'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'

  • rojane
  • 09:13 19 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL - Namzetên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku ligel hemû astengiyan jî gel bi coşeke mezin tev li mîtînga Bakirkoyê bûye û niha jî dor dora ku ev coşa mîtîngê xwe di sindoqan de bide der. Namzetan got: "Em ê biroj dengê xwe bi kar bînin û paşê jî li pey sindoqan bin." 

HDP'ê roja yekşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîngeke mezin li dar xist. Bi sed hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Namzetên HDP'ê yên Stenbolê dîmena ku di mîtîngê de xwe da der şîrove kirin. Her wiha namzetan diyar kir ku di 24'ê Hezîranê de piştî dengdanê divê herkes sindoqan biparêze. 
 
KENANOGLÛ: EM VÊ COŞA MÎTÎNGÊ VEGUHÊZÎNIN SINDOQAN 
 
Namzetê HDP'ê Alî Kenanoglû got: "Ligel hemû astengiyan jî gel berê xwe da Bakirkoyê. Mirov li qadê hilnehatin. Ev hêza xwemal a HDP'ê û gel e û gelê me yê bi derfetên xwe hatin qadê careke din nîşan da ku dê xwedî li HDP'ê derkevin." Kenanoglû, destnîşan kir ku ji niha û pêve jî ya divê bê kirin ew e ku ew vê coşa mîtîngê veguhêzînin sindoqan. Kenanoglû got: "Di 24'ê Hezîranê de divê herkes dengê xwe bi kar bîne. Paşê bi vê coşa mîtîngê divê gelê me xwedî li sindoqan, vîna xwe derkeve. Eger em bi vî awayî, bi vê coşê bi ser bikevin, em ê êvara 24'ê Hezîranê dawî li vê Qesrê bînin." 
 
GULER: EM Ê LÎSTIKÊ XERA BIKIN 
 
Namzetê HDP'ê Mehmet Guler jî got: "Dengek tenê jî ji bo me gelekî girîng e. Em ê bi dengan vê pergalê birûxînin. Em ê lîstika îktîdara AKP'ê ya faşîst xera bikin. Çimkî li vir heta ku em û gel bi hev re bin em ê di sindoqan de jî bi ser bikevin." 
 
ERSOY: BÛYERA PIRSÛSÊ BÛ CIHÊ SEFERBERIYÊ 
 
Namzeta HDP'ê Oya Ersoy jî, diyar kir ku ew coşa li mîtîngê xwe da der, li Tirkiyeyê nîşaneya guherîna vînê ye. Ersoy bal kişand ser bûyera Pirsûsê jî û got: "Hemû kesên ku ligel çapemeniya derewkar AKP'ê divê HDP bendê derbas bike û di Meclîsê de be û dawî li rejîma dîktatoriyê bê, bi êrîşa li Pirsûsê bi awayekî zêde seferber bû." 
 
‘EM Ê BIROJ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN, PAŞÊ JÎ BIDIN PEY SINDOQÊN XWE' 
 
Ersoy, diyar kir ku divê ev lîstik bê xerakirin û got: "Wisa bawer dikim ku astengî çi dibin bila bibin, di vî 7 rojên dawî de çi dikin bila bin dê ev yek berovajî bê kirin. Teqez em ê berovajî bikin û em ê kesên ku xiyala serokatiyê dikin di sindoqan de veşêrin." Ersoy ji bo ewlehiya sindoqan jî got: "Em ê serê sibehê zû li ser sindoqan bin. Em ê biroj dengê xwe bi kar bînin û paşê em ê bidin dû sindoqên xwe. Em ê heta dawiyê li pey dengê xwe bin û em ê nehêlin tişta ku di 16'ê Nîsanê de kirin bikin." 
 
KATIRCIOGLÛ: LIGEL ÇEWISANDINAN JÎ GEL QADÊ TIJE KIR 
 
Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî, ji bo mîtîngê diyar kir ku li gorî mîtînêgên partiyên din tiştekî cuda bû û got: "Heyecaneke mîtînga li Bakirkoyê hebû. Ev yek pir girîng e. Çimkî heta niha HDP bi çewisandinên gelekî mezin re rû bi rû ma. Lê belê di mîtîngê de hat dîtin ku ligel çewisandinan jî em li vira ne, em bi hev re ne." Katircioglû, diyar kir ku ji bo HDP bendê derbas bike divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û got: "Di tûra duyemîn de çi dixwazin bila bikin, lê divê di tûra yekemîn de HDP bendê derbas bike. Ligel vê divê xwedî li sindoqan bê derketin. Divê piştî dnegdanê nebêjin em biçin. Çimkî hêza li hemberî me dê gelek tiştan bike. Loma piştî dengdanê divê em li ser sindoqan bisekinin." 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn