‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’ 2018-06-18 10:04:11 AMED – Amediyan piştevanî da axaftina namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de û gotin: “Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî lê derkevin.”    Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ragirtiye dema di TRT’ê de axivî, şêniyên Amedê derbasî ber ekranên televîzyonê bûn û li Demîrtaş temaşe kirin. Li buroyên hilbijartinê yên HDP’ê, li qahwexaneyan, li malan û heta kargehan tevahiya bajêr di TRT’ê de Demîrtaşe temaşe kirin û guh dan peyamê wî. Welatiyên li peyamê Demîrtaş temaşekirin piştevaniya xwe ya ji bo Demîrtaş carek din aşekere kirin.    ‘EM BIBIN YEK WÊ SELAHATTÎN JÎ HEBE’    Mehmet Çetîn da zanîn ku wan bi kelecan li Demîrtaş temaşe kirine û got: “Min axaftina wî gelek baş dît. Wek ku Demîrtaş got heke em hebin û bibin yek wê Demîrtaş hebe. Em tinebin ew jî tune ye. Xwedî derketina li sindoqan mijarek girîng e. Yek ji xebata herî girîng ew e em xwedî li dengan derkevin. Em li ser sindoqan peywîra xwe pêk bînin, wê Selahattîn bi ser bikeve.”    ‘EM Ê WÎ JI PIŞT DERIYÊN ZENGARÎ AZAD BIKIN’    Dayika bi navê Zekiye Yilmaz jî destnîşan kir ku bi coşek mezin Demîrtaş pêşwazî kirin û wiha got: “Ez gelek hestewar û xemgîn bûm. Demîrtaş, aqilê me û her tiştê me ye. Wî neheq li pişt deriyên hesinî digirin. Lê em ê Demîrtaş ji pişt deriyên zengar girtî azad bikin. Zilma zaliman pir e. Çi sûcê wî hebû wî avêtine nav çar dîwaran. 6 milyon û nîv wî wek nûnerê xwe yê siyasî qebûl dike. Mirov viya tîne serê nûnerê gel? Bila ji xwedê bitirsin. Navê vê zilm e. Em jî ji vir Selahattîn Demîrtaş silav dikin.”    ‘EM Ê HEMÛ GIRTIYAN AZAD BIKIN’    Temaşevenek din Remziye Saygin jî anî ziman ku wê hemû gelên li Tirkiyeyê bi hêza xwe ya cewherî dê Demîrtaş rizgar û azad bikin û wiha axivî: “Peyamê Demîrtaş gelek girîng bûn. Em li pey van peyamanin û em ê lê xwedî derkevin. Em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Jin û ciwan wê tev bi hev re qezenc bikin. Ez wek dayikekê dema ez vî halê Demîrtaş girtî dibînim, êşê dikişînim. Li gel Demîrtaş jî ev çend sal e em ji Serokatiya xwe birêz Ocalan agahî nagirin. Em ê bi hêza xwe hemû girtiyan azad bikin. Em ê bi rihê seferberiyê biherikin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”    ‘EM Ê BAWERIYA DEMÎRTAŞ VALA DERNEXIN’    Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya navçeya Rezanê Hasret Akar jî diyar kir ku hilbijartinek ne adil û wekhev pêk tê û got: “Her çiqas birêz Demîrtaş girtî be jî, lê baweriya wî bi hêza jinan heye. Em ê jî wek jinan baweriya Demîrtaş vala dernexin û li pey peyamên wî bin. Tişta bikeve ser milê me em ê bigîhinin serkeftinê. Em ê serê siba 25’ê Hezîranê bi mizgîniya xêrê rabin.”    ‘ERDOGAN FERMANA KOMKUJIYAN DIDE’   Kalê bi navê Abdurrahman Guzel jî ji bo li Demîrtaş temaşe bike hat ber buroya HDP’ê ya li Taxa 5’ê Nîsanê ya li Rezanê û der barê axaftina Demîrtaş de ev tişt got: “Peyamên serokatiya me û Selahattîn Demîrtaş wek hevin. Ew aştî, biratî û wekheviyê dixwazin. Lê belê serokomar Recep Tayyîp Erdogan biratî, aştiyê naxwaze û fermana komkujiyan dide. Tu sûcê siyasetmedarê me nîne. Siyasetmedarên me li ser fermana Erdogan û Devlet Bahçelî girtî ne. Li ser fermana Tayyîp Erdogan li Surucê 3 welatiyên me qetil kirin. Heta em hebin em ê komkujiya Surucê ji bîr nekin.”    BIRÎNDARA 5’Ê HEZÎRANÊ AYTEN AY: EM BIÇIN SER SINDOQAN   Ayten Ay a di mitînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de di teqîna DAIŞ’ê de ku birîndar bû jî di nav temaşevanan de cih girt. Ay wiha got: “Dengek me ji HDP’ê re û dengek me ji Demîrtaş re. Em ê teqez Demîrtaş bikin serok. Ez bang li her kesî dikim ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo bila xwîn bê sekinandin, bila her kes biçe dengê xwe biavêje. Em dixwazin aştî û aramî pêk were.”    ‘DIVÊ EM DEMÎRTAŞ JI XWE RE BIKIN MÎNAK’    Temaşevanê ciwan Haşîm Bulut jî bal kişand zextên li ser gelê kurd û wiha got: “Piştî Kerkûk û Efrînê divê ev hilbijartin ji bo me bibe fînal. Lazim e em Sûr û Cizîrê bînin bîra xwe. Em ê wan rojan ji bîr nekin. Divê em Demîrtaş ji xwe re bikin mînak. Ev hilbijartin ji bo me fînalek mezin e. Ji bo me ciwanan jî hilbijartinek girîng e. Erdogan polîtîkaya xwe li ser me birêve dibe. Lazim e gelê kurd xwe nefiroşe.”    MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy