STENBOL - Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1042'yemîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1042'yemîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya wê heftê de li aqûbeta Yusuf Erîşti ê ku di 14'ê Adara 1991'an de li Stenbolê hatî windakirin hat pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xendin. Gulseren Yolerî di destpêke de bal kişand ser doza Dayikên Şemiyê ya ku biryara beraetê hatî dayîn û got: "Li Qada Galatasarayê çalakî li darxistin ne sûc e û yek yek carek din hat teqeskirin. Lê em carekdin bang li Wezîrê Karê Hindurîn Alî Yerlîkaya dikin ku bila barikatên li vir rakin."
Gulseren Yolerî dû re serpêhatiya Yusuf Erîştî anî ziman û got: "34 sal beriya niha hat windakirin û em îro carek din li aqûbeta wî dipirsin. Yusuf Erîşti 30 salî bû hat binçavkirin û dû rê tu agahî jê nehat girtin. Çend şahîdan wî li di binçavan de dîtibin jî tu agahî nehatin bidestxistin. Her wiha şahîd jî dûr hatin tehdîtkirin. Heta niha 30 daxwazname hat dayîn lê tu carî lêpirsîn nehat destpêkirin.
Em îro carekdin bang li darazê dikin! Dev jî polîtîkayên bêcezahiştinê berdin. Derbarê dosyaya Yusuf Erîştî de lêpirsineke bi bandor bidin destpê kirin."