Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye 2018-06-17 11:23:30   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, têkildarî bûyera pirsûsê axivî û wiha got: “Her kes pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 24'ê Hezîranê baş dizane. Êdî Kral tazî ye. AKP bi provokasyonan dixwaze zêde deng ji kesên nijadperest bistîne.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, êrîşa zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de li Pirsûsê li dijî esnafên malbata Şenyaşar pêk anîn û bav û 2 kurên wî kuştin û polîtîkayên AKP'ê yên hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Piştî Serokomar Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP'ê HDP tawanbar kir ev bûyer pêk hatin û piştre Erdogan HDP berpirsiyarê bûyerê nîşan da. Piştî daxuyaniyên Erdogan di 14'ê Heziranê de li Navçeya Pirsûsê zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz li ser esnafan gule reşand û di bûyerê de ji malbata Şenyaşar 3 kesan û ji malbata Yildiz jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.  Erdogan,  bav û 2 kurên Şenyaşar ên hatin kuştin jî wekî PKK'î nîşan da. Temellî, der barê geşedanên dawî de diyar kir ku îktîdara AKP'ê bi komkujiya li Pirsûsê û daxuyaniyên der barê Qendîlê de hewl dide provokasyonan zêde bike û  dengê nijadperestan bistîne.    Temellî, ewil xebatên hilbijartinê û pêşwazîkiran gel nirxan û wiha got: "Li gorî me plan kiriye xebat diçin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. Coşek gelek mezin heye. Em li aliyekî bi gel re tên cem hev, em li aliyekî mîtîngan pêk tînin. Dîsa di asta hevserokan, wekîm û namzetên me de li hemû qadan bi şev û rojan xebatên xwe berdewam dikin.  Gel bi coşek mezin eleqe nîşan dide. Gel raste rast tev li xebatê dibe û gel bi xwe xebata hilbijartinê dimeşîne. Ev yek kelecana me bêtir zêde dike. Lê li aliyê din îktîdar bi her awayî xebatên me asteng dike. Bi derfetên dewletê kampanya hilbijartinê dimeşîne û bi destê dewletê xebatên me asteng dike. Serî li hemû cureyên provokasyonan (Lîstikan) didin. Ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin her tişt seferber kirine. Hilbijartin di navbera îktîdarê û HDP'ê de pêş dikeve."    Temellî, bal kişand ser mîtînga Cizîrê û wiha got: "Mîtînga Cizîrê ya duh muhteşem bû. Tevî germa zêde ya li Cizîre coş û tevlêbûnek gelek mezin hebû. Bi dirûşme, kelecan û coşa xwe hestek pir cuda da me. Ciwan û jin di asta jor de tevli mîtîngê bûn. Em gelê Botanê spas dikin. Li gorî anketan herî kêm HDP ji sedî 10.6 distîne. Lê îktîdar ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêle serî li hemû rê û rêbazan didin. Serî li hemû lîstik û hîleyan didin. Di şertên asayî de pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye. Em encama 1'ê Mijdarê û 7'ê Hezîranê dizanin. Em niha di şertên OHAL'ê de dikevin hilbijartinê. Li dijî HDP’ê rewşek OHAL'ê û astengiyên gelek mezin heye. Dixwazin bi destê YSK'ê HDP'ê di bin bendê de bihêlin."    Temellî, bal kişand ser rewşa AKP'ê jî û wiha berdewam kir: "Di enketan de nişan dide ku AKP bi serê xwe nikare Serokomar derxe. Ev yek wê dixe nava tirs û fikaran. Li gorî anketan hem Serokomar Erdogan di tûra yekem de bi ser nakeve û hem jî AKP nikare bibe îktîdar. Dema HDP têkeve meclîsê tu partî bi serê xwe nikarin bibin îktîdar. Ji ber vê yekê listik û hîleyên li dijî HDP’ê zêde dikin. Gotinên nifrîn û dijminantiyê yên li dijî HDP'ê zêde dikin. Serokomar Erdogan her roj HDP'ê wekî partiya sucdar nîan dide û her roj bi HDP'ê mijûl dibe."    WALÎ LI CIHÊ BÛYERÊ BÛ   Temellî xwest bi lezgîn provokasyon bê ronîkirin. Hemû kes rastiya bûyeya li Pirsûsê dizane. Walî jî û polîs jî li cihê bûyerê bûn. Tev dizanin. Her tişt li pêş çavên wan pêş ket. Êdî li Pirsûsê kral tazî ye. AKP êdî serî li kijan lîstikan bide bila bide her kes dizane. Hemû kes geşedanên ji 7'ê hezîranê heta niha dizane. AKP êdî nikare xwe xwelas bike serî li lîstik, hîle û derewan dide. AKP dizane ku êdî roj li wê diçe ava."    Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ku HDP'ê û Demîrtaş tawanbar dike û wiha lê zêde kir: "Li tu derê cîhanê xebatên hilbijartinê bi komên çekdar nayê meşandin. Em dipirsin ev koma çekdar a li pey Namzetê AKP'ê yê Rihayê kîne. Çima kes vana napirsin. Li pişt van bûyeran kî heye. Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Derket holê ku lîstik bû. Kesên ji bûyera Serêkaniyê hatin girtin piştre beraet kirin. Em bawer dikin ku di 24'ê Hezîranêde Tirkiye dê ji vê hişmendiyê rizgar bibe. HDP partiyek siyaseta aştî û demokrasiyê dimeşîne. Lê dîsa HDP'ê tawanbar dikin. Dixwazin 80'ê wekilên HDP’ê ji destê wê bigirin û biçin meclîsê. Dixwazin HDP'ê li dervê meclîsê bihêlin. Lê hemû cîhan HDP'ê nas dike. Her kes pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 24'ê Hezîranê dizane. Her kes dizaen ku Kral êdî tazî ye. Beriya ku bûyera Pirsûsê pêk bê me ji zimanê îktîdarê fam kir ku dê bûyerê bi vî rengî pêk bên. Ji ber vê yekê me ji hem3u kesî xwest ku xwînsar û hestiyar tev bigerin. Em dîsa dibêjin divê her kes baldar bin. Tu kes neye lîstikan. Tu kes nekevin kemînan. Em dê di çarçoveya siyaseta demokratîk û aştiyane de têkşina xwe berdewam bikin. Em dê destûr nedin ku lîstikên din çê bibin. Gelê Pirsûsê li dijî vê yekê seknek xurt nişan dan. Îktîdar ji ber ku ew qas ketiye tengasiyê ji bo dengê kesên nijadperest bistînin vê carê serî bi rêbazên wekî Pirsûsê didin. Der barê Qendîlê de daxuyaniyê didin. Beriya hilbijartinê dixwaze bi van daxuyaniyan û bûyeran dengê xwe yên nijadperestan zêde bike.      MA / Ozgur Paksoy