ENQERE - AYM’ê, ji bo Selçûk Borlukan ê di sala 2005’ê di encama teqîna muhimata leşkerî de bi giranî birîndar bûbû biryara binpêkirina mafê jiyanê da û xwest jê re 200 hezar TL tazmînat were dayin.
Di 1’ê Kanûna sala 2005’an de li ser rêya gundê Şabanê yê Çewligê teqînek çêbû û welatiyê bi navê Selçûk Borlukan ê 17 salî bi giranî birîndar bû. Borlukan, li quntarê çiyê muhimata antî-tankê dîtibû û dema li zemînê xistî teqiya bû. Di teqînê de çavên Borlukan kor bûn û êdî nema karî bimeşe. Di sala 2008’an de jî rapora lijneya tenduristiyê hate amadekirin û hate gotin ku Borlukan ji sedî 84’ê fonksiyonên xwe winda kiriye û di sala 2021’ê de jî ev rêjeye derket ji sedî 93’yê.
17 SALAN LI PEY EDALETÊ GERIYA
Malbata Borlukan, di sala 2009’an de li dijî Wezareta Karên Hundir doza darazê vekir. Di dozê de hate gotin ku muhimatên leşkerî li cihekî nêzî gund li derve hatiye hiştin û îdare di vê mijarê de biqisûr e. Lê belê 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Xarpêtê di sala 2012’an de doz red kir. Dadgehê, îdia kir ku di teqînê de qisûra şexsî ya Borlukan zêde ye û ev qisûr jî berpirsyartiya îdareyê ji holê radike. Daîreya 10’emîn a Dadgeha Kargêrî ya Bilind jî di sala 2015’an de ev biryar betal kir. Di hinceta betalkirina biryarê de hate gotin ku diviyabû îdareyê muhimat biparasta û têkildarî îmhakirinê de jî berpirsyartiyên xwe bicih ne aniye.
‘DOZ HATE VEHÊLANDIN’
Dema doz didomiya, Selçûk Borlukan û malbata wî di sala 2020’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
AYM’ê, di biryara xwe de bal kişand ser 17 salan û doza tazmînatê ya 14 salan didome. Dadgehê, got ku di pêvajoya darazê ya piştî bûyerê de tu lêkolînên teknîkê yên nû nehatine kirin, xwegihandina agahî û belgeyan zehmet nîne lê tevî vê jî doz hatiye vehêlandin. AYM’ê diyar kir ku ev rewş jî ne li gorî parastina mafê jiyanê ye.
AYM: DEWLETÊ XIZMETA XWE YA EWLEHIYÊ BICIH NE ANÎ
Di biryarê de hate destnîşankirin ku muhimat li cihekî nêzî gund hatiye dîtin û ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku îdareyê xizmeta ewlehiyê baş bicih ne aniye. Hat gotin ku di bûyerê de berpirsyartiya esasî ya dewletê ye. AYM’ê biryar da ku aliyê usûlê yê mafê jiyanê yê Borlukan hatiye binpêkirin.
SERLÊDANA DAYIK Û BAV HATIN REDKIRIN
Ji ber binpêkirina mafê jiyanê, biryar hate dayin ku 200 hezar TL tazmînata manewî ji Selçûk Borlukan re wer dayin. AYM’ê, ji bo serlêdanên dayik û bavên Borlukan Adîle û Mevlût Borlukan jî bi hinceta “mexdûr nînin” red kir.