'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin' 2018-06-19 09:13:48 STENBOL - Namzetên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku ligel hemû astengiyan jî gel bi coşeke mezin tev li mîtînga Bakirkoyê bûye û niha jî dor dora ku ev coşa mîtîngê xwe di sindoqan de bide der. Namzetan got: "Em ê biroj dengê xwe bi kar bînin û paşê jî li pey sindoqan bin."  HDP'ê roja yekşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîngeke mezin li dar xist. Bi sed hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Namzetên HDP'ê yên Stenbolê dîmena ku di mîtîngê de xwe da der şîrove kirin. Her wiha namzetan diyar kir ku di 24'ê Hezîranê de piştî dengdanê divê herkes sindoqan biparêze.    KENANOGLÛ: EM VÊ COŞA MÎTÎNGÊ VEGUHÊZÎNIN SINDOQAN    Namzetê HDP'ê Alî Kenanoglû got: "Ligel hemû astengiyan jî gel berê xwe da Bakirkoyê. Mirov li qadê hilnehatin. Ev hêza xwemal a HDP'ê û gel e û gelê me yê bi derfetên xwe hatin qadê careke din nîşan da ku dê xwedî li HDP'ê derkevin." Kenanoglû, destnîşan kir ku ji niha û pêve jî ya divê bê kirin ew e ku ew vê coşa mîtîngê veguhêzînin sindoqan. Kenanoglû got: "Di 24'ê Hezîranê de divê herkes dengê xwe bi kar bîne. Paşê bi vê coşa mîtîngê divê gelê me xwedî li sindoqan, vîna xwe derkeve. Eger em bi vî awayî, bi vê coşê bi ser bikevin, em ê êvara 24'ê Hezîranê dawî li vê Qesrê bînin."    GULER: EM Ê LÎSTIKÊ XERA BIKIN    Namzetê HDP'ê Mehmet Guler jî got: "Dengek tenê jî ji bo me gelekî girîng e. Em ê bi dengan vê pergalê birûxînin. Em ê lîstika îktîdara AKP'ê ya faşîst xera bikin. Çimkî li vir heta ku em û gel bi hev re bin em ê di sindoqan de jî bi ser bikevin."    ERSOY: BÛYERA PIRSÛSÊ BÛ CIHÊ SEFERBERIYÊ    Namzeta HDP'ê Oya Ersoy jî, diyar kir ku ew coşa li mîtîngê xwe da der, li Tirkiyeyê nîşaneya guherîna vînê ye. Ersoy bal kişand ser bûyera Pirsûsê jî û got: "Hemû kesên ku ligel çapemeniya derewkar AKP'ê divê HDP bendê derbas bike û di Meclîsê de be û dawî li rejîma dîktatoriyê bê, bi êrîşa li Pirsûsê bi awayekî zêde seferber bû."    ‘EM Ê BIROJ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN, PAŞÊ JÎ BIDIN PEY SINDOQÊN XWE'    Ersoy, diyar kir ku divê ev lîstik bê xerakirin û got: "Wisa bawer dikim ku astengî çi dibin bila bibin, di vî 7 rojên dawî de çi dikin bila bin dê ev yek berovajî bê kirin. Teqez em ê berovajî bikin û em ê kesên ku xiyala serokatiyê dikin di sindoqan de veşêrin." Ersoy ji bo ewlehiya sindoqan jî got: "Em ê serê sibehê zû li ser sindoqan bin. Em ê biroj dengê xwe bi kar bînin û paşê em ê bidin dû sindoqên xwe. Em ê heta dawiyê li pey dengê xwe bin û em ê nehêlin tişta ku di 16'ê Nîsanê de kirin bikin."    KATIRCIOGLÛ: LIGEL ÇEWISANDINAN JÎ GEL QADÊ TIJE KIR    Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî, ji bo mîtîngê diyar kir ku li gorî mîtînêgên partiyên din tiştekî cuda bû û got: "Heyecaneke mîtînga li Bakirkoyê hebû. Ev yek pir girîng e. Çimkî heta niha HDP bi çewisandinên gelekî mezin re rû bi rû ma. Lê belê di mîtîngê de hat dîtin ku ligel çewisandinan jî em li vira ne, em bi hev re ne." Katircioglû, diyar kir ku ji bo HDP bendê derbas bike divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û got: "Di tûra duyemîn de çi dixwazin bila bikin, lê divê di tûra yekemîn de HDP bendê derbas bike. Ligel vê divê xwedî li sindoqan bê derketin. Divê piştî dnegdanê nebêjin em biçin. Çimkî hêza li hemberî me dê gelek tiştan bike. Loma piştî dengdanê divê em li ser sindoqan bisekinin."    MA / Sadiye Eser