Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike

  • rojane
  • 10:59 14 Hezîran 2018
  • |
img
ÊLIH – Hevaredarê Batmanê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kir ku deynê şaredariyê gihîştiye 120 milyonî û got: “Di 24’ê Hezîranê de wê gel bersiva pêwîst bide û em ê di hilbijartina herêmî de hesabê vê yekê bixwazin.” 
 
Wezareta Karê Hundir di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir û hevşaredar Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel ji peywîrê girt. Hevşaredar Sabrî Ozdemîr hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand û diyar kir ku ew hewl didin bi boneya AKP’ê di hilbjartina 24’ê Hezîranê de têk bibin û OHAL’ê rakin û ji nû ve vîna demokrasiyê deynin holê. Ozdemîr wiha got: “Ev hilbijartin tenê ne hilbijartina min e. Hilbijartina Tirkiyeyê ye. Wê welatî biryara xwe bidin. Gelo ka wê rejîma yek zilamî qebûl bikin an jî wê pergala parlamenteriyê bikeve meriyete. AKP’ê du bendiyê xistiye nav gel û li ser vê du bendiyê siyasetê dike. Ji bo me jî ji vê pergalê re bêjin bi dil û can dixebitin. Tekane partî û partiya kilîd ku ji vê pergalê re bêj raweste HDP ye. Ji bo hatina azadî, aştî, biratî û demokrasiyê em ji bo HDP’ê dixebitin. Li Êlihê bi şev û roj xebat tê birêvebirin.”
 
'LI SER PROJEYÊN ME RÛNIŞTINE’ 
 
Ozdemîr gelek projeyên şaredariyê yên di serdema wan de man bibîr xist û got: “Gelek xebatên me nîvco man. Di rojên derbasbûy de serekwezîr Bînalî Yildirim hat Batmanê û dibêje ku wan pirsgirêka binesaziyê xelas kiriye. Gelo kesî wî agahdar nekir? Qeyûm tu xebatek binesaziyê birêve nebiriye. Qeyûm karmendek dewletê ye. Tenê li benda tijebûna dema xwe ye û ev dem jî windabûnek ji bo gel ne baş e. Qeyûm tenê kulîlkên li ser Kolana Amedê ji du hefteya carekê diguherîne. Tu projeyên wan nînin. Navenda Çandê jî qaşo bi girseyî vekirine, lê ew jî ne projeya wan e, projeya me bû. Danasîna vê projeyê ku wek a wan e, diziya kedê ye.” 
 
'EM Ê HESABÊ DEYNAN BIXWAZIN’ 
 
Ozdemîr da zanîn ku pirsgirêkên cûr bi cûr yên Êlihê hene û wiha got: “Me ji bo Qenala Îluhê bi Wezareta Pêşketinê re hevdîtin kir. Çima van projeyan çênekir. Yên desthilatdar hûn in. Yên ku we asteng dikin hene gelo? Çima hûn projeyên xwe çênakin? Dema em li ser rêveberiyê bûn, qirûşek deynê şaredariyê tune bû. Heke em li gorî texmînan bibêjin, wê îro dora 30 milyon TL’yî deynê me hebûya û dê di 2019’an de ev deyn biqediya. Lê li gorî agahiyên em dibîhîzin 120 milyon TL deynê şaredariyê çêbûye. Wê di 24’ê Hezîranê de gel bersivê bide wan û wê di hilbijartina herêmî de hesabê van deynan ji wan bixwaze. Çumkî ev pereyê gel e.” 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

17:33 Kesê ket nav lepên îstixabaratê, tiştên hatin serî wî gotin
16:46 Cenazeyê Emîne Gundogan ber bi Dersimê ve hat birêkirin
16:36 Îmîr: Divê em vê bedeniyê biqelêşin
16:21 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: 10 hezar û 148 binpêkirinên mafan rû dan
15:55 'Karkerê we li balafirgehê kuşt û winda kir kî ye?'
15:37 Doz derbarê Kişanak û 10 rêveberên şaredarên Amedê de hat vekirin
15:20 HDP’a Wanê: 7 salin birîna erdhejê nehatiye kewandin
15:15 Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
14:07 Li Êlihê pevçûn derket: kesek mir û 3 kes birîndar bûn
13:59 HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje
13:15 Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn
12:39 Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir
12:03 Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin
11:16 7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome
10:15 Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim
10:15 Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin
09:57 ‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’
09:20 Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin
09:19 HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
09:19 Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin
09:18 'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin'
09:17 3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye!
09:16 Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê
09:15 Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN
22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin