Temellî: Em nekevin xefik û dafikan 2018-06-17 19:02:34       KOCAELÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga Kocaeliyê de axivî û got: “Bi dengên ji derveyî welat em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Manîsayê parlementeriyê bi dest bixin. Em ê bi 180 parlementeran herin meclîsê. Em hêza xwe ji gel digirin. Em êdî natirsin, ji ber em wêrek in. Wêrekî belav dibe. Temellî gel hişyar kir û xwest nekevin xefik û dafikan.    Rêxistina HDP'ê mîtîngên 24’ê Hezîranê berdewam dike. Rêxistina HDP'e ya Kocaeliyê bi tevlêbûna deh hezaran mîtîng pêk ani. Di mîtingê de Namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê, akademîsyenên aştiyê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî tevlî û Parlamenterê Îzmirê Ertugrul Kurkçu amade bûn.    Di mîtîngê de ewil Namzetê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu axivî.    GERGERLÎOGLU: DÊ DI 25'Ê HEZÎRANÊ DE DÎKTATORÎ BI DAWÎ BIBE   Namzetê HDP'ê yê  Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku edî welat bi riya hiqûqê bi rêve naçe û wiha got: Îktîdar êdî welat bi OHAL û KHK’yan bi rêve dibe. Em dê di 24'ê Heziranê de bendê hilweşînin. Em dê dawî li KHK û OHAL’ê bînin. Em dê piştgiriyê bidin jinan, xizanan û kesên betal. Em dê heqê herî kêm bikin 3 hezar tl. Em dê di 25'ê Hezîranê de dawî li dîktatoriyê bînin."    KURKÇU: EM DÊ RÊYÊN DIÇIN AZADIYÊ VEKIN    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu jî wiha got:  “HDP ji bo welatekî azad dê rê veke. Ger ku em Tayyip di sindoqê de defin bikin, dê heftreng li ser welat vebe. Ger ku em sultaniya Erdogan hilweşînin, dê tekoşîna me mezintir bibe.    Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sesazî Temellî jî axivî. Temellî, diyar kir ku ew dê di 24'ê hezîranê de bersîva îktidarê bidin û wiha got: “Ji ber wê cînayeta li Pirsûsê me ev cejn bi xemgînî derbas kir. Ligel ku her tişt li holê ye û hemû gelên Pirsûsê şahidên vê bûyerê ne, Serokwezîr û Wezîr derewan dikin. Bûyera li Pirsûsê provakasyon e. 3 roj berê tên esnafan tacîz dikin û piştre bi çeteyên çekdar dîsa diçin wê derê û 3 mirovên me qetil kirin. Li nexweşxaneyê 3 hevalên me yên birîndar, li pêş çavên polîsan qetil dikin. Qatilan kamera şikandine, qeyd winda kirine û rapora otopsiyê vedişêrin. Dozger ji dêvila ku faîlên vê bûyerê bigirin, 19 hevalên me destgîr kirine. Divê her kes xwedî li hevalên me yên li Pirsûsê derkevin. Ez bang li hemû serokên partiyan dikim, bangî serokwezîr dikim. Va ye Hevserokê me yê bajêr ê Kocaeliyê di nexweşxaneyê de ye. Kesên ku êrîşî wî kirine, a niha serbest digerin."    DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE HÛN Ê HILWEŞIN   Temelllî, da zanîn ji Cizîrê tê û slavên Cizîrê ji wan re anîne. Demellî, anî ziman ku Erdogan nikare li çavê gel binere û bi axive û wiha berdewam kir: "Geh li vî aliyî dinihêre, geh li wî aliyî. 6 prompter. Nikarin li çavê mirovan binihêrin. Heke hûn ê qala heqîqetê bikin, divê hûn li çavê mirovan binihêrin. Di 24’ê Hezîranê de ew ê gelek tişt biguhere. Dixwazin HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Ji ber ku HDP di binê bendê de bimîne ew ê 80 parlementerî biçe ji AKP’ê re. Em ê wê bendê hilweşînin, dema ku ew bend hilweşe ew ê kêşeya Erdogan jî çareser bibe.   DEWLETÊ TU KIRÎ NAMZET, NE EW DEWLETA EM DIZANIN, DEVLET BAHÇELÎ TU KIRÎ NAMZET   Dibêje çima ‘We Demîrtaş’ kir namzet, we kesek din nedît. Qaşo em ewqas bê çare ne, me Demîrtaş kiriye namzet. Me bi hemû kesê re gotûbêj kir, bi hemû pêkhateyan re em axivîn û weke namzetê Tirkiyeyê me Demîrtaş derxist. Tu bi kê re axivî? Kê tu kirî namzet? Dewletê tu kirî namzet lê ne ew dewleta em dizanin Devlet Bahçelî tu kirî nazmet. Ew î tu kirî namzet û te jî ew ji pirsgirêka bendê xilas kir. Lîstikeke 2 kesî ye. Ji vê lîstika 2 kesî kerî tu kesê nayê. Lîstika van lîstika gur e. Li Amedê dibin Kurd li Enqerê dibin gur. Niha demê xirabkirina vê lîstikê ye. Tenê Kurdek jî nîne deng bide we. Li vir ez bang li gelê Tirk û gelên din dikim. Baş nas bikin. Ketiye rewşeke wiha ku kesek dengê xwe nade wan. Tenê 2 dengên garantî heye yek yê wî û ya din jî ya Devlet Beg e."    DIBÊJE EZ Ê ‘REWŞA AWARTE’ RAKIM, KEREM KE TU ÇIMA RANAKE    Temellî, herî dawî bang kir û got: "Îro bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (KHK) de welat bi rê ve dibe. 2 sal in bi Rewşa Awarte rê ve dibe. Bi deh hezaran mirov bi BHQ’ê ji kar hatin avêtin. Li Kocaeliyê Onûr Hamzaoglû yê ji bo gel kar dikir hate îxraçkirin û ji bo ku got ‘ji şer re na’ hate girtin. Niha dibêje ez ê ‘Rewşa Awarte’ rakim. Rake ma kesî bi te girtiye? Ranake, ji ber ku bi Rewşa Awarte xwe li ser lingan digire. Me got 7 roj û 24 saetan em kar bikin û me kar kir. Niha tenê 7 roj man. Di van 7 rojan de em ê hemû bibin muşahît. Di 24’ê Hezîranê de em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Em ê sindoqan terk nekin. Li derveyî welat dengdayîn didome. Bi saya wan dengan em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Antalyayê wekîlan bi dest bixin. Ne bi 80 wekîl bi 180 wekîlan em ê biçin parlamentoyê”.   Temellî, dîsa her kes hişyar kir û xwest li dijî kemîn û lîstikan amade bin û nekevin lîstikan. Erdogan xwest ku HDP'ê têxin makrajê. Bêyî ku biçin ser sindoqê qelas bibin. Dixwaze bi lîstikan xelas bike Lê divê em qet nekevin van kemînan. Êdî kral tazî ye. Êdî dê di 24'ê Hezîranê de têk biçin. Ji ber ku Kral êdî tazî ye. Hier tişt li holê ye. Her tişt tazî ye. Li Amedê dibêje pirsgirêka kurd tune. Dixwaze li ser înkar û îmhaya kurdan îktîdara xwe ava bike. Em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye û me dê çareser bikin."    Temellî, bal kişand ser pirsgirêkên civakî u aborî û da zanin ku dê heqê herî kêm bikin 3 hezar û dawî li OHAL û KHK yan bînin.