‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’

  • rojane
  • 10:04 18 Hezîran 2018
  • |
img

AMED – Amediyan piştevanî da axaftina namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de û gotin: “Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî lê derkevin.” 

 
Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ragirtiye dema di TRT’ê de axivî, şêniyên Amedê derbasî ber ekranên televîzyonê bûn û li Demîrtaş temaşe kirin. Li buroyên hilbijartinê yên HDP’ê, li qahwexaneyan, li malan û heta kargehan tevahiya bajêr di TRT’ê de Demîrtaşe temaşe kirin û guh dan peyamê wî. Welatiyên li peyamê Demîrtaş temaşekirin piştevaniya xwe ya ji bo Demîrtaş carek din aşekere kirin. 
 
‘EM BIBIN YEK WÊ SELAHATTÎN JÎ HEBE’ 
 
Mehmet Çetîn da zanîn ku wan bi kelecan li Demîrtaş temaşe kirine û got: “Min axaftina wî gelek baş dît. Wek ku Demîrtaş got heke em hebin û bibin yek wê Demîrtaş hebe. Em tinebin ew jî tune ye. Xwedî derketina li sindoqan mijarek girîng e. Yek ji xebata herî girîng ew e em xwedî li dengan derkevin. Em li ser sindoqan peywîra xwe pêk bînin, wê Selahattîn bi ser bikeve.” 
 
‘EM Ê WÎ JI PIŞT DERIYÊN ZENGARÎ AZAD BIKIN’ 
 
Dayika bi navê Zekiye Yilmaz jî destnîşan kir ku bi coşek mezin Demîrtaş pêşwazî kirin û wiha got: “Ez gelek hestewar û xemgîn bûm. Demîrtaş, aqilê me û her tiştê me ye. Wî neheq li pişt deriyên hesinî digirin. Lê em ê Demîrtaş ji pişt deriyên zengar girtî azad bikin. Zilma zaliman pir e. Çi sûcê wî hebû wî avêtine nav çar dîwaran. 6 milyon û nîv wî wek nûnerê xwe yê siyasî qebûl dike. Mirov viya tîne serê nûnerê gel? Bila ji xwedê bitirsin. Navê vê zilm e. Em jî ji vir Selahattîn Demîrtaş silav dikin.” 
 
‘EM Ê HEMÛ GIRTIYAN AZAD BIKIN’ 
 
Temaşevenek din Remziye Saygin jî anî ziman ku wê hemû gelên li Tirkiyeyê bi hêza xwe ya cewherî dê Demîrtaş rizgar û azad bikin û wiha axivî: “Peyamê Demîrtaş gelek girîng bûn. Em li pey van peyamanin û em ê lê xwedî derkevin. Em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Jin û ciwan wê tev bi hev re qezenc bikin. Ez wek dayikekê dema ez vî halê Demîrtaş girtî dibînim, êşê dikişînim. Li gel Demîrtaş jî ev çend sal e em ji Serokatiya xwe birêz Ocalan agahî nagirin. Em ê bi hêza xwe hemû girtiyan azad bikin. Em ê bi rihê seferberiyê biherikin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.” 
 
‘EM Ê BAWERIYA DEMÎRTAŞ VALA DERNEXIN’ 
 
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya navçeya Rezanê Hasret Akar jî diyar kir ku hilbijartinek ne adil û wekhev pêk tê û got: “Her çiqas birêz Demîrtaş girtî be jî, lê baweriya wî bi hêza jinan heye. Em ê jî wek jinan baweriya Demîrtaş vala dernexin û li pey peyamên wî bin. Tişta bikeve ser milê me em ê bigîhinin serkeftinê. Em ê serê siba 25’ê Hezîranê bi mizgîniya xêrê rabin.” 
 
‘ERDOGAN FERMANA KOMKUJIYAN DIDE’
 
Kalê bi navê Abdurrahman Guzel jî ji bo li Demîrtaş temaşe bike hat ber buroya HDP’ê ya li Taxa 5’ê Nîsanê ya li Rezanê û der barê axaftina Demîrtaş de ev tişt got: “Peyamên serokatiya me û Selahattîn Demîrtaş wek hevin. Ew aştî, biratî û wekheviyê dixwazin. Lê belê serokomar Recep Tayyîp Erdogan biratî, aştiyê naxwaze û fermana komkujiyan dide. Tu sûcê siyasetmedarê me nîne. Siyasetmedarên me li ser fermana Erdogan û Devlet Bahçelî girtî ne. Li ser fermana Tayyîp Erdogan li Surucê 3 welatiyên me qetil kirin. Heta em hebin em ê komkujiya Surucê ji bîr nekin.” 
 
BIRÎNDARA 5’Ê HEZÎRANÊ AYTEN AY: EM BIÇIN SER SINDOQAN
 
Ayten Ay a di mitînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de di teqîna DAIŞ’ê de ku birîndar bû jî di nav temaşevanan de cih girt. Ay wiha got: “Dengek me ji HDP’ê re û dengek me ji Demîrtaş re. Em ê teqez Demîrtaş bikin serok. Ez bang li her kesî dikim ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo bila xwîn bê sekinandin, bila her kes biçe dengê xwe biavêje. Em dixwazin aştî û aramî pêk were.” 
 
‘DIVÊ EM DEMÎRTAŞ JI XWE RE BIKIN MÎNAK’ 
 
Temaşevanê ciwan Haşîm Bulut jî bal kişand zextên li ser gelê kurd û wiha got: “Piştî Kerkûk û Efrînê divê ev hilbijartin ji bo me bibe fînal. Lazim e em Sûr û Cizîrê bînin bîra xwe. Em ê wan rojan ji bîr nekin. Divê em Demîrtaş ji xwe re bikin mînak. Ev hilbijartin ji bo me fînalek mezin e. Ji bo me ciwanan jî hilbijartinek girîng e. Erdogan polîtîkaya xwe li ser me birêve dibe. Lazim e gelê kurd xwe nefiroşe.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy
 
 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn