Pêşkêşvanê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin 2018-06-21 11:41:38 AGIRÎ - Ji 17 kesên di mitînga HDP’ê ya Bazîdê de, hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin. Pêşkêşvan Faruk Sefkan ê got ‘Şehîdên Demokrasiyê’ hat girtin.  Piştî mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bazîda Agiriyê ya di 19’ê Hezîranê de hat lidarxisin, 17 kes hatibûn binçavkirin. Pêşkêşvan Faruk Sefkan ji ber ku di mitîngê de got “Şehîdên demokrasiyê” hatibû binçakirin. Faruk Sefkan û Emîne Ors bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin girtin.    Li aliyê din,  polîsan serê sibê li navçeya  Peyîzava ya Wanê bi ser malan de girtin, welatî Şehabît Gorentaş û Alî Înce binçav kirin.