Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike 2018-06-14 10:59:52   ÊLIH – Hevaredarê Batmanê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin diyar kir ku deynê şaredariyê gihîştiye 120 milyonî û got: “Di 24’ê Hezîranê de wê gel bersiva pêwîst bide û em ê di hilbijartina herêmî de hesabê vê yekê bixwazin.”    Wezareta Karê Hundir di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir û hevşaredar Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel ji peywîrê girt. Hevşaredar Sabrî Ozdemîr hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand û diyar kir ku ew hewl didin bi boneya AKP’ê di hilbjartina 24’ê Hezîranê de têk bibin û OHAL’ê rakin û ji nû ve vîna demokrasiyê deynin holê. Ozdemîr wiha got: “Ev hilbijartin tenê ne hilbijartina min e. Hilbijartina Tirkiyeyê ye. Wê welatî biryara xwe bidin. Gelo ka wê rejîma yek zilamî qebûl bikin an jî wê pergala parlamenteriyê bikeve meriyete. AKP’ê du bendiyê xistiye nav gel û li ser vê du bendiyê siyasetê dike. Ji bo me jî ji vê pergalê re bêjin bi dil û can dixebitin. Tekane partî û partiya kilîd ku ji vê pergalê re bêj raweste HDP ye. Ji bo hatina azadî, aştî, biratî û demokrasiyê em ji bo HDP’ê dixebitin. Li Êlihê bi şev û roj xebat tê birêvebirin.”   'LI SER PROJEYÊN ME RÛNIŞTINE’    Ozdemîr gelek projeyên şaredariyê yên di serdema wan de man bibîr xist û got: “Gelek xebatên me nîvco man. Di rojên derbasbûy de serekwezîr Bînalî Yildirim hat Batmanê û dibêje ku wan pirsgirêka binesaziyê xelas kiriye. Gelo kesî wî agahdar nekir? Qeyûm tu xebatek binesaziyê birêve nebiriye. Qeyûm karmendek dewletê ye. Tenê li benda tijebûna dema xwe ye û ev dem jî windabûnek ji bo gel ne baş e. Qeyûm tenê kulîlkên li ser Kolana Amedê ji du hefteya carekê diguherîne. Tu projeyên wan nînin. Navenda Çandê jî qaşo bi girseyî vekirine, lê ew jî ne projeya wan e, projeya me bû. Danasîna vê projeyê ku wek a wan e, diziya kedê ye.”    'EM Ê HESABÊ DEYNAN BIXWAZIN’    Ozdemîr da zanîn ku pirsgirêkên cûr bi cûr yên Êlihê hene û wiha got: “Me ji bo Qenala Îluhê bi Wezareta Pêşketinê re hevdîtin kir. Çima van projeyan çênekir. Yên desthilatdar hûn in. Yên ku we asteng dikin hene gelo? Çima hûn projeyên xwe çênakin? Dema em li ser rêveberiyê bûn, qirûşek deynê şaredariyê tune bû. Heke em li gorî texmînan bibêjin, wê îro dora 30 milyon TL’yî deynê me hebûya û dê di 2019’an de ev deyn biqediya. Lê li gorî agahiyên em dibîhîzin 120 milyon TL deynê şaredariyê çêbûye. Wê di 24’ê Hezîranê de gel bersivê bide wan û wê di hilbijartina herêmî de hesabê van deynan ji wan bixwaze. Çumkî ev pereyê gel e.”    MA / Metîn Yoksu