Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê

  • rojane
  • 09:24 15 Hezîran 2018
  • |
img
BEHDÎNAN – Piştî AKP-MHP'ê biryara hilbijartinê girtin, Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û konsolosa Tirk a Hewlerê derbasî Enqere bûn û bi rayedarên AKP’ê û MÎT’ê re civîn li dar xistin. Piştî civînan TSK'ê leşkerên xwe li herêma Kurdistana Federe bi cih kirin. Hat zanin ku leşkerên li herêmê bi bi cih bûn, rastî operasyonên HPG'ê yên taybet hatin û leşker windahiyên mezin didin. 
 
Îtîfaqa AKP-MHP, piştî di polîtîkayên aborî, hundir û derve de ket kirîzê rastî bertekên gelek aliyan tên. Îtîfaqê li ser vê yekê bi argumanên leşkerî û siyasî dest bi propagandaya hilbijartinê kir. Erdogan li her derê Demîrtaş wekî "terorîst" bi nav dike. HDP'ê jî wekî hevkarê rêxistina "Terorê" bi nav dike. Îtîfaqa AKP-MHP ku piştî dagirkirina Efrînê biryara ‘hilbijartina pêşwext” girtin, Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û konsolosa Tirk a Hewlerê di meha Sibatê de derbasî Enqere bibûn û bi rayedarên AKP’ê û MÎT’ê re du civînên cuda li dar xistin. Hat ragihandin ku di encama civînan de hevpeymanek qirêj derketiye holê. Îtîfaqa AKP-MHP’ê ku naxwazin dengên xwe yên netewperestan di hilbijartina 24’ê Hezîranê de winda bikin, ji aliyekî ve bê navber bi riya Wezîrê Karê Derve Mewlut Çavuşoglu ya bi çûna Amerîkayê re qarta Minbicê dixe rojevê ji aliyekî ve jî hilbijartina Iraqê ji xwe re wek firsendek dibîne û bi hêzên heremê re dixwaze hin lihevkirinan pêk bîne.
 
BERANBERÊ DENGÊN SÛNNIYAN QENDÎL E?
 
Serokwezîrê Hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serkonsolosê Tirk a li Hewlerê re çûn Enqere û bi MÎT û rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê re du civînên cuda li dar xistin û di encama civînê de pêşî hebûna hêzên HPG’ê ya li Şengalê wek hincet nîşan da û êrîşa ser sînorê Iraqê tehdît kir, pişt re jî bi taybetî dengên Sûnniyan a Misûl û derdora wê firotin PDK’ê ya ku di mesela Kerkûkê de bawerî pê nemabû. Beranberê vê yekê jî hat gotin ku di ser herêma Behdînan a di bin serweriya peşmergeyên PDK’ê de destûra êrîşa ser Qendîlê girtine.
 
Hat dîyarkirin ku di pêvajoya hilbijartinên Iraq û başûrê Kurdistanê de, şandeyek ji endamên MÎT’ê ku di salên dawî de gelek buroyên di bin navê şîrketên cur bi cur de li Hewlêr û Dûhokê dixebitin û rêveberên hin eniyên Tirkmenan û PDK’ê li Misûl û derdora wê bi malbatên tirkmen û hin aliyên Sûnnî re ji bo dengê xwe bidin PDK’ê ‘hevdîtinên îknayê’ pêk anîne. Li ser vê yekê di dema dengavêtinê de ji ber gelek kesan li ser navê malbatan dengên tomarî bikaranîne, ji aliyê Tevgera Goran ve serlêdana nerazîbûnê hatiye kirin. Di vê çerçoveyî de PDK’ê ya ku ji berê ve di Misulê de hema bêje qet dengê wê tune bû, ji 11 parlementeran 6 kesî derxistiye.
 
JI ME RE GOTIN ‘TENÊ WÊ DÎMEN BIKIŞÎNIN Û DERKEVIN’
 
Ji aliyê leşkerên TSK’ê ve ku hewildana bicihkirina leşker û dagirkirina herêma Lelîkan a ser herêma Xakurkê didome, ji aliyê yekîneyên HPG’ê ve bi taybetî di rojên dawî de çalakî û operasyonên noqteyî ya leşkeran de bi dehan leşker hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Li ser vê yekê TSK ku bi
helîkoptêren skorsky û kobrayan dixwestin birîndarên xwe rabikin, du helîkoptêr ji aliyê HPG’yiyan ve hatiye derbkirin. Dewleta tirk a ku niha di herema Lelikan de nikare birîndarên xwe jî rabike, qala êrîşeke berfireh a ser Qendîlê wek dûrî aqilan tê nirxandin.
 
LI QADA PDK'Ê QEREQOL AVA KIRINE
 
Îtîfaqa AKP-MHP ku li beranberê dengên sûnnî ya li derdora Misûlê, di xeta heremên Bamernî, Şilêdizê, Amediye û Çiyayê Spî yên di serweriya pêşmergeyên PDK’ê de, nêzî 100 metre qereqolên seyar hatine avakirin. Hat hînbûn ku bi vê yekî dixwazin ku ji bo di hilbijartinên 24’ê hezîranê de dengên netewperestan winda nekin dîmenên ‘Wê TSK operasyonek berfireh li ser Qada Parastinên Medyayê bikin’ bidin avakirin. Îtîfaqa AKP-MHP’ê ku ji hilbijartinan re çend roj mane hêj jî weadekî berbiçav nikare bide pêş, daxuyaniyên di serî de Serokê Giştî ya AKP’ê Erdogan, Serokwezîr Binalî Yildirim, Suleyman Soylu û namzetên AKP’ê ya “TSK ketiye Xakurkê û ji Qendîlê re jî hindik maye” diyar dike ku polîtîkaya xwe ya hilbijartinê tenê şer û tundî ye.
 
Ji fermandarên pêşmergeyan a Qada Şilêdizê Mikaîl Niwêyi agahiyên girîng û van hemû nirxandinan piştrast dike, da. Niwêyî wiha got: “Demek dirêje agahiyên me hene ku hin kesên ji yekîneyên ewlekarî ya dewleta tirkin li heremê digerin. Lê di nava meha dawî de di ser barêgeha TSK’ê ya li Bamernî gelek leşker dixwazin bidin bicihkirin. Dema me vê yekê ji berpirsiyarên xwe re radigihand ji digotin ‘tişt nabe bila werin, lê bila di bin qontrola we de bin. Jixwe ji bo hilbijartinan wê dîmen bidin û piştî hilbijartinan vegerin’. Di xeta Amediye, Bamernî, Şilêdizê û Çiyayê Spî yên ku di bin serweriya me de, hin noqteyên ku sed metre nêzî me ne ava kirine. Lê ji ber di qada Xakurkê de ji aliyê HPG’yiyan ve gelek çalakî hatine lidarxistin û gelek windayî didin, xwe ji me pir dûr naxin. Balafirên keşifê her tim li ser serê wan in. Bi rastî jî hin caran dixwazin çi bikin em fêm nakin.”
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

16/06/2018
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn
14:58 Bav Şenyaşar li tenişta zarokên xwe hat definkirin
Xwişk: We kuşt lê hûn çima raporê nadin?
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
14:15 Dayîkên Şemiyê: Cejin ji bo me ne cejn e
13:50 Dersimiyan bersîv da Serokwezîr: Ewil komkujiyê ronî bikin
13:38 Dikandarên Pirsûsê bi bertekin: Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin?
13:08 Pirsûs rojeva sereke ya pîrozbahiyên cejnê yên partiyên siyasiye
12:23 Namzetên ciwan ên HDP’ê bertek nîşanî bûyera Pirsûsê dan
11:46 3 xwendekarên mitînga AKP’ê şermezar kirin, hatin binçavkirin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
11:35 Li Sîlopî qeze: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:47 Ji bo mitînga Bakirkoyê bang: Werin em dengê xwe bikin yek
10:41 QSD dê bi kijan hêzan re operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê pêk bîne?
10:39 Namzetê HDP’ê yê Rihayê Kaplan ê Soylu ew kir hedef hat binçavirin
09:14 Ji Efrînê heta Qendîlê
09:14 Dayik û bav dest ji hev berdan 4 zarok li holê man
09:13 Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
09:12 200 hefte ye ji bo girtiyên terkî mirinê hatine kirin azadiyê dixwazin
09:12 ESHÎD'ê ji bo sindopên seyar serlêdan kir, lê YSK'ê bersîva muşahîdan da
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
09:08 HDP'î ji bo guhertinê dê biherikin Bakirkoyê
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN
15/06/2018
18:51 Bav Şenyaşar ê AKP'îyan bi giranî birîndar kir jiyana xwe ji dest da
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:39 HDP’ê ji bo mitînga Bursa banga tevlîbûnê kir
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
16:21 Namzetên HDP’ê cejna gel pîroz kirin
15:35 Soylu tev li cenazeyê Yildiz bû: Dibe bûyerên wisa biçûk çê bibin
14:58 Cenazeyê birayên Şenyaşar ji Dilokê şandin Pirsûsê
14:57 Temellî: Destûr nedin rastiyan tarî bikin
14:56 HDP dê mitînga fînalê li Wanê pêk bîne
14:21 Aktîvîsta TJA Derya Aslan hat binçavkirin
14:20 Dayik Şenyaşar: Erdogan bêbextiyê dike
Şahid: Li ber çavê polîs û bijîşkan êrîş kirin
14:08 Welatiyê ji Elmanye hat, bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye hat girtin
13:38 Platforma Maf û Edaletê banga tevlîbûna mitînga HDP'ê kir
13:32 Li Rihayê gule li bedena 8 kesan ket
13:13 Demîrtaş: Divê welatiyên me neyên provokasyonan
12:45 Şandeya HDP'ê: Berpirsiyarê kuştina li Pirsûsê hikûmet e
12:29 Dozgerê Rihayê: Ji ber hûrguliyên bûyerê nediyar in kes nehatiye binçavkirin
12:23 Ji Demîrtaş peyama cejnê
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
11:14 301 cenaze cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin
11:08 Li gelek bajar û navçeyan gor hatin ziyaretkirin
11:00 Ji HEP’ê heya HDP’ê kedkarê hemû kesan ên ji destên wî çay vexwarin
10:50 Namzetên ciwan ên Dîlokê: Em dê bibin dengê ciwanan
10:31 Siyasetmedarên kurd, Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:45 Rojnamegerên jin: Pêwîstî bi guhertinek teqez heye
09:24 Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê
09:23 Namzetê HDP'ê Kirkazak: Êdî li Bursayê wekîltiya HDP'ê ne surpriz e
09:22 Hilbijêrên Uskudarê: Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
09:20 Cizîr ji bo mîtînga ku dê bi deh hezaran kes beşdar bibe amade ye!
09:19 Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk: Eger hûn samîmî bin niha dawî li Rewşa Awarte bînin
09:19 Jinan ji bo mîtînga HDP’ê bang kir: Bila jin Bakirkoyê rengdar bikin
09:18 Hunermend: Ji bo azadiya xwe em li Bakirkoyê bin
09:17 Li Bekîr Kaya doza ‘Çima te pir çêkiriye?’ kirin
09:16 Li Îdirê êdî cotkar nikarin erdên xwe jî bajon
09:16 Dê HDP li Îdirê 10 hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne ser sindoqan
09:15 Dayika 60 salî, tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe girtiye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
14/06/2018
19:51 Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin
19:18 Malbatên Roboskê biryara DMME û AYM’ê rexne kirin
16:59 Di êrîşa Namzetê AKP’î de hêjmara kuştiyan derket 4'an
16:04 Malbatên leşker û polîsan: Em zarokên xwe dixwazin
15:14 Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye
15:08 Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan
14:51 Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin?
14:51 Li dijî leşkeran êrîş: Leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn
14:50 Komekê êrîşî HDP’iyan kirin û 7 kes birîndar kirin
14:22 'Ez dê pirsgirêkên karkeran bibim meclîsê'
14:06 Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin
13:26 MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike
13:01 Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne
13:00 Li Sîlîvrî fikra hevpar: HDP partiya kîlîd e
12:41 ‘Ku mirov dayika aştiyê be ne sûc e’
12:27 '24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye'
12:02 Ji partiyên siyasî banga 17’ê Hezîranê: Werin em mil bidin milê HDP’ê
11:34 Ji bo di cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 ‘Wekî berxwedana Hezîranê, di 24'ê Hezîranê de jî emê ji AKP'ê re bêjin 'raweste'
10:59 Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike
10:46 Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim
10:12 Weşanxaneya Lîsê tevahiya dîwanên Cegerxwîn çap kirin
09:53 Îtirafên Erdogan û rastiya kurd
09:52 Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî?
09:51 Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê
09:28 Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît!
09:27 Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin
09:26 Li ser giliya Mûsa Çîtîl derbarê 7 rojnamevanan de doz hat kirin
09:25 Qeysîvanên Meletiyê: AKP temam e, dor a HDP'ê ye
09:24 TMMOB'ê kampanyaya 'dengê xwe bi kar bînin' da destpêkirin
09:24 Ji ber qedexekirina zozanan bi rihetî nikarin kivarkan kom bikin
09:23 Meger Navenda Cazîbeyê, qaleqol, girtîgeh û kampa penaberan e!
09:22 Li Mêrsînê hedef herî kêm 3 parlementer in
09:21 Wan amade ye, li benda 24'ê Hezîranê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin