Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’ 2018-06-18 13:39:48   RIHA - Xwişka Esvet Şenyaşar ê bi du kurê xwe re ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin Halîse Şenyaşar, diyar kir ku wan rapoar otopsiyê xwestin, lê ji wan re gotin “Em nadin, hîna ferman ji bo me nehatiye dayîn.”   Xwişka Esvet Şenyaşar ê bi du kurê xwe Adîl û Celal Şenyaşar re ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya  Pirsûsa Rihayê hatin kuştin Halîse Şenyaşar axivî û wiha  got: “Birayê min berî bûyerê dû rojan got ‘evê bibin belaya serê me’ û ji bo vê yekê 2 rojan dikan xwe venekir. Em rapora otopsi otopsi xwest. Lê gotin ‘Em nadin, ferman nehatiye.’”    'ERDOGAN BI ZANEBÛN EW BI HÊZ KIRIN'   Xwiş Şenyaşar, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi zanbûn malbata Îbrahîm Halîl Yildiz bi hêz kirin û wiha bilêv kir: “Erdogan bi zanebûn malbata Yildiz bi hêz kirin. Bi zanebûn ew kir wekîl. Ew jî li ser navê Erdogan hat û deng xwestin. Em Kurd dengê xwe nadin wî. Ma hûn ji Xwedê natirsin? Ev li Pirsûsê selefxur bûn. Gava ji mirovan pere nedikarin bigirin, vê carê jin û keçên wan desteser dikirin.”    BANG LI KILIÇDAROGLU KIR: WERIN PIRSÛSÊ   Şenyaşar, bang li Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha domand: “Were Pirsûsê û hemû tiştî bi çavên xwe bibîne. Werin vê hotiyê û heqaretên li Kurdan tên kirin bibînin. Piştî birayê min dikujin, di baxçê nexweşxaneyê de bi gotina ‘Hemd ji Xwedê re me terorîst kuştin’ qîr dikin. Ev ji bo Kurdan bikujin, li vê derê ne.”    'BIJÎŞK Û HEMŞÎRE JI HÛNDIR DERXISTIN'   Şenyaşar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Roja bûyerê birayê min û 5 kurê wî bi guleyan birîndar dikin. Gava birayê min êrîşê dibihîse baz dide nexweşxanê. Wî û 2 kurê wî li nexweşxanê dikujinn. Bi îşkenceyê wan dikujin. DAIŞ jî wisan nake. Bila hemû cîhan dengê me bibihîsin. Li Pirsûsê komkujî pêk hat. Li Pirsûsê dixwazin Kurdan tune bikin. Destê dayîk û bavê wan de çek tunebûn. Ji bo zarokên xwe bipirsin diçin nexweşxanê. Bi tupê li serê wî dixin û stûyê wî dişkînin. Hewl didin stûyê wî jê bikin. Hêsinê serûman pêve dikin, bi zikê wî re dikin. Bijîşk û hemşîreyan ji hûn derdixin û bi îşkenceyê wan dikujin.”   'EVÊ BIBIN BELAYA SERÊ ME'   Şenyaşar, bertek nîşanî nûçeyên “PKK’iyan êrîşî AKP’iyan kirin” ên di çapemeniyê de derketin da û wiha bilêv kir: “Birayê min çûbû Hecê û hatibû. Hemû Pirsûsî wî nas dikin. Erdogan daxuyanî dide û dibêje ‘PKK’î’ bû. Birayê min û zarokên xwe dikandar bûn. Raste em Kurdin û em ê dengê xwe bidin partiya  Kurdan. Em ê Tu carî dengê xwe nedin wan. Berî bûyerê bi rojan diçin dikanê. Birayê min Esvet ji ber ku ji wan aciz dibe 2 rojan deriyê dikana xwe venadke. Tim digot ‘Ev dê belayê bînin serê me.’ Birayê min ji wan re gotiye neyîn, lê roja dawî bi çekên xwe ketin dikanê û hemû gule baran kirin.”   'RAPORA OTOPSIYÊ NADIN’   Şenyaşar, dest nîşan kir ku encamê otopsiyê nadin wan û wiha rêz kir: “Me endamê otosiyê xwest, lê ji me re gotin ‘em nadin, hîna ew ferman ji me re nehatiye.’ Gelo çima rapor nadin me. Ew rapor dê hemû tiştî derbixe holê.”     Şenyaşar, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Biraziyê min Fadil dibin çavan de jê re dibêjin ‘bav û birayên te mirîn.’ Ji xwe wan qetil û kurê wî yê din jî girtin. Ez dozger gilî dikim. Çawan dibe ku agahiyek wisan bi êş ji biraziyê min re bêje? Armanca wan ew ku wî jî di dema îfade dayînê bikuşin. Qey dixwazin ji qehran bimire. Ez polîsên Pirsûsê jî gilî dikim. Karê xwe bi cih ne anîn.”