Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê 2018-06-15 09:24:14   BEHDÎNAN – Piştî AKP-MHP'ê biryara hilbijartinê girtin, Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û konsolosa Tirk a Hewlerê derbasî Enqere bûn û bi rayedarên AKP’ê û MÎT’ê re civîn li dar xistin. Piştî civînan TSK'ê leşkerên xwe li herêma Kurdistana Federe bi cih kirin. Hat zanin ku leşkerên li herêmê bi bi cih bûn, rastî operasyonên HPG'ê yên taybet hatin û leşker windahiyên mezin didin.    Îtîfaqa AKP-MHP, piştî di polîtîkayên aborî, hundir û derve de ket kirîzê rastî bertekên gelek aliyan tên. Îtîfaqê li ser vê yekê bi argumanên leşkerî û siyasî dest bi propagandaya hilbijartinê kir. Erdogan li her derê Demîrtaş wekî "terorîst" bi nav dike. HDP'ê jî wekî hevkarê rêxistina "Terorê" bi nav dike. Îtîfaqa AKP-MHP ku piştî dagirkirina Efrînê biryara ‘hilbijartina pêşwext” girtin, Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û konsolosa Tirk a Hewlerê di meha Sibatê de derbasî Enqere bibûn û bi rayedarên AKP’ê û MÎT’ê re du civînên cuda li dar xistin. Hat ragihandin ku di encama civînan de hevpeymanek qirêj derketiye holê. Îtîfaqa AKP-MHP’ê ku naxwazin dengên xwe yên netewperestan di hilbijartina 24’ê Hezîranê de winda bikin, ji aliyekî ve bê navber bi riya Wezîrê Karê Derve Mewlut Çavuşoglu ya bi çûna Amerîkayê re qarta Minbicê dixe rojevê ji aliyekî ve jî hilbijartina Iraqê ji xwe re wek firsendek dibîne û bi hêzên heremê re dixwaze hin lihevkirinan pêk bîne.   BERANBERÊ DENGÊN SÛNNIYAN QENDÎL E?   Serokwezîrê Hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serkonsolosê Tirk a li Hewlerê re çûn Enqere û bi MÎT û rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê re du civînên cuda li dar xistin û di encama civînê de pêşî hebûna hêzên HPG’ê ya li Şengalê wek hincet nîşan da û êrîşa ser sînorê Iraqê tehdît kir, pişt re jî bi taybetî dengên Sûnniyan a Misûl û derdora wê firotin PDK’ê ya ku di mesela Kerkûkê de bawerî pê nemabû. Beranberê vê yekê jî hat gotin ku di ser herêma Behdînan a di bin serweriya peşmergeyên PDK’ê de destûra êrîşa ser Qendîlê girtine.   Hat dîyarkirin ku di pêvajoya hilbijartinên Iraq û başûrê Kurdistanê de, şandeyek ji endamên MÎT’ê ku di salên dawî de gelek buroyên di bin navê şîrketên cur bi cur de li Hewlêr û Dûhokê dixebitin û rêveberên hin eniyên Tirkmenan û PDK’ê li Misûl û derdora wê bi malbatên tirkmen û hin aliyên Sûnnî re ji bo dengê xwe bidin PDK’ê ‘hevdîtinên îknayê’ pêk anîne. Li ser vê yekê di dema dengavêtinê de ji ber gelek kesan li ser navê malbatan dengên tomarî bikaranîne, ji aliyê Tevgera Goran ve serlêdana nerazîbûnê hatiye kirin. Di vê çerçoveyî de PDK’ê ya ku ji berê ve di Misulê de hema bêje qet dengê wê tune bû, ji 11 parlementeran 6 kesî derxistiye.   JI ME RE GOTIN ‘TENÊ WÊ DÎMEN BIKIŞÎNIN Û DERKEVIN’   Ji aliyê leşkerên TSK’ê ve ku hewildana bicihkirina leşker û dagirkirina herêma Lelîkan a ser herêma Xakurkê didome, ji aliyê yekîneyên HPG’ê ve bi taybetî di rojên dawî de çalakî û operasyonên noqteyî ya leşkeran de bi dehan leşker hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Li ser vê yekê TSK ku bi helîkoptêren skorsky û kobrayan dixwestin birîndarên xwe rabikin, du helîkoptêr ji aliyê HPG’yiyan ve hatiye derbkirin. Dewleta tirk a ku niha di herema Lelikan de nikare birîndarên xwe jî rabike, qala êrîşeke berfireh a ser Qendîlê wek dûrî aqilan tê nirxandin.   LI QADA PDK'Ê QEREQOL AVA KIRINE   Îtîfaqa AKP-MHP ku li beranberê dengên sûnnî ya li derdora Misûlê, di xeta heremên Bamernî, Şilêdizê, Amediye û Çiyayê Spî yên di serweriya pêşmergeyên PDK’ê de, nêzî 100 metre qereqolên seyar hatine avakirin. Hat hînbûn ku bi vê yekî dixwazin ku ji bo di hilbijartinên 24’ê hezîranê de dengên netewperestan winda nekin dîmenên ‘Wê TSK operasyonek berfireh li ser Qada Parastinên Medyayê bikin’ bidin avakirin. Îtîfaqa AKP-MHP’ê ku ji hilbijartinan re çend roj mane hêj jî weadekî berbiçav nikare bide pêş, daxuyaniyên di serî de Serokê Giştî ya AKP’ê Erdogan, Serokwezîr Binalî Yildirim, Suleyman Soylu û namzetên AKP’ê ya “TSK ketiye Xakurkê û ji Qendîlê re jî hindik maye” diyar dike ku polîtîkaya xwe ya hilbijartinê tenê şer û tundî ye.   Ji fermandarên pêşmergeyan a Qada Şilêdizê Mikaîl Niwêyi agahiyên girîng û van hemû nirxandinan piştrast dike, da. Niwêyî wiha got: “Demek dirêje agahiyên me hene ku hin kesên ji yekîneyên ewlekarî ya dewleta tirkin li heremê digerin. Lê di nava meha dawî de di ser barêgeha TSK’ê ya li Bamernî gelek leşker dixwazin bidin bicihkirin. Dema me vê yekê ji berpirsiyarên xwe re radigihand ji digotin ‘tişt nabe bila werin, lê bila di bin qontrola we de bin. Jixwe ji bo hilbijartinan wê dîmen bidin û piştî hilbijartinan vegerin’. Di xeta Amediye, Bamernî, Şilêdizê û Çiyayê Spî yên ku di bin serweriya me de, hin noqteyên ku sed metre nêzî me ne ava kirine. Lê ji ber di qada Xakurkê de ji aliyê HPG’yiyan ve gelek çalakî hatine lidarxistin û gelek windayî didin, xwe ji me pir dûr naxin. Balafirên keşifê her tim li ser serê wan in. Bi rastî jî hin caran dixwazin çi bikin em fêm nakin.”   MA / Erdogan Altan