COLEMÊRG - Danişîna 3’yemîn a doza Ayşegul A. ku li Colemêrgê bi tiryak û fihûşê bûbû rojev, hate taloqkirin.
Der heqê kesa bi navê Ayşegul A. de ku li Colemêrgê ji ber tundî li zaroka bi navê P.K. kiribû, bi sedema “sivik birîndarkirin” û “bi dîmen û deng jiyana taybet îfşa kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza Ayşegul A. li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Colemêrgê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û rêveberên DEM Partiyê jî danişîn şopandin.
BERSÛC TEV LI NEBÛ
Bersûc Ayşegul A. tev li danişînê nebû. P.K. û dayika wê N.O. bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. P.K., got ku ew ji Ayşegul A. gilîdar e. Parêzera P.K., Medya Çalli xwest ku Ayşegul A. di danişînê de bê amadekirin û dixwaze pirsan jê bike û xwest danişîn were taloqkirin.
Dadgehê, ji bo ku “lêpirsîn û lêkolîneke baş were kirin” danişîna dozê taloqî 2’yê Tîrmehê kir.