RIHA - Li Wêranşarê bi hinceta parvekirinên medya civakî 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Wêranşara Rihayê polîs û leşkeran serê sibê li taxên Nergîslî, Aritir, Yenîşehîr, Azadî û Huriyetê yên navçeyê bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
Hat diyar kirin ku bi hinceta parvekirinên medya civakî her 5 kes hatin binçavkirin û li Midûryeta Polîsana navçeyê tên girtin.