Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye 2018-06-16 09:13:36   AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê operasyona dersînor a li dijî Qandîle tê li darxistin bertek nişan da û wiha got: "Ev operasyon li dijî hiqûqa navdewletî û dewletî ye. Li dijî Qanuna bingehin e. Pirsgireka kurd tenê bi riya aştî û demokratîk dikare bê çareserkirin."   TSK'ê 3 meh berê li dijî Qandîlê û dervê sînor operasyona leşkerî daye destpêkirin. Yekîneyên leşkerî û baragehên leşkerî li herêma Federal a Kurdistanê hatine avakirin. Lê îtîfaqa AKP-MHP'ê wekî ku nû operasyson daye destpêkirin da xuyakirin. Beriya hilbijartinê destnîşan kirin ku dê li dijî Qendîlê operasyonê pêk bînin. Dîsa çend roji berê Erdogan diyar kir ku wan li dijî Qendilê operasyon daye destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê operasyona dersînor a li dijî Qandîle tê li darxistin nirxandin kir. Ozturk, der barê operasyonê de wiha got: "Ev operasyon li dijî hiqûqa navdewletî û dewletî ye. Li dijî Qanuna bingehin e. Pirsgireka kurd tenê bi riya aştî û demokratîk dikare bê çareserkirin. Ger ku vê operasyonê ji bo di hilbijartinê de dengan zêde bistîne dixe rojevê pir guneh e.    'HÛN VÊ OPERASYONÊ LI GORÎ KÎJAN HIQÛQÊ PÊK TÎNIN?'    Turkdogan, bal kişand ser operasyonên li dijî Sûriye û Iraqê û wiha berdewam kir: "Ev operasyon li gorî yên din cudatir bûn. Ji ber ku di van operasyonên dawi de diçin li wir bi cih dibin. Bi awayekî mayinde operasyonan pêk tînin. Ev rewş li dijî pîvanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî ye. Beyî ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar nestîne nikarin operasyonên dersînor pêk bînin. Lê em dinerin biryara NY ku destûr daye tune ye. Di navbera Sûriye û Tirkiye de jî tu peyman tune ye. Di navbera Tirkiye û Iraqê de jî tu peyman tune ye. Peymana hatiye girtin ji serdema Saddam maye. Ev jî li gorî operasyonên sînor ên germ ên leşkeri ne. Yanî dema operasyon hat kirin bi şerê dîsa paşve vegere divê bê kirin. Li gorî xala 91'an a Qanûna Bingehîn ger ku hiqûqa navneteweyî guncav û rewa dît dikarin operasyonên dersînor pêk bînin. Lê ger ku hiqûqa navneteweyî destûr nede Tirkiye nikare van operasyonan pêk bîne. Ev operasyonên korsan in. Niha 30 km ketine nava sînorê Iraqê û bi awayeki mayinde maye. Ji aliyê leşkerên seyar ve tê meşandin. Em dipirsin hûn vê operasyonê li gorî kijan hiqûqê pêk tînin?"    'EV ÎLANA ŞER E'   Turkdogan, bal kişand ser biryara teskeraya operasyonên dersînor a Iraq û Sûriye û wiha got: "Ev biryara teskereyê biryarek bi pirsgirêk e. Ji ber ku ger hiquqa navneteweyî piştî destûr da Meclîsa Tirkiye dikare biryarek wisa bistîne. Meclîsa Tirkiye piştî biryara hiqûqa navneteweyî dikare biryara teskereyê bistîne. Tenê li gorî hiqûqa navxweyî biryarek wisa bide ev dikeve halê şer. Îlana şer e. Ger ku bi awayekî din li dervê sînor barageh û biryargehan ava bike ev raste rast îlana şer e. Zaten gelek caran Serokomar Erdogan bi xwe got ku di nava halê şer de ne. Wê demê di hiquqa navxweyî de jî pirsgirêk heye. Wê demê şerê navxewşî îlan kirine."    'BI ŞER ÇARESER NABE'   Turkdogan, bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha lê zêde kir: "Pirsgirêka kurd bi şerê li dijî rêxistinên kurdan çareser nabe. Îro navê wê PKK ye. Sibê dê navê wê tiştekî din be. Li aliyê din PKK encama vê mijarê ye. Ger ku Tirkiye pirsgirêka kurd çareser kiribûya îro dê PKK tune bûya. Her kes vê rastiyê dizane. Di salên navbera 2013 û 2015'an de di serîde Erdogan û hemû rayedarên dewletê hemû aliyên meseleya kurd axivîn. Me rapor bi raya giştî re parve kirin. Der barê rê û rêbazên çareseriyê de me rapor amade kirin. Li gel deklerasyona 28'ê sibata 2015'an a Dolmabahçe dîsa pêvajo xerakirin. Ew deklarasyonek girîng bû. Xwezî nehatibûya xerakirin. Lê niha em ketin pêvajoyek din."    'HÛN NIKARIN ÎPODEKÊ DÎNIN SER ÎKTÎDARA SIBÊ'   Turkdogan, li ser rewşa leşkerên li dervê sinor hatine bicih kirin jî axivî û wiha berdewam kir: "Niha bi sed hezaran leşker li sînorê Iraq, Sûriye û Qandîlê bi cih dikin. Hûn dê pêdiviya sed hezaran çawa pêşwazî bikin. Hûn dê çavkaniyên mirovan ji ku bînin. Hûn dê hestê di nava gelan de hatiye avakirin çawa bicebirînin. Kes van pirsan nabersivîne. Ev jî nişan dide ku li ser armancên siyasî ev gav tên avêtin. Operasyonên leşkerî ji bo armanca siyasî tê kirin. Ger ku ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ev operasyon tê kirin pir guneh e. Ji ber ku îktîdar nikare îpotekê dîne ser vîna îkdîdara sibê. Me ev yek di dîroka Tirkiye û Osmanî de dît ku zerarak çawa ava dike. Em diyar dikin ku garantiya hilbijartina 24'ê hezîranê tune ku kî biser bikeve. Garantiya AKP-MHP vê hilbijartinê bi ser bikeve tune ye. Hûn li gorî kijan hiqûqê vê planê dikin. Tu pêşeroja van operasyonên Iraq û Suriye tune ye.    KÎ DÊ HESABÊ KUŞTINA HEZARAN MIROVAN BIDE   Turkdogan, herî dawî destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e û wiha bi dawî kir: "Ev pirsgirêk tenê bi rêya aştî û demokratik tê çareserkirin. Li Kolombiya, Îrlanda û Guney Afrika peymanên aştiyê hatin îmzekirin. Niha li Filipinlerê çavê sêyemîn hatiye avakirin. Tirkiye vê yekêzane. Ji ber vê yekê hewce nake heman şaşî bê dubarekirin. Em bawer dikin ku dê dîsa li rêbaza diyalogê vegerin. Lê di vê pêvajoyê de bi hezaran mirov hatin kuştin. Dê kî hesabê kuştina van mirovan bidin. Divê îktîdar vê yekê bifikire û hesabê vê yekê bike. Ji ber vê yekê em dîsa diwazin demek berî demekê ev operasyon bi dawî bibe û ji şaşiyan vegerin. Ji ber ku ev bêtir zerarê dide yekîtiya nava kurd û tirkan. Em li her derê mafê jiyanê diparêzin. Em li gorî vê yekê dixwazin hemû operasyonên heyî bên dawestandin."   MA / Mehmet Şah Oruç-Esra Solin Dal