Ji ber medya civakî li Wêranşarê 5 kes hatin binçavkirin 2018-06-19 14:09:16 RIHA - Li Wêranşarê bi hinceta parvekirinên medya civakî 5 kes hatin binçavkirin.  Li navçeya Wêranşara Rihayê polîs û leşkeran serê sibê li taxên Nergîslî, Aritir, Yenîşehîr, Azadî û Huriyetê yên navçeyê bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.    Hat diyar kirin ku bi hinceta parvekirinên medya civakî her  5 kes hatin binçavkirin û li Midûryeta Polîsana navçeyê tên girtin.