Temellî: Em nekevin xefik û dafikan

  • rojane
  • 19:02 17 Hezîran 2018
  • |
img
 
 
KOCAELÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga Kocaeliyê de axivî û got: “Bi dengên ji derveyî welat em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Manîsayê parlementeriyê bi dest bixin. Em ê bi 180 parlementeran herin meclîsê. Em hêza xwe ji gel digirin. Em êdî natirsin, ji ber em wêrek in. Wêrekî belav dibe. Temellî gel hişyar kir û xwest nekevin xefik û dafikan. 
 
Rêxistina HDP'ê mîtîngên 24’ê Hezîranê berdewam dike. Rêxistina HDP'e ya Kocaeliyê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk ani. Di mîtingê de Namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê, akademîsyenên aştiyê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî tevlî û Parlamenterê Îzmirê Ertugrul Kurkçu amade bûn. 
 
Di mîtîngê de ewil Namzetê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu axivî. 
 
GERGERLÎOGLU: DÊ DI 25'Ê HEZÎRANÊ DE DÎKTATORÎ BI DAWÎ BIBE
 
Namzetê HDP'ê yê  Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku edî welat bi riya hiqûqê bi rêve naçe û wiha got: Îktîdar êdî welat bi OHAL û KHK’yan bi rêve dibe. Em dê di 24'ê Heziranê de bendê hilweşînin. Em dê dawî li KHK û OHAL’ê bînin. Em dê piştgiriyê bidin jinan, xizanan û kesên betal. Em dê heqê herî kêm bikin 3 hezar tl. Em dê di 25'ê Hezîranê de dawî li dîktatoriyê bînin." 
 
KURKÇU: EM DÊ RÊYÊN DIÇIN AZADIYÊ VEKIN 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu jî wiha got:  “HDP ji bo welatekî azad dê rê veke. Ger ku em Tayyip di sindoqê de defin bikin, dê heftreng li ser welat vebe. Ger ku em sultaniya Erdogan hilweşînin, dê tekoşîna me mezintir bibe. 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sesazî Temellî jî axivî. Temellî, diyar kir ku ew dê di 24'ê hezîranê de bersîva îktidarê bidin û wiha got: “Ji ber wê cînayeta li Pirsûsê me ev cejn bi xemgînî derbas kir. Ligel ku her tişt li holê ye û hemû gelên Pirsûsê şahidên vê bûyerê ne, Serokwezîr û Wezîr derewan dikin. Bûyera li Pirsûsê provakasyon e. 3 roj berê tên esnafan tacîz dikin û piştre bi çeteyên çekdar dîsa diçin wê derê û 3 mirovên me qetil kirin. Li nexweşxaneyê 3 hevalên me yên birîndar, li pêş çavên polîsan qetil dikin. Qatilan kamera şikandine, qeyd winda kirine û rapora otopsiyê vedişêrin. Dozger ji dêvila ku faîlên vê bûyerê bigirin, 19 hevalên me destgîr kirine. Divê her kes xwedî li hevalên me yên li Pirsûsê derkevin. Ez bang li hemû serokên partiyan dikim, bangî serokwezîr dikim. Va ye Hevserokê me yê bajêr ê Kocaeliyê di nexweşxaneyê de ye. Kesên ku êrîşî wî kirine, a niha serbest digerin." 
 
DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE HÛN Ê HILWEŞIN
 
Temelllî, da zanîn ji Cizîrê tê û slavên Cizîrê ji wan re anîne. Demellî, anî ziman ku Erdogan nikare li çavê gel binere û bi axive û wiha berdewam kir: "Geh li vî aliyî dinihêre, geh li wî aliyî. 6 prompter. Nikarin li çavê mirovan binihêrin. Heke hûn ê qala heqîqetê bikin, divê hûn li çavê mirovan binihêrin. Di 24’ê Hezîranê de ew ê gelek tişt biguhere. Dixwazin HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Ji ber ku HDP di binê bendê de bimîne ew ê 80 parlementerî biçe ji AKP’ê re. Em ê wê bendê hilweşînin, dema ku ew bend hilweşe ew ê kêşeya Erdogan jî çareser bibe.
 
DEWLETÊ TU KIRÎ NAMZET, NE EW DEWLETA EM DIZANIN, DEVLET BAHÇELÎ TU KIRÎ NAMZET
 
Dibêje çima ‘We Demîrtaş’ kir namzet, we kesek din nedît. Qaşo em ewqas bê çare ne, me Demîrtaş kiriye namzet. Me bi hemû kesê re gotûbêj kir, bi hemû pêkhateyan re em axivîn û weke namzetê Tirkiyeyê me Demîrtaş derxist. Tu bi kê re axivî? Kê tu kirî namzet? Dewletê tu kirî namzet lê ne ew dewleta em dizanin Devlet Bahçelî tu kirî nazmet. Ew î tu kirî namzet û te jî ew ji pirsgirêka bendê xilas kir. Lîstikeke 2 kesî ye. Ji vê lîstika 2 kesî kerî tu kesê nayê. Lîstika van lîstika gur e. Li Amedê dibin Kurd li Enqerê dibin gur. Niha demê xirabkirina vê lîstikê ye. Tenê Kurdek jî nîne deng bide we. Li vir ez bang li gelê Tirk û gelên din dikim. Baş nas bikin. Ketiye rewşeke wiha ku kesek dengê xwe nade wan. Tenê 2 dengên garantî heye yek yê wî û ya din jî ya Devlet Beg e." 
 
DIBÊJE EZ Ê ‘REWŞA AWARTE’ RAKIM, KEREM KE TU ÇIMA RANAKE 
 
Temellî, herî dawî bang kir û got: "Îro bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (KHK) de welat bi rê ve dibe. 2 sal in bi Rewşa Awarte rê ve dibe. Bi deh hezaran mirov bi BHQ’ê ji kar hatin avêtin. Li Kocaeliyê Onûr Hamzaoglû yê ji bo gel kar dikir hate îxraçkirin û ji bo ku got ‘ji şer re na’ hate girtin. Niha dibêje ez ê ‘Rewşa Awarte’ rakim. Rake ma kesî bi te girtiye? Ranake, ji ber ku bi Rewşa Awarte xwe li ser lingan digire. Me got 7 roj û 24 saetan em kar bikin û me kar kir. Niha tenê 7 roj man. Di van 7 rojan de em ê hemû bibin muşahît. Di 24’ê Hezîranê de em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Em ê sindoqan terk nekin. Li derveyî welat dengdayîn didome. Bi saya wan dengan em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Antalyayê wekîlan bi dest bixin. Ne bi 80 wekîl bi 180 wekîlan em ê biçin parlamentoyê”.
 
Temellî, dîsa her kes hişyar kir û xwest li dijî kemîn û lîstikan amade bin û nekevin lîstikan. Erdogan xwest ku HDP'ê têxin makrajê. Bêyî ku biçin ser sindoqê qelas bibin. Dixwaze bi lîstikan xelas bike Lê divê em qet nekevin van kemînan. Êdî kral tazî ye. Êdî dê di 24'ê Hezîranê de têk biçin. Ji ber ku Kral êdî tazî ye. Hier tişt li holê ye. Her tişt tazî ye. Li Amedê dibêje pirsgirêka kurd tune. Dixwaze li ser înkar û îmhaya kurdan îktîdara xwe ava bike. Em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye û me dê çareser bikin." 
 
Temellî, bal kişand ser pirsgirêkên civakî u aborî û da zanin ku dê heqê herî kêm bikin 3 hezar û dawî li OHAL û KHK yan bînin.  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn