Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin

  • rojane
  • 19:05 18 Hezîran 2018
  • |
img
 
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan tev li Mîtînga HDP'ê ya Mêrsînê bû û xîtabî deh hezaran kir. Buldan, diyar kir ku dê bi hevre bi ser bikevin û bi hevre hemû ziman, bawerî û rengan azad bikin. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan rexne kir û got: "Ji ber têk çûn îtîfaqa Cumhur ava kirin. Vê yekê jî ew xelas nekirin niha Tansu Çîller û Mehmet Agar bi hawara xwe tînin û îtîfaqa Sûsûrlukê ava dikin. Lê ev jî dê wan xelas neke. Çawa me Çîller şand em dê Erdogan jî bişînin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mêrsînê mîtîng pêk anî. Mîtînga HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pêkir. Bi deh hezaran kes bi coşek mezin kom bûn û bê navber dirûşmeyan berz dikin. Nûneren rêxistinên demokratîk, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Namzetên HDP'ê û gelek kesên din jî tev li mîtînge bûn. Piştî rêzgirtinê hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn govend gerandin û bê navber dirûşme berz kirin. Piştî muzîkê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan tev li Mîtînga HDP'ê ya Mêrsînê bû û xîtabî deh hezaran kir. Buldan, diyar kir ku dê bi hevre bi ser bikevin û bi hevre hemû ziman, bawerî û rengan azad bikin. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan rexne kir û got: "Ji ber têk çûn îtîfaqa Cumhur ava kirin. Vê yekê jî ew xelas nekirin niha Tansu Çîller û Mehmet Agar bi hawara xwe tînin û îtîfaqa Sûsûrlukê ava dikin. Lê ev jî dê wan xelas neke. Çawa me Çîller şand em dê Erdogan jî bişînin." 
 
ÎTÎFAQA SÛSURLUKE JÎ NIKARE WAN XELAS BIKE
 
Axaftina Buldan wiha ye:  
 
Ji ber ku ez li bajarê Leyla Şöylemez û Ozgecan in ez pir kêfxweş im. Mersin bajarê pir çandî û baweriyan e. Bajarê aştî û azadiyê e. Bajarê Kurd, Tirk, Yoruk, Ereb, Elewî, Laz û gelen din e. Bi hevre di nava aştiyê de dijîn. Rengê HDP'ê ye. Ji ber vê yekê HDP Mêrsîn e û Mêrsîn HDP ye. Em li her bajarî û di her hevdîtin û mîtîngan de bi coşek mezin tên pêşwazî kirin. Ji ber ku her kes dixwaze AKP û Erdogan biçe. Ev coş û moral encam û rengê vê yekê ye. Ev reng û coşa  we bê guman hûn dê di 24'ê Heziranê de li sindoqan nîşan bidin. Bila fikr û şika tu kesi tune be ku em dê bi hevre aştî, aramî, azadî, demokrasî, edalet, çand û baweriyan bi hevre bijîn. 
 
HER KES JI ÇÛNA AKP'Ê RE DIBÊJE ERÊ 
 
Îro kurd, elewî, ereb jin, ciwan û hemû beşên civakê ji çûna AKP'ê re dibêjin erê û dê wan di sindoqê de defin bikin. Em têkoşîna ku her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn didin. Lê ew têkoşîna yek zilamî û şer dimeşînin. Wan ji şer, înkar û redê bêtir tiştek neanî. Hemû zilm li gelê kurdan kirin. Baweriya elewiyan înkar kirin. Hemû astengî li pêş jinê derxistin. 
 
WAN SANTRALÊN NUKLEERÊ YA AKKUYU JI BO MÊRSÎNÊ REWA DÎTIN
 
16 salin ev welat kir welatê herî xirab. Zilma ku anîn Tirkiye anîn Mêrsînê jî. Tişta ku ji bo gelê Mêrsînê rewa dibînin Santrala Nurleer Enerjiyê anîn Akkuyu. Tevî ku gelê Mêrsînê ev yek nexwest jî AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe bingehê wê avêtin. Lê Mêrsîniyên ku ji Santrala Nukleerê ya Akkuyu re gotin na dê di 24'ê Hezîranê de tercîha xwe bikin. Li Mêrsînê xizanî, betalî heye. Ciwan betal in û li kahweyan rûdinê. Lê Serokomarê vî welatî piştî 16 salin hêj nû dibêje ez dê kahweyan vekim. Ciwan û gelê Mêrsînê kahweyan naxwaze. Ew kar û siberoja azad dixwazin. 
 
PERE LI S-400'AN XERÇ KIRIN Û ABORÎ TÊK BIRIN
 
Ji bo hemû pereyên vî welatî li F-16 û S-400'an xerç bike polîtîka pêş bixe. Wan aboriya vî welatî tev li şer xerç kir û têk birin. Li şûna balafirgeha 3'emîn û Pira 3'emîn ava bikin dikaribûn pira di navbera gelan de ava bikirana. Îro Partiya me HDP'ê wekî teror bi nav dike. Dijminantiyê di nava gelan de diçîne. Lê HDP partiya aştî û çareseriyê ye. 6 milyon mirov deng dane partiya me. Li gel vê reyê heriyê davê partiya me. Derewan dikin û bêbextiyan dixin situyê partiya me û Demîrtaş. Her kes dizane ku HDP di bin bendê de bimîne, dê demokrasî û aştî jî bikeve. Dixwazin me di bin bendê de bihêlin. Ji bo vê yekê dê serî li hemû hîle û xurdeyan bidin. Lê gelê Mêrsînê dê li dengê xwe jî û li sindoqên xwe jî xwedî derkeve. 
 
 
TIFAQA SÛSÛRLUKÊ AVA KIRIN
 
Duh we mîtînga Recep Beg dît. Berê îtêfaqa Cumhur hebû. Lê vê yekê têra wan nekir. Ew xelas nekirin Niha tifaqa Tansû Cîller û Mehmet Agar jî lê zêde kir. Îtîfaqa Susurluk ava kirin. Dixwazin welat bibin salên 1990'an. Lê em HDP destûr nadin. Em dê daxwaza wan di qirika wan de bihêlin. Me Çîller bir ku em dê Erdogan jî bibin wir. 
 
Em dê wêrek bin, em dê bi bawerî bin û em dê bi biryar bin. Ger ku em wêrek û bi bawerî bin em dê hemû xerabiyan û zordestiyan bişînin.  Me tevan Pirsûs dît. Ji bo ku nikaribûn gelê Pirsûsê teslîm bigirin lîstik amade kirin. Li Pirsûsê serî li provoyasyonan dan. Namzetekî AKP'ê bi xwe dibêje xwestin Roboskiyek nû ava bikin. Lê bi ser nekevin. Di nava van lîstikên li Pirsûsê de AKP û ev îtîefaq heye. Me berê ev lîstik dîtin. Tu kesî Roboskî, Enqere, Pirsûs, Teqîna Amedê, şewitandina gundan, xerakirina bajaran ji bîr nekir.  Êdî gelê me ji derew û lîstikê we bawer nakin. Gelê me biryara xwe daye dê vê lîstika we xera bike. Gelê me dê di 24'ê hezîranê de sîleyekê wisa li we bide êdî hûn nikaribin serê xwe rakin. 
 
Gelê Mêrsînê ji bo pêşeroja xwe û vîna xwe her dem daketin qadan. Her dem dene xwe bilind kir. Şandina namzetan a meclîsê jî herî zêde erk û peywira we jinan e. Ez bi we bawerim.  Ne tenê HDP namzetê partiya me Selahattîn Demîrtaş jî bi partî û serokomaran re di pêşbirgê de ye. Wekî HDP'ê Namzetê me Demîrtaş jî di şertên ne wekhev de di pêşbirgê de ye. Namzetê me di girtîgehê de di pêşbirgê de ye. 
 
Dikarin wî di nava çar dîwaran de bigirin. Lê nikarin wî ji dilê milyonan derxin. Roja ku Demîrtaş vî welatî bi rêve bibe pir nêzîk e. Ew ji piştî 24'e Hezîranê ye. 
 
Bi girtina Şaredarên Akdenîzê û tayînkirina qeyûmê neheqiyek mezin li wer kirin. Lê em dizanin ku dê dîsa bên ser kar. Ger ku em bi ser bikevin dê her kes bi zimanê xwe bi axive, bi zimanê xwe perwerde bibe û azad baweriya xwe bijîn. Ev firsenda dawî ye. Ji bo her kes bi zimanê xwe bi axive. Azad baweriyên xwe bijîn û azad pêşeroja xwe diyar bikin divê di 24'e Heziranê de li ser sindoqê biryara rast bide. Di vî aliyî de heta dawî baweriya me ji we heye. Hekû kesên ku bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin dê tev li karên xwe vegerin. HDP dê vî welatî ji OHAL'ê rizgar bike. Dê vî welatî ji KHK'yan rizgar bike. Ji ber vê yekê 24'ê Hezîranê firsend e û girîng e. Em dê li Mêrsînê serkeftinek mezin bi dest bixin. Em ji we bawerin. Serkeftin ij we re. An serekftin An serekftin Rêya me û rêya we vekirî be. Em bi hevre li vê qadê govenda azadiyê bigirin. 
 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn