AGIRÎ - Ji 17 kesên di mitînga HDP’ê ya Bazîdê de, hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin. Pêşkêşvan Faruk Sefkan ê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin.
Piştî mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bazîda Agiriyê ya di 19’ê Hezîranê de hat lidarxisin, 17 kes hatibûn binçavkirin. Pêşkêşvan Faruk Sefkan ji ber ku di mitîngê de got “Şehîdên demokrasiyê” hatibû binçakirin. Faruk Sefkan û Emîne Ors bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin girtin.
Li aliyê din, polîsan serê sibê li navçeya Peyîzava ya Wanê bi ser malan de girtin, welatî Şehabît Gorentaş û Alî Înce binçav kirin.