Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî 2018-06-18 12:26:37   RIHA -  Dayîk Emîne Şenyaşar a di êrîşa Pirsûsê de hevjînê wê Esvet û kurên wê Adîl û Celal Şenyaşar hatin kuştin, kuştina hevjînê xwe ya li ber çavên wê pêk hat vegot. Şenyaşar, diyar kir ku çawa ku êrîşê dest pê kir, polîs ji nexweşxanê derketin û got: “Polîsek bi tenê ma bû, ligel ku min ji wî alîkarî xwest jî, tiştek nekir. Kesê ku hevjînê min kuşt dikarim teşhîs bikim.”    Emîne Şenyaşar a derbarê kuştina hevjînê xwe Haci Esvet û kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin kuştin de ji nûçegihana Jinnews’ê Safiye Alagaş re axivî.      ‘PIŞTÎ TACÎZA DESTPÊKÊ KURÊ MIN 2 ROJAN DIKAN VENEKIR’   Emîne Şenyaşar a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bû şahidê kuştina hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, diyar kir ku berî bûyer pêk bê 2 rojan nîqaş derketibû û wiha axivî: “Berî bûyerê 2 rojan hatin dikanê û ji kurê min re gotin ‘Dengê xwe bidin me.’ Kurê min jî ji wan re dibêje ‘Ma hûn ne Kurdin?’ We jî dibêjin ‘Em Kurdin.’ Li ser vê yekê kurê min dîsan dibêje ‘Ez jî Kurdim, ez ê dengê xwe bidim Kurdan. Hûn me dizanin, em ji derveyê HDP’ê dengê xwe nadin kesek din.’ Dîsan diçin dikanê û kurê min tacîz dikin. Kurê min dibêje ‘Ev belane, dê bela bînin serê me’ û 2 rojan dikana xwe venake. Di sêyê rojê de erefat bû, çû dikan vekir. Ew jî vê carê bi çekan tên dikanê û komkujiyê pêk tîn in.”    ‘MIN Û HEVJÎNÊ XWE DÛRE BÛYER BIHÎST Û EM ÇÛN NEXWEŞXANÊ’   Şenşayar, anî ziman ku di dema bûyerê de ew li mal bûn û wiha got: “Çawan ku em agahî girt, em beziyan. Berî bigihim cihê bûyerê, jinan ji min re gotin ‘Neçe zarokên te kuştin. Dê te jî bikujin.’ Destûr nedan ez herim. Dema ez vegeriya malê min hevjînê xwe di rêde dît. Agahiya wî ji tiştekê tunebû. Ji min pirsa ‘çi bû’ kir. Min jî jê re got. Dûre me xwest em biçin dikanê lê polîsan destûr nedan. Pişt re ambulans hat. Yek ji dikanê derxistin û li ambulansê siwar kirin. Dûre kesek hat bi pîkabê em birin nexweşxanê.”   ‘DEST PÊ KÊ LI SERÊ WÎ XISTÎN Û DÛRE GULE BERA SERÊ WÎ DAN’   Dayîk Şenyaşar, derbarê linç kirina hevjînê xwe yê li nexweşxanê de wiha axivî: “Bi hevjînê xwe re em çawan ketin nexweşxanê, xizmên wekîlê AKP’ê Yildiz, êrîşî me kirin. Nêzî 20 zilaman êrîşî me kirin. Bi şûşeyên serûman li serê hevjînê min xistin. Lê didan. Dinava  xwînê de ma. Min xwest ji destê wan xelas bikim. Çûm aliyê rast û beziyam aliyê çepê lê vale bû. Min nekarî tiştekê bikim û ji destê wan xelas bikim. Polîs ji wir dûr ketin. Ji nexweşxanê derketin. Tenê polîsek li wê derê ma. Ez çûm û min pîstika wî re girt û jê re got ‘Hûn hikûmet çawanin, kuştin. Zilam kuştin, were xelas bike.’ Lê qet ji cihê xwe ranebû. Min ji cihê wî hejand, min dîsan jêre got ‘Hûn dewletek çawanin, kuştin.’ Polîs ne  ji cihê xwe rabû û ne jî axivî. Piştî hevjînê min lînç kirin, gule bera serê wî dan. Ger ez kesê gule bera serî wî da bibînim ezê nas bikim. Dûr ez ji ser hişê xwe çûm, yek ji hevalên zarokên min hat ez ji wir birim. Nayê bîra min ez çawan ji wir birim. Çawan  linç kirin û kuştin min bi çavên xwe dîtin. Piştî wê tiştek nayê bîra min. Yek hebû, tim digot ‘Teqez em ê te bikujin.’  Pora vî kesî kurt bû. Rûyê wî tije û gulevar bû. Ez wêneyî wî jî bibînim ezê wî nas bikim.”   ‘POLÎSAN BI ISRARA ZAROKÊN MIN BIRIN NEXWEŞXANEYA PIRSÛSÊ’   Şenyaşar, da zanîn ku hemû kamerayên nexweşxanê şikandin û wiha bilêv kir: “Birîna kurê min Celal giran bû, lê birîna Adil zivik bû. Hevalên zarokên min ên birina nexweşxan wiha ji min re got ‘Birîna wan ne pir giran bû, baş bûn û diaxivîn. Me got em wan nebin Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê. Em wan bibin nexweşxaneyek cuda ya Rihayê lê polîsan destûr nedan. Polîsan bi israr gotin hûnê bibin nexweşxaneye Pirsûsê û me jî ew birîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Me ji ambulansê anîn xarê û birin nexweşxanê. Bijîşkan dest bi dermankirina birînan kirin. Ew hatin, ez jî derp kirim. Dûre bijîşkan bang li min kirin û gotin bireve dê te jî bikujin. Ez jî di paçeyê de reviyam. Gava ez reviyam dengê çekan hat.’”   ‘EV ZALIM IN’   Şenyaşar, dest nîşan kir ku tiştên hatin jiyîn ji derveyî zilmê ne tiştek din bû û wiha domand: “Gelo ezê vê zilmê çawan ji bîr bikim? Cigera min şewitî. Hêvî dikim cigera wan jî bişewite. Ev zalimin.  Ev tacîzkarin. Evana şev berdana namusa jinên Pirsûsê. Ev bi çav û gotinên xwe jinan tacîz dikin. Hemû kes wan nas dike. Bê sûc û bê sedem me 3 can dan.”   ‘ZAROKÊN MIN DI DIKANA XWE DE RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN’   Şenyaşar, ji bo girtina kurê xwe Fadil ê li nexweşxanê dihat dermankirin îsyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min 3 can sipartin axê. Di sere jî kurê min girtin. Bi çek û kêran hatin û qetil kirin. Dûre jî kurê min girtin. Ez zilm nayê qebûl kirin. Bi birîndarî birin nexweşxanê. Ma ev dewletek çawane? Bila kurê min berdin. Kurê min li wê derê, ez jî  li vê derê dimirim. Em hem rastî zilmê tên û hem jî tên girtin. Hemû cîhan dizane, zarokên min di dikana xwe de rastî êrîşê hatin. Polîs jî dinavê de hemû Pirsûsî dizanin ku zarokên min mirovên çawanin. Zarokên min ne diçûn qehwexaneyê jî. Tu carî zirar nedan kesekê. Gelo ev edaletek çawane.”