WAN - Li Wanê ku coşa Newrozê dest pê kiriye, kar û barên terziyan zêde bû. Jin ji bo kiras-fîstanan diçin terzîyan û ciwan jî şal û şepikan tercîh dikin.
Îsal wê li 89 navendan agirê Newrozê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk"bê pêxistin. Amadekariyên Newroza ku wê di 19'ê Adarê de li derûdora Kela Wanê bê pîrozkirin, li Wanê bênavber dewam dikin. Ji aliyekî ve li qadan bang tê kirin, li aliyê din terzî jî bênavber dixebitin. Jin û ciwan, bi kelecaneke mezin li benda Newrozê ne û ji bo kincên herêmî yên ku dê li xwe bikin, dest bi amadekariyan kirin.
Jin ji bo kiras, cil û bergên ku wê qadê birengîne û ciwan jî ji bo şal û şepikan herikîn terzîxaneyan. Terziyên ku ji ber sîparîşan zêde dixebitin, ji niha ve coşa Newrozê xwe li wan girtiye.
Evîn Babûr a ku bi salan e li bajêr terzîtiyê dike, piştî pandemiyê dikan vekir. Evîn Babûrê got: “Nêzî 4 sal in ez tenê karê cilûbergan dikim. Daxwazek mezin a jinan heye. Hem ji hêla qada karsaziyê û hem jî di warê sîparîşan de zêde kar heye. Li aliyê din em berhemên heyî jî bi kirê didin û difiroşin. Bi taybetî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Newrozê daxwaz zêde dibin. Bi vî awayî em kêfxweş in ku hem çanda me belav dibe hem jî qezenca aborî zêde dibe. Her sal ji bo van rojan amadekariyên taybet tên kirin. Bi taybetî jin, amadekariya Newrozê dikin."
Evîn Babûrê diyar kir ku hebûna gel nasname û çanda wan e û got: “Jin tu carî dest ji çanda xwe bernadin. Di 8'ê Adarê û Newrozê de cil û bergên xwe yên herêmî bi baldarî didirûnin û bi hemû rengên xwe nîşan didin. Min ji bo 8'ê Adarê ji xwe re kincekî taybet dirût. Ez ê ji bo Newrozê cil û bergekê amade bikim. Newroz îsal wê di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin û her ku dem nêzîk dibe daxwaz jî zêde dibin. Hem daxwazên ji bo caw û hem jî daxwazên ji bo terzî hene. Niha karê me zêde ye. Em bi coş û kelecana Newrozê xizmeta gelê xwe dikin."
COŞA NEWROZÊ
Serhat Yîgît ku kiras-fîstanan difiroşe, diyar kir ku bi salan e vî karî dike û her sal di meha Adarê de ev kar zêdetir dibe. Yîgît got: “Jinên ku tên ji bo Newrozê cil bikirin, bi gelemperî qumaşê şîfon tercîh dikin. Di van çend rojên dawîn de qumaşê şîfon pir zêde bûye. Ji bo Newrozê li şûna kiras-fîstanên giran cil û bergên sivik tên tercîhkirin. Niha cilfiroş, terzî û cihên kirêkirinê pir mijûl in. Gel bi coşeke mezin xwe ji bo Newrozê amade dike."
Recep Kodaşê ku piranî şal û şapikan didirû, diyar kir ku 15 sal in vî karî dike. Kodaş ev tişt anîn ziman: “Ji ber Newrozê qelebalixiyek zêde heye. Daxwazên şal û şapikê hene. Bi taybetî daxwaz ji derve zêde ye. Bi taybetî ciwan qumaşê leşkeriyê tercîh dikin. Di vê demê de, em herî zêde wî qumaşê difiroşin. Bi taybetî ji ciwanên 18-25 salî daxwazek zêde heye. Dîsa jin bi taybetî ji bo Newrozê cil û bergên leşkeriyê tercîh dikin."
MA / Rûken Polat-Ozlem Yacan