Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin 2018-06-18 19:05:07     MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan tev li Mîtînga HDP'ê ya Mêrsînê bû û xîtabî deh hezaran kir. Buldan, diyar kir ku dê bi hevre bi ser bikevin û bi hevre hemû ziman, bawerî û rengan azad bikin. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan rexne kir û got: "Ji ber têk çûn îtîfaqa Cumhur ava kirin. Vê yekê jî ew xelas nekirin niha Tansu Çîller û Mehmet Agar bi hawara xwe tînin û îtîfaqa Sûsûrlukê ava dikin. Lê ev jî dê wan xelas neke. Çawa me Çîller şand em dê Erdogan jî bişînin."    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mêrsînê mîtîng pêk anî. Mîtînga HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pêkir. Bi deh hezaran kes bi coşek mezin kom bûn û bê navber dirûşmeyan berz dikin. Nûneren rêxistinên demokratîk, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Namzetên HDP'ê û gelek kesên din jî tev li mîtînge bûn. Piştî rêzgirtinê hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn govend gerandin û bê navber dirûşme berz kirin. Piştî muzîkê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan tev li Mîtînga HDP'ê ya Mêrsînê bû û xîtabî deh hezaran kir. Buldan, diyar kir ku dê bi hevre bi ser bikevin û bi hevre hemû ziman, bawerî û rengan azad bikin. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan rexne kir û got: "Ji ber têk çûn îtîfaqa Cumhur ava kirin. Vê yekê jî ew xelas nekirin niha Tansu Çîller û Mehmet Agar bi hawara xwe tînin û îtîfaqa Sûsûrlukê ava dikin. Lê ev jî dê wan xelas neke. Çawa me Çîller şand em dê Erdogan jî bişînin."    ÎTÎFAQA SÛSURLUKE JÎ NIKARE WAN XELAS BIKE   Axaftina Buldan wiha ye:     Ji ber ku ez li bajarê Leyla Şöylemez û Ozgecan in ez pir kêfxweş im. Mersin bajarê pir çandî û baweriyan e. Bajarê aştî û azadiyê e. Bajarê Kurd, Tirk, Yoruk, Ereb, Elewî, Laz û gelen din e. Bi hevre di nava aştiyê de dijîn. Rengê HDP'ê ye. Ji ber vê yekê HDP Mêrsîn e û Mêrsîn HDP ye. Em li her bajarî û di her hevdîtin û mîtîngan de bi coşek mezin tên pêşwazî kirin. Ji ber ku her kes dixwaze AKP û Erdogan biçe. Ev coş û moral encam û rengê vê yekê ye. Ev reng û coşa  we bê guman hûn dê di 24'ê Heziranê de li sindoqan nîşan bidin. Bila fikr û şika tu kesi tune be ku em dê bi hevre aştî, aramî, azadî, demokrasî, edalet, çand û baweriyan bi hevre bijîn.    HER KES JI ÇÛNA AKP'Ê RE DIBÊJE ERÊ    Îro kurd, elewî, ereb jin, ciwan û hemû beşên civakê ji çûna AKP'ê re dibêjin erê û dê wan di sindoqê de defin bikin. Em têkoşîna ku her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn didin. Lê ew têkoşîna yek zilamî û şer dimeşînin. Wan ji şer, înkar û redê bêtir tiştek neanî. Hemû zilm li gelê kurdan kirin. Baweriya elewiyan înkar kirin. Hemû astengî li pêş jinê derxistin.    WAN SANTRALÊN NUKLEERÊ YA AKKUYU JI BO MÊRSÎNÊ REWA DÎTIN   16 salin ev welat kir welatê herî xirab. Zilma ku anîn Tirkiye anîn Mêrsînê jî. Tişta ku ji bo gelê Mêrsînê rewa dibînin Santrala Nurleer Enerjiyê anîn Akkuyu. Tevî ku gelê Mêrsînê ev yek nexwest jî AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe bingehê wê avêtin. Lê Mêrsîniyên ku ji Santrala Nukleerê ya Akkuyu re gotin na dê di 24'ê Hezîranê de tercîha xwe bikin. Li Mêrsînê xizanî, betalî heye. Ciwan betal in û li kahweyan rûdinê. Lê Serokomarê vî welatî piştî 16 salin hêj nû dibêje ez dê kahweyan vekim. Ciwan û gelê Mêrsînê kahweyan naxwaze. Ew kar û siberoja azad dixwazin.    PERE LI S-400'AN XERÇ KIRIN Û ABORÎ TÊK BIRIN   Ji bo hemû pereyên vî welatî li F-16 û S-400'an xerç bike polîtîka pêş bixe. Wan aboriya vî welatî tev li şer xerç kir û têk birin. Li şûna balafirgeha 3'emîn û Pira 3'emîn ava bikin dikaribûn pira di navbera gelan de ava bikirana. Îro Partiya me HDP'ê wekî teror bi nav dike. Dijminantiyê di nava gelan de diçîne. Lê HDP partiya aştî û çareseriyê ye. 6 milyon mirov deng dane partiya me. Li gel vê reyê heriyê davê partiya me. Derewan dikin û bêbextiyan dixin situyê partiya me û Demîrtaş. Her kes dizane ku HDP di bin bendê de bimîne, dê demokrasî û aştî jî bikeve. Dixwazin me di bin bendê de bihêlin. Ji bo vê yekê dê serî li hemû hîle û xurdeyan bidin. Lê gelê Mêrsînê dê li dengê xwe jî û li sindoqên xwe jî xwedî derkeve.      TIFAQA SÛSÛRLUKÊ AVA KIRIN   Duh we mîtînga Recep Beg dît. Berê îtêfaqa Cumhur hebû. Lê vê yekê têra wan nekir. Ew xelas nekirin Niha tifaqa Tansû Cîller û Mehmet Agar jî lê zêde kir. Îtîfaqa Susurluk ava kirin. Dixwazin welat bibin salên 1990'an. Lê em HDP destûr nadin. Em dê daxwaza wan di qirika wan de bihêlin. Me Çîller bir ku em dê Erdogan jî bibin wir.    Em dê wêrek bin, em dê bi bawerî bin û em dê bi biryar bin. Ger ku em wêrek û bi bawerî bin em dê hemû xerabiyan û zordestiyan bişînin.  Me tevan Pirsûs dît. Ji bo ku nikaribûn gelê Pirsûsê teslîm bigirin lîstik amade kirin. Li Pirsûsê serî li provoyasyonan dan. Namzetekî AKP'ê bi xwe dibêje xwestin Roboskiyek nû ava bikin. Lê bi ser nekevin. Di nava van lîstikên li Pirsûsê de AKP û ev îtîefaq heye. Me berê ev lîstik dîtin. Tu kesî Roboskî, Enqere, Pirsûs, Teqîna Amedê, şewitandina gundan, xerakirina bajaran ji bîr nekir.  Êdî gelê me ji derew û lîstikê we bawer nakin. Gelê me biryara xwe daye dê vê lîstika we xera bike. Gelê me dê di 24'ê hezîranê de sîleyekê wisa li we bide êdî hûn nikaribin serê xwe rakin.    Gelê Mêrsînê ji bo pêşeroja xwe û vîna xwe her dem daketin qadan. Her dem dene xwe bilind kir. Şandina namzetan a meclîsê jî herî zêde erk û peywira we jinan e. Ez bi we bawerim.  Ne tenê HDP namzetê partiya me Selahattîn Demîrtaş jî bi partî û serokomaran re di pêşbirgê de ye. Wekî HDP'ê Namzetê me Demîrtaş jî di şertên ne wekhev de di pêşbirgê de ye. Namzetê me di girtîgehê de di pêşbirgê de ye.    Dikarin wî di nava çar dîwaran de bigirin. Lê nikarin wî ji dilê milyonan derxin. Roja ku Demîrtaş vî welatî bi rêve bibe pir nêzîk e. Ew ji piştî 24'e Hezîranê ye.    Bi girtina Şaredarên Akdenîzê û tayînkirina qeyûmê neheqiyek mezin li wer kirin. Lê em dizanin ku dê dîsa bên ser kar. Ger ku em bi ser bikevin dê her kes bi zimanê xwe bi axive, bi zimanê xwe perwerde bibe û azad baweriya xwe bijîn. Ev firsenda dawî ye. Ji bo her kes bi zimanê xwe bi axive. Azad baweriyên xwe bijîn û azad pêşeroja xwe diyar bikin divê di 24'e Heziranê de li ser sindoqê biryara rast bide. Di vî aliyî de heta dawî baweriya me ji we heye. Hekû kesên ku bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin dê tev li karên xwe vegerin. HDP dê vî welatî ji OHAL'ê rizgar bike. Dê vî welatî ji KHK'yan rizgar bike. Ji ber vê yekê 24'ê Hezîranê firsend e û girîng e. Em dê li Mêrsînê serkeftinek mezin bi dest bixin. Em ji we bawerin. Serkeftin ij we re. An serekftin An serekftin Rêya me û rêya we vekirî be. Em bi hevre li vê qadê govenda azadiyê bigirin.