Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’

  • rojane
  • 13:39 18 Hezîran 2018
  • |
img
RIHA - Xwişka Esvet Şenyaşar ê bi du kurê xwe re ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin Halîse Şenyaşar, diyar kir ku wan rapoar otopsiyê xwestin, lê ji wan re gotin “Em nadin, hîna ferman ji bo me nehatiye dayîn.”
 
Xwişka Esvet Şenyaşar ê bi du kurê xwe Adîl û Celal Şenyaşar re ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya  Pirsûsa Rihayê hatin kuştin Halîse Şenyaşar axivî û wiha  got: “Birayê min berî bûyerê dû rojan got ‘evê bibin belaya serê me’ û ji bo vê yekê 2 rojan dikan xwe venekir. Em rapora otopsi otopsi xwest. Lê gotin ‘Em nadin, ferman nehatiye.’” 
 
'ERDOGAN BI ZANEBÛN EW BI HÊZ KIRIN'
 
Xwiş Şenyaşar, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi zanbûn malbata Îbrahîm Halîl Yildiz bi hêz kirin û wiha bilêv kir: “Erdogan bi zanebûn malbata Yildiz bi hêz kirin. Bi zanebûn ew kir wekîl. Ew jî li ser navê Erdogan hat û deng xwestin. Em Kurd dengê xwe nadin wî. Ma hûn ji Xwedê natirsin? Ev li Pirsûsê selefxur bûn. Gava ji mirovan pere nedikarin bigirin, vê carê jin û keçên wan desteser dikirin.” 
 
BANG LI KILIÇDAROGLU KIR: WERIN PIRSÛSÊ
 
Şenyaşar, bang li Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha domand: “Were Pirsûsê û hemû tiştî bi çavên xwe bibîne. Werin vê hotiyê û heqaretên li Kurdan tên kirin bibînin. Piştî birayê min dikujin, di baxçê nexweşxaneyê de bi gotina ‘Hemd ji Xwedê re me terorîst kuştin’ qîr dikin. Ev ji bo Kurdan bikujin, li vê derê ne.” 
 
'BIJÎŞK Û HEMŞÎRE JI HÛNDIR DERXISTIN'
 
Şenyaşar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Roja bûyerê birayê min û 5 kurê wî bi guleyan birîndar dikin. Gava birayê min êrîşê dibihîse baz dide nexweşxanê. Wî û 2 kurê wî li nexweşxanê dikujinn. Bi îşkenceyê wan dikujin. DAIŞ jî wisan nake. Bila hemû cîhan dengê me bibihîsin. Li Pirsûsê komkujî pêk hat. Li Pirsûsê dixwazin Kurdan tune bikin. Destê dayîk û bavê wan de çek tunebûn. Ji bo zarokên xwe bipirsin diçin nexweşxanê. Bi tupê li serê wî dixin û stûyê wî dişkînin. Hewl didin stûyê wî jê bikin. Hêsinê serûman pêve dikin, bi zikê wî re dikin. Bijîşk û hemşîreyan ji hûn derdixin û bi îşkenceyê wan dikujin.”
 
'EVÊ BIBIN BELAYA SERÊ ME'
 
Şenyaşar, bertek nîşanî nûçeyên “PKK’iyan êrîşî AKP’iyan kirin” ên di çapemeniyê de derketin da û wiha bilêv kir: “Birayê min çûbû Hecê û hatibû. Hemû Pirsûsî wî nas dikin. Erdogan daxuyanî dide û dibêje ‘PKK’î’ bû. Birayê min û zarokên xwe dikandar bûn. Raste em Kurdin û em ê dengê xwe bidin partiya  Kurdan. Em ê Tu carî dengê xwe nedin wan. Berî bûyerê bi rojan diçin dikanê. Birayê min Esvet ji ber ku ji wan aciz dibe 2 rojan deriyê dikana xwe venadke. Tim digot ‘Ev dê belayê bînin serê me.’ Birayê min ji wan re gotiye neyîn, lê roja dawî bi çekên xwe ketin dikanê û hemû gule baran kirin.”
 
'RAPORA OTOPSIYÊ NADIN’
 
Şenyaşar, dest nîşan kir ku encamê otopsiyê nadin wan û wiha rêz kir: “Me endamê otosiyê xwest, lê ji me re gotin ‘em nadin, hîna ew ferman ji me re nehatiye.’ Gelo çima rapor nadin me. Ew rapor dê hemû tiştî derbixe holê.” 
 
 Şenyaşar, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Biraziyê min Fadil dibin çavan de jê re dibêjin ‘bav û birayên te mirîn.’ Ji xwe wan qetil û kurê wî yê din jî girtin. Ez dozger gilî dikim. Çawan dibe ku agahiyek wisan bi êş ji biraziyê min re bêje? Armanca wan ew ku wî jî di dema îfade dayînê bikuşin. Qey dixwazin ji qehran bimire. Ez polîsên Pirsûsê jî gilî dikim. Karê xwe bi cih ne anîn.”

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn