şênber li zindanan xwe dide der.    Der barê rojeva Tirkiyeyê de, tu karî çend bûyerên ku te kêfxweş, xemasar û biheycan kirine parve bikî?    Bûyera ku herî zêde pê hestiyar bûm û heycan li min peyda kir pîrozbahiya Newrozê ya gelê Cizîrê bû. Ya herî zêde xemsar bûm bêtehamuliya di dema cenazeyê Hatun Tuglukê de hat kirin. Bûyera herî pê kêfxweş dibim jî; hema hemû îtirazên li hemberî pêkanînên xwe didin der min kêfxweş dikin û hêviyê zêde dikin.    Tu mudaxiliya dozê ya Berat Albayrak çawa dinirxînî?    Bi ya min bi vê daxwaza mudaxiliyê, ji bo heyeta dadgehê bi awayekî aşkere peyam hat dayîn. Em dikarin vê yekê wek mudaxiliya hikûmet-qesrê jî bixwînin. Çimkî e-maîlên bûne mijara darizandinê bi awayekî yekpare sîtavkên polîtîkayên hikûmet û qesrê ne. Ditirsin ku bi derbeyeke di vî warî de qul di sûran de vebibin. Dixwazin rê li ber vê yekê bigirin.    Herî dawî dixwazî ji hevpîşeyên xwe re çi bibêjî?    Bi nebûna me re barê hevpîşeyên me ku bi israr dixwazin rûmeta pîşeya xwe biparêzin girantir bûye. Dixwazim bizanibin ku bi ragihandinên wan em xwe têr dikin. Divê hûn zanibin ku hûn derî nav çar dîwaran bi me didin bihîstin û dîtin. Û dixwazim bi bîra we bixim ku em moriyên di çîroka Îbrahîm û Nemrûd de ne. Em alîgirên gel û heqîqetê ne û em bênavber bi devê xwe avê dikişînin wî agirê ku me dişewitîne. Dema em bi wê dilopa avê agirê Nemrûd bitefînin, wê tu hikmê wî nemîne. Bi hêviya em tim piştevaniyê xurt bikin, ji bendika dil ji bo her kesî silav û hezkirin.    MA / Yasin Kobulan