RIHA - Rojnameger Ehmed Semîr bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin û bertekên li dijî êrişên dewleta tirk birêxistin bikin.”
Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, êrişên xwe yên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê zêde kirine. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivê didê êrişan. Li hêla berxwedana nobetê ya gel ku li Bendava Tişrînê daye destpêkirin jî di roja 47’an de didome. Rojnamegerên ku geşedanên li herêmê û berxwedana gel bi raya giştî ya cîhanê re parve dikin jî dibin hedefa êrişan.
Herî dawî jî rojnameger Egîd Roj di 14’ê Sibatê de hedef hate girtin û hat qetilkirin. Ji sala 2019’an heta niha herî kêm 15 rojnameger di encama êrişan de hatin qetilkirin. Hempîşeyê Egîd Roj, Ehmed Semîr têkildarî êrişan û bêdengiya saziyên navneteweyî axivî.
ROLA ROJNAMEGERAN
Ehmed Semîr, diyar kir ku li qadên şer û pevçûnan rojnameger xwedî roleke girîng in û got: “Peywira çapemeniyê ew e ku rastiyan derxîne holê. Heke li cihekî binpêkirinên mafan hebin, heke sûcên şer bên kirin, peywira rojnamegeran ew e ku vê rastiyê bi raya giştî ya cîhanê re parve bike. Ji bo vê jî hevalên me Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj berê xwe dan Bendava Tişrînê. Ji bo rastiyan di tariyê de nehêlin ketin vê rêyê. Dema ew jî li wan deran nebin, dewleta tirk gelek nûçeyên derew parve dikir. Derewa ku Bendava Tişrînê bi dest xistine parve dikirin û ev derew cara ewil ji hêla Nazim û Cîhanê ve vala hate derxistin. Heta niha jî ev bendav nehatiye dagirkirin. Hevalên me Cîhan û Nazim ev derewên şerê taybet vala derxistin. Bendav di bin kontrola HSD’ê de ye û gel jî berxwedaneke dîrokî raber dike.”
‘PEYWIRA ME RONÎKIRINA HEQÎQETÊ YE’
Bi domdarî Semîr destnîşan kir ku Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj bi zanebûn hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Xwestin rastiyan di tariyê de bihêlin. Lê negihiştin armancên xwe. Berê jî bi vê boneyê gelek rojnameger qetil kirin. Erka Çapemeniya Azad ew e ku rastiyan derxîne holê û ragihîne. Ev sûc nîne. Hevalên me ji bo heqîqetê canê xwe dan. Li her dera cîhanê êrişên ser rojnamegeran sûc e. Gelek hevalên me hedef tên girtin lêbelê saziyên navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng in. Divê ev sazî ji bo pêşîlêgirtina van êrişan bikevin nava tevgerê.”
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
Semîr, got ku ne tenê rojnameger her wiha siyasetmedar û hunermend jî hedef tên girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetere li ser jiyana her kesî heye. Dema sivîl li mala xwe rûniştî ji hêla dewleta tirk ve tên bombebarankirin û qetilkirin. Lê raya giştî ya cîhanê çavên xwe li van sûcên şer girtine lewma dîsa tên dubarekirin. Ragihandina heqîqetê sûc nîne. Ji bo heqîqet derkeve holê ya ji dest tê em ê bikin. Em ê rûmeta rojnamegeriyê biparêizn. Divê sazî û dezgehên navneteweyî jî erka xwe pêk bînin û bertekên li dijî êrişan birêxistin bikin.”
MA / Emrullah Acar