Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye

  • rojane
  • 09:13 16 Hezîran 2018
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê operasyona dersînor a li dijî Qandîle tê li darxistin bertek nişan da û wiha got: "Ev operasyon li dijî hiqûqa navdewletî û dewletî ye. Li dijî Qanuna bingehin e. Pirsgireka kurd tenê bi riya aştî û demokratîk dikare bê çareserkirin."
 
TSK'ê 3 meh berê li dijî Qandîlê û dervê sînor operasyona leşkerî daye destpêkirin. Yekîneyên leşkerî û baragehên leşkerî li herêma Federal a Kurdistanê hatine avakirin. Lê îtîfaqa AKP-MHP'ê wekî ku nû operasyson daye destpêkirin da xuyakirin. Beriya hilbijartinê destnîşan kirin ku dê li dijî Qendîlê operasyonê pêk bînin. Dîsa çend roji berê Erdogan diyar kir ku wan li dijî Qendilê operasyon daye destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê operasyona dersînor a li dijî Qandîle tê li darxistin nirxandin kir. Ozturk, der barê operasyonê de wiha got: "Ev operasyon li dijî hiqûqa navdewletî û dewletî ye. Li dijî Qanuna bingehin e. Pirsgireka kurd tenê bi riya aştî û demokratîk dikare bê çareserkirin. Ger ku vê operasyonê ji bo di hilbijartinê de dengan zêde bistîne dixe rojevê pir guneh e. 
 
'HÛN VÊ OPERASYONÊ LI GORÎ KÎJAN HIQÛQÊ PÊK TÎNIN?' 
 
Turkdogan, bal kişand ser operasyonên li dijî Sûriye û Iraqê û wiha berdewam kir: "Ev operasyon li gorî yên din cudatir bûn. Ji ber ku di van operasyonên dawi de diçin li wir bi cih dibin. Bi awayekî mayinde operasyonan pêk tînin. Ev rewş li dijî pîvanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî ye. Beyî ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar nestîne nikarin operasyonên dersînor pêk bînin. Lê em dinerin biryara NY ku destûr daye tune ye. Di navbera Sûriye û Tirkiye de jî tu peyman tune ye. Di navbera Tirkiye û Iraqê de jî tu peyman tune ye. Peymana hatiye girtin ji serdema Saddam maye. Ev jî li gorî operasyonên sînor ên germ ên leşkeri ne. Yanî dema operasyon hat kirin bi şerê dîsa paşve vegere divê bê kirin. Li gorî xala 91'an a Qanûna Bingehîn ger ku hiqûqa navneteweyî guncav û rewa dît dikarin operasyonên dersînor pêk bînin. Lê ger ku hiqûqa navneteweyî destûr nede Tirkiye nikare van operasyonan pêk bîne. Ev operasyonên korsan in. Niha 30 km ketine nava sînorê Iraqê û bi awayeki mayinde maye. Ji aliyê leşkerên seyar ve tê meşandin. Em dipirsin hûn vê operasyonê li gorî kijan hiqûqê pêk tînin?" 
 
'EV ÎLANA ŞER E'
 
Turkdogan, bal kişand ser biryara teskeraya operasyonên dersînor a Iraq û Sûriye û wiha got: "Ev biryara teskereyê biryarek bi pirsgirêk e. Ji ber ku ger hiquqa navneteweyî piştî destûr da Meclîsa Tirkiye dikare biryarek wisa bistîne. Meclîsa Tirkiye piştî biryara hiqûqa navneteweyî dikare biryara teskereyê bistîne. Tenê li gorî hiqûqa navxweyî biryarek wisa bide ev dikeve halê şer. Îlana şer e. Ger ku bi awayekî din li dervê sînor barageh û biryargehan ava bike ev raste rast îlana şer e. Zaten gelek caran Serokomar Erdogan bi xwe got ku di nava halê şer de ne. Wê demê di hiquqa navxweyî de jî pirsgirêk heye. Wê demê şerê navxewşî îlan kirine." 
 
'BI ŞER ÇARESER NABE'
 
Turkdogan, bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha lê zêde kir: "Pirsgirêka kurd bi şerê li dijî rêxistinên kurdan çareser nabe. Îro navê wê PKK ye. Sibê dê navê wê tiştekî din be. Li aliyê din PKK encama vê mijarê ye. Ger ku Tirkiye pirsgirêka kurd çareser kiribûya îro dê PKK tune bûya. Her kes vê rastiyê dizane. Di salên navbera 2013 û 2015'an de di serîde Erdogan û hemû rayedarên dewletê hemû aliyên meseleya kurd axivîn. Me rapor bi raya giştî re parve kirin. Der barê rê û rêbazên çareseriyê de me rapor amade kirin. Li gel deklerasyona 28'ê sibata 2015'an a Dolmabahçe dîsa pêvajo xerakirin. Ew deklarasyonek girîng bû. Xwezî nehatibûya xerakirin. Lê niha em ketin pêvajoyek din." 
 
'HÛN NIKARIN ÎPODEKÊ DÎNIN SER ÎKTÎDARA SIBÊ'
 
Turkdogan, li ser rewşa leşkerên li dervê sinor hatine bicih kirin jî axivî û wiha berdewam kir: "Niha bi sed hezaran leşker li sînorê Iraq, Sûriye û Qandîlê bi cih dikin. Hûn dê pêdiviya sed hezaran çawa pêşwazî bikin. Hûn dê çavkaniyên mirovan ji ku bînin. Hûn dê hestê di nava gelan de hatiye avakirin çawa bicebirînin. Kes van pirsan nabersivîne. Ev jî nişan dide ku li ser armancên siyasî ev gav tên avêtin. Operasyonên leşkerî ji bo armanca siyasî tê kirin. Ger ku ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ev operasyon tê kirin pir guneh e. Ji ber ku îktîdar nikare îpotekê dîne ser vîna îkdîdara sibê. Me ev yek di dîroka Tirkiye û Osmanî de dît ku zerarak çawa ava dike. Em diyar dikin ku garantiya hilbijartina 24'ê hezîranê tune ku kî biser bikeve. Garantiya AKP-MHP vê hilbijartinê bi ser bikeve tune ye. Hûn li gorî kijan hiqûqê vê planê dikin. Tu pêşeroja van operasyonên Iraq û Suriye tune ye. 
 
KÎ DÊ HESABÊ KUŞTINA HEZARAN MIROVAN BIDE
 
Turkdogan, herî dawî destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e û wiha bi dawî kir: "Ev pirsgirêk tenê bi rêya aştî û demokratik tê çareserkirin. Li Kolombiya, Îrlanda û Guney Afrika peymanên aştiyê hatin îmzekirin. Niha li Filipinlerê çavê sêyemîn hatiye avakirin. Tirkiye vê yekêzane. Ji ber vê yekê hewce nake heman şaşî bê dubarekirin. Em bawer dikin ku dê dîsa li rêbaza diyalogê vegerin. Lê di vê pêvajoyê de bi hezaran mirov hatin kuştin. Dê kî hesabê kuştina van mirovan bidin. Divê îktîdar vê yekê bifikire û hesabê vê yekê bike. Ji ber vê yekê em dîsa diwazin demek berî demekê ev operasyon bi dawî bibe û ji şaşiyan vegerin. Ji ber ku ev bêtir zerarê dide yekîtiya nava kurd û tirkan. Em li her derê mafê jiyanê diparêzin. Em li gorî vê yekê dixwazin hemû operasyonên heyî bên dawestandin."
 
MA / Mehmet Şah Oruç-Esra Solin Dal
 

Sernavên din

16/06/2018
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn
14:58 Bav Şenyaşar li tenişta zarokên xwe hat definkirin
Xwişk: We kuşt lê hûn çima raporê nadin?
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
14:15 Dayîkên Şemiyê: Cejin ji bo me ne cejn e
13:50 Dersimiyan bersîv da Serokwezîr: Ewil komkujiyê ronî bikin
13:38 Dikandarên Pirsûsê bi bertekin: Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin?
13:08 Pirsûs rojeva sereke ya pîrozbahiyên cejnê yên partiyên siyasiye
12:23 Namzetên ciwan ên HDP’ê bertek nîşanî bûyera Pirsûsê dan
11:46 3 xwendekarên mitînga AKP’ê şermezar kirin, hatin binçavkirin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
11:35 Li Sîlopî qeze: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:47 Ji bo mitînga Bakirkoyê bang: Werin em dengê xwe bikin yek
10:41 QSD dê bi kijan hêzan re operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê pêk bîne?
10:39 Namzetê HDP’ê yê Rihayê Kaplan ê Soylu ew kir hedef hat binçavirin
09:14 Ji Efrînê heta Qendîlê
09:14 Dayik û bav dest ji hev berdan 4 zarok li holê man
09:13 Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
09:12 200 hefte ye ji bo girtiyên terkî mirinê hatine kirin azadiyê dixwazin
09:12 ESHÎD'ê ji bo sindopên seyar serlêdan kir, lê YSK'ê bersîva muşahîdan da
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
09:08 HDP'î ji bo guhertinê dê biherikin Bakirkoyê
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN
15/06/2018
18:51 Bav Şenyaşar ê AKP'îyan bi giranî birîndar kir jiyana xwe ji dest da
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:39 HDP’ê ji bo mitînga Bursa banga tevlîbûnê kir
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
16:21 Namzetên HDP’ê cejna gel pîroz kirin
15:35 Soylu tev li cenazeyê Yildiz bû: Dibe bûyerên wisa biçûk çê bibin
14:58 Cenazeyê birayên Şenyaşar ji Dilokê şandin Pirsûsê
14:57 Temellî: Destûr nedin rastiyan tarî bikin
14:56 HDP dê mitînga fînalê li Wanê pêk bîne
14:21 Aktîvîsta TJA Derya Aslan hat binçavkirin
14:20 Dayik Şenyaşar: Erdogan bêbextiyê dike
Şahid: Li ber çavê polîs û bijîşkan êrîş kirin
14:08 Welatiyê ji Elmanye hat, bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye hat girtin
13:38 Platforma Maf û Edaletê banga tevlîbûna mitînga HDP'ê kir
13:32 Li Rihayê gule li bedena 8 kesan ket
13:13 Demîrtaş: Divê welatiyên me neyên provokasyonan
12:45 Şandeya HDP'ê: Berpirsiyarê kuştina li Pirsûsê hikûmet e
12:29 Dozgerê Rihayê: Ji ber hûrguliyên bûyerê nediyar in kes nehatiye binçavkirin
12:23 Ji Demîrtaş peyama cejnê
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
11:14 301 cenaze cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin
11:08 Li gelek bajar û navçeyan gor hatin ziyaretkirin
11:00 Ji HEP’ê heya HDP’ê kedkarê hemû kesan ên ji destên wî çay vexwarin
10:50 Namzetên ciwan ên Dîlokê: Em dê bibin dengê ciwanan
10:31 Siyasetmedarên kurd, Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:45 Rojnamegerên jin: Pêwîstî bi guhertinek teqez heye
09:24 Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê
09:23 Namzetê HDP'ê Kirkazak: Êdî li Bursayê wekîltiya HDP'ê ne surpriz e
09:22 Hilbijêrên Uskudarê: Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
09:20 Cizîr ji bo mîtînga ku dê bi deh hezaran kes beşdar bibe amade ye!
09:19 Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk: Eger hûn samîmî bin niha dawî li Rewşa Awarte bînin
09:19 Jinan ji bo mîtînga HDP’ê bang kir: Bila jin Bakirkoyê rengdar bikin
09:18 Hunermend: Ji bo azadiya xwe em li Bakirkoyê bin
09:17 Li Bekîr Kaya doza ‘Çima te pir çêkiriye?’ kirin
09:16 Li Îdirê êdî cotkar nikarin erdên xwe jî bajon
09:16 Dê HDP li Îdirê 10 hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne ser sindoqan
09:15 Dayika 60 salî, tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe girtiye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
14/06/2018
19:51 Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin
19:18 Malbatên Roboskê biryara DMME û AYM’ê rexne kirin
16:59 Di êrîşa Namzetê AKP’î de hêjmara kuştiyan derket 4'an
16:04 Malbatên leşker û polîsan: Em zarokên xwe dixwazin
15:14 Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye
15:08 Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan
14:51 Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin?
14:51 Li dijî leşkeran êrîş: Leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn
14:50 Komekê êrîşî HDP’iyan kirin û 7 kes birîndar kirin
14:22 'Ez dê pirsgirêkên karkeran bibim meclîsê'
14:06 Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin
13:26 MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike
13:01 Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne
13:00 Li Sîlîvrî fikra hevpar: HDP partiya kîlîd e
12:41 ‘Ku mirov dayika aştiyê be ne sûc e’
12:27 '24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye'
12:02 Ji partiyên siyasî banga 17’ê Hezîranê: Werin em mil bidin milê HDP’ê
11:34 Ji bo di cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 ‘Wekî berxwedana Hezîranê, di 24'ê Hezîranê de jî emê ji AKP'ê re bêjin 'raweste'
10:59 Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike
10:46 Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim
10:12 Weşanxaneya Lîsê tevahiya dîwanên Cegerxwîn çap kirin
09:53 Îtirafên Erdogan û rastiya kurd
09:52 Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî?
09:51 Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê
09:28 Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît!
09:27 Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin
09:26 Li ser giliya Mûsa Çîtîl derbarê 7 rojnamevanan de doz hat kirin
09:25 Qeysîvanên Meletiyê: AKP temam e, dor a HDP'ê ye
09:24 TMMOB'ê kampanyaya 'dengê xwe bi kar bînin' da destpêkirin
09:24 Ji ber qedexekirina zozanan bi rihetî nikarin kivarkan kom bikin
09:23 Meger Navenda Cazîbeyê, qaleqol, girtîgeh û kampa penaberan e!
09:22 Li Mêrsînê hedef herî kêm 3 parlementer in
09:21 Wan amade ye, li benda 24'ê Hezîranê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin