Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî

  • rojane
  • 12:26 18 Hezîran 2018
  • |
img
RIHA -  Dayîk Emîne Şenyaşar a di êrîşa Pirsûsê de hevjînê wê Esvet û kurên wê Adîl û Celal Şenyaşar hatin kuştin, kuştina hevjînê xwe ya li ber çavên wê pêk hat vegot. Şenyaşar, diyar kir ku çawa ku êrîşê dest pê kir, polîs ji nexweşxanê derketin û got: “Polîsek bi tenê ma bû, ligel ku min ji wî alîkarî xwest jî, tiştek nekir. Kesê ku hevjînê min kuşt dikarim teşhîs bikim.”
 
 Emîne Şenyaşar a derbarê kuştina hevjînê xwe Haci Esvet û kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin kuştin de ji nûçegihana Jinnews’ê Safiye Alagaş re axivî.   
 
‘PIŞTÎ TACÎZA DESTPÊKÊ KURÊ MIN 2 ROJAN DIKAN VENEKIR’
 
Emîne Şenyaşar a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bû şahidê kuştina hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, diyar kir ku berî bûyer pêk bê 2 rojan nîqaş derketibû û wiha axivî: “Berî bûyerê 2 rojan hatin dikanê û ji kurê min re gotin ‘Dengê xwe bidin me.’ Kurê min jî ji wan re dibêje ‘Ma hûn ne Kurdin?’ We jî dibêjin ‘Em Kurdin.’ Li ser vê yekê kurê min dîsan dibêje ‘Ez jî Kurdim, ez ê dengê xwe bidim Kurdan. Hûn me dizanin, em ji derveyê HDP’ê dengê xwe nadin kesek din.’ Dîsan diçin dikanê û kurê min tacîz dikin. Kurê min dibêje ‘Ev belane, dê bela bînin serê me’ û 2 rojan dikana xwe venake. Di sêyê rojê de erefat bû, çû dikan vekir. Ew jî vê carê bi çekan tên dikanê û komkujiyê pêk tîn in.” 
 
‘MIN Û HEVJÎNÊ XWE DÛRE BÛYER BIHÎST Û EM ÇÛN NEXWEŞXANÊ’
 
Şenşayar, anî ziman ku di dema bûyerê de ew li mal bûn û wiha got: “Çawan ku em agahî girt, em beziyan. Berî bigihim cihê bûyerê, jinan ji min re gotin ‘Neçe zarokên te kuştin. Dê te jî bikujin.’ Destûr nedan ez herim. Dema ez vegeriya malê min hevjînê xwe di rêde dît. Agahiya wî ji tiştekê tunebû. Ji min pirsa ‘çi bû’ kir. Min jî jê re got. Dûre me xwest em biçin dikanê lê polîsan destûr nedan. Pişt re ambulans hat. Yek ji dikanê derxistin û li ambulansê siwar kirin. Dûre kesek hat bi pîkabê em birin nexweşxanê.”
 
‘DEST PÊ KÊ LI SERÊ WÎ XISTÎN Û DÛRE GULE BERA SERÊ WÎ DAN’
 
Dayîk Şenyaşar, derbarê linç kirina hevjînê xwe yê li nexweşxanê de wiha axivî: “Bi hevjînê xwe re em çawan ketin nexweşxanê, xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz, êrîşî me kirin. Nêzî 20 zilaman êrîşî me kirin. Bi şûşeyên serûman li serê hevjînê min xistin. Lê didan. Dinava  xwînê de ma. Min xwest ji destê wan xelas bikim. Çûm aliyê rast û beziyam aliyê çepê lê vale bû. Min nekarî tiştekê bikim û ji destê wan xelas bikim. Polîs ji wir dûr ketin. Ji nexweşxanê derketin. Tenê polîsek li wê derê ma. Ez çûm û min pîstika wî re girt û jê re got ‘Hûn hikûmet çawanin, kuştin. Zilam kuştin, were xelas bike.’ Lê qet ji cihê xwe ranebû. Min ji cihê wî hejand, min dîsan jêre got ‘Hûn dewletek çawanin, kuştin.’ Polîs ne  ji cihê xwe rabû û ne jî axivî. Piştî hevjînê min lînç kirin, gule bera serê wî dan. Ger ez kesê gule bera serî wî da bibînim ezê nas bikim. Dûr ez ji ser hişê xwe çûm, yek ji hevalên zarokên min hat ez ji wir birim. Nayê bîra min ez çawan ji wir birim. Çawan  linç kirin û kuştin min bi çavên xwe dîtin. Piştî wê tiştek nayê bîra min. Yek hebû, tim digot ‘Teqez em ê te bikujin.’  Pora vî kesî kurt bû. Rûyê wî tije û gulevar bû. Ez wêneyî wî jî bibînim ezê wî nas bikim.”
 
‘POLÎSAN BI ISRARA ZAROKÊN MIN BIRIN NEXWEŞXANEYA PIRSÛSÊ’
 
Şenyaşar, da zanîn ku hemû kamerayên nexweşxanê şikandin û wiha bilêv kir: “Birîna kurê min Celal giran bû, lê birîna Adil zivik bû. Hevalên zarokên min ên birina nexweşxan wiha ji min re got ‘Birîna wan ne pir giran bû, baş bûn û diaxivîn. Me got em wan nebin Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê. Em wan bibin nexweşxaneyek cuda ya Rihayê lê polîsan destûr nedan. Polîsan bi israr gotin hûnê bibin nexweşxaneye Pirsûsê û me jî ew birîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Me ji ambulansê anîn xarê û birin nexweşxanê. Bijîşkan dest bi dermankirina birînan kirin. Ew hatin, ez jî derp kirim. Dûre bijîşkan bang li min kirin û gotin bireve dê te jî bikujin. Ez jî di paçeyê de reviyam. Gava ez reviyam dengê çekan hat.’”
 
‘EV ZALIM IN’
 
Şenyaşar, dest nîşan kir ku tiştên hatin jiyîn ji derveyî zilmê ne tiştek din bû û wiha domand: “Gelo ezê vê zilmê çawan ji bîr bikim? Cigera min şewitî. Hêvî dikim cigera wan jî bişewite. Ev zalimin.  Ev tacîzkarin. Evana şev berdana namusa jinên Pirsûsê. Ev bi çav û gotinên xwe jinan tacîz dikin. Hemû kes wan nas dike. Bê sûc û bê sedem me 3 can dan.”
 
‘ZAROKÊN MIN DI DIKANA XWE DE RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN’
 
Şenyaşar, ji bo girtina kurê xwe Fadil ê li nexweşxanê dihat dermankirin îsyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min 3 can sipartin axê. Di sere jî kurê min girtin. Bi çek û kêran hatin û qetil kirin. Dûre jî kurê min girtin. Ez zilm nayê qebûl kirin. Bi birîndarî birin nexweşxanê. Ma ev dewletek çawane? Bila kurê min berdin. Kurê min li wê derê, ez jî  li vê derê dimirim. Em hem rastî zilmê tên û hem jî tên girtin. Hemû cîhan dizane, zarokên min di dikana xwe de rastî êrîşê hatin. Polîs jî dinavê de hemû Pirsûsî dizanin ku zarokên min mirovên çawanin. Zarokên min ne diçûn qehwexaneyê jî. Tu carî zirar nedan kesekê. Gelo ev edaletek çawane.”

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn