Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye

  • rojane
  • 11:23 17 Hezîran 2018
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, têkildarî bûyera pirsûsê axivî û wiha got: “Her kes pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 24'ê Hezîranê baş dizane. Êdî Kral tazî ye. AKP bi provokasyonan dixwaze zêde deng ji kesên nijadperest bistîne. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, êrîşa zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de li Pirsûsê li dijî esnafên malbata Şenyaşar pêk anîn û bav û 2 kurên wî kuştin û polîtîkayên AKP'ê yên hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Piştî Serokomar Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP'ê HDP tawanbar kir ev bûyer pêk hatin û piştre Erdogan HDP berpirsiyarê bûyerê nîşan da. Piştî daxuyaniyên Erdogan di 14'ê Heziranê de li Navçeya Pirsûsê zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz li ser esnafan gule reşand û di bûyerê de ji malbata Şenyaşar 3 kesan û ji malbata Yildiz jî kesekî jiyana xwe ji dest dan. 
Erdogan,  bav û 2 kurên Şenyaşar ên hatin kuştin jî wekî PKK'î nîşan da. Temellî, der barê geşedanên dawî de diyar kir ku îktîdara AKP'ê bi komkujiya li Pirsûsê û daxuyaniyên der barê Qendîlê de hewl dide provokasyonan zêde bike û  dengê nijadperestan bistîne. 
 
Temellî, ewil xebatên hilbijartinê û pêşwazîkiran gel nirxan û wiha got: "Li gorî me plan kiriye xebat diçin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. Coşek gelek mezin heye. Em li aliyekî bi gel re tên cem hev, em li aliyekî mîtîngan pêk tînin. Dîsa di asta hevserokan, wekîm û namzetên me de li hemû qadan bi şev û rojan xebatên xwe berdewam dikin. 
Gel bi coşek mezin eleqe nîşan dide. Gel raste rast tev li xebatê dibe û gel bi xwe xebata hilbijartinê dimeşîne. Ev yek kelecana me bêtir zêde dike. Lê li aliyê din îktîdar bi her awayî xebatên me asteng dike. Bi derfetên dewletê kampanya hilbijartinê dimeşîne û bi destê dewletê xebatên me asteng dike. Serî li hemû cureyên provokasyonan (Lîstikan) didin. Ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin her tişt seferber kirine. Hilbijartin di navbera îktîdarê û HDP'ê de pêş dikeve." 
 
Temellî, bal kişand ser mîtînga Cizîrê û wiha got: "Mîtînga Cizîrê ya duh muhteşem bû. Tevî germa zêde ya li Cizîre coş û tevlêbûnek gelek mezin hebû. Bi dirûşme, kelecan û coşa xwe hestek pir cuda da me. Ciwan û jin di asta jor de tevli mîtîngê bûn. Em gelê Botanê spas dikin. Li gorî anketan herî kêm HDP ji sedî 10.6 distîne. Lê îktîdar ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêle serî li hemû rê û rêbazan didin. Serî li hemû lîstik û hîleyan didin. Di şertên asayî de pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye. Em encama 1'ê Mijdarê û 7'ê Hezîranê dizanin. Em niha di şertên OHAL'ê de dikevin hilbijartinê. Li dijî HDP’ê rewşek OHAL'ê û astengiyên gelek mezin heye. Dixwazin bi destê YSK'ê HDP'ê di bin bendê de bihêlin." 
 
Temellî, bal kişand ser rewşa AKP'ê jî û wiha berdewam kir: "Di enketan de nişan dide ku AKP bi serê xwe nikare Serokomar derxe. Ev yek wê dixe nava tirs û fikaran. Li gorî anketan hem Serokomar Erdogan di tûra yekem de bi ser nakeve û hem jî AKP nikare bibe îktîdar. Dema HDP têkeve meclîsê tu partî bi serê xwe nikarin bibin îktîdar. Ji ber vê yekê listik û hîleyên li dijî HDP’ê zêde dikin. Gotinên nifrîn û dijminantiyê yên li dijî HDP'ê zêde dikin. Serokomar Erdogan her roj HDP'ê wekî partiya sucdar nîan dide û her roj bi HDP'ê mijûl dibe." 
 
WALÎ LI CIHÊ BÛYERÊ BÛ
 
Temellî xwest bi lezgîn provokasyon bê ronîkirin. Hemû kes rastiya bûyeya li Pirsûsê dizane. Walî jî û polîs jî li cihê bûyerê bûn. Tev dizanin. Her tişt li pêş çavên wan pêş ket. Êdî li Pirsûsê kral tazî ye. AKP êdî serî li kijan lîstikan bide bila bide her kes dizane. Hemû kes geşedanên ji 7'ê hezîranê heta niha dizane. AKP êdî nikare xwe xwelas bike serî li lîstik, hîle û derewan dide. AKP dizane ku êdî roj li wê diçe ava." 
 
Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ku HDP'ê û Demîrtaş tawanbar dike û wiha lê zêde kir: "Li tu derê cîhanê xebatên hilbijartinê bi komên çekdar nayê meşandin. Em dipirsin ev koma çekdar a li pey Namzetê AKP'ê yê Rihayê kîne. Çima kes vana napirsin. Li pişt van bûyeran kî heye. Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Derket holê ku lîstik bû. Kesên ji bûyera Serêkaniyê hatin girtin piştre beraet kirin. Em bawer dikin ku di 24'ê Hezîranêde Tirkiye dê ji vê hişmendiyê rizgar bibe. HDP partiyek siyaseta aştî û demokrasiyê dimeşîne. Lê dîsa HDP'ê tawanbar dikin. Dixwazin 80'ê wekilên HDP’ê ji destê wê bigirin û biçin meclîsê. Dixwazin HDP'ê li dervê meclîsê bihêlin. Lê hemû cîhan HDP'ê nas dike. Her kes pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 24'ê Hezîranê dizane. Her kes dizaen ku Kral êdî tazî ye. Beriya ku bûyera Pirsûsê pêk bê me ji zimanê îktîdarê fam kir ku dê bûyerê bi vî rengî pêk bên. Ji ber vê yekê me ji hem3u kesî xwest ku xwînsar û hestiyar tev bigerin. Em dîsa dibêjin divê her kes baldar bin. Tu kes neye lîstikan. Tu kes nekevin kemînan. Em dê di çarçoveya siyaseta demokratîk û aştiyane de têkşina xwe berdewam bikin. Em dê destûr nedin ku lîstikên din çê bibin. Gelê Pirsûsê li dijî vê yekê seknek xurt nişan dan. Îktîdar ji ber ku ew qas ketiye tengasiyê ji bo dengê kesên nijadperest bistînin vê carê serî bi rêbazên wekî Pirsûsê didin. Der barê Qendîlê de daxuyaniyê didin. Beriya hilbijartinê dixwaze bi van daxuyaniyan û bûyeran dengê xwe yên nijadperestan zêde bike. 
 
 
MA / Ozgur Paksoy 

Sernavên din

19/06/2018
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn