Di doza Atînayê de pêvajoya komployê

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya Navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan pêk hatibû operasyoneke herî mezin a dîrokî tê qebûlkirin û komplo ket sala 26’emîn. Ocalan hemû aliyên pêvajoya komployê di pirtûka ‘Doza Atînayê’ de vegot.
 
“Bizmarê ewil li Moskovayê hate lêdan; min bi her awayî bêbextiyê hîs kir. Bîzmarê duyem li Romayê hate lêdan; lê tevî van lîstikên kapîtalîzmê jî min dest ji rûmetê berneda. Bîzmarê sêyem li Atnayê hate lêdan; Ez li ber bêbextiyeke nedîtî, felcî bûm! Bîzmarê çarem li Naorobiyê hate lêdan; ez radestî Tirkiyeyê kirim ku doza darvekirina min dikir. Di dawiya komploya çarmixê (çar bizmar)' min li Behra Marmarayê li girtîgeha giravê ya yekkesî ya Îmraliyê bi cih kirin û xwestin ez li vir di çarmixê de li benda mirinê bisekinim. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, ez mehkûmê komploya navdewletî me..."
 
Ev gotin aydî Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê  (PKK) Abdullah Ocalan in û dema rêxistinê dest bi şerê çekdarî kiribû dewletê gotibû 6 saet emrê wan heye, lê 47 sal in rêxistin hebûna xwe didomîne. Rêberê PKK’ê Ocalan van gotinan di rûpelên dawî ya pirtûka ‘Komploya Navneteweyî Parastina Atînayê’ de tîne ziman û balê dikişîne ser komploya ku li hemberî wî hatiye plankirin. 
 
Starta komploya ku Abdullah Ocalan balê dikişîne ser di salên 1990’î de hatibû dayîn. Komplo ji aliyê DYA û hinek dewletên endamê NATO’yê ne hat plankirin û gava yekem ya komployê îmhakirina Abdullah Ocalan bû.
 
Di vê çarçoveyê de di 27’ê cotmeha 1994’an de Serokê DYA’yê Bill Clinton û Hafiz Esad li Şamê hatin gel hev û hevdîtineke ku 4 saetan dewam kir, pêk anîn. Di vê hevdîtinê de 3 saetan derbarê Abdullah Ocalan de axivîn û Ocalan wek ‘gefa herî mezin’ hat binavkirin û hedef girtin. Xwestin di 6’ê gulana 1996’an de li Şamê bi êrîşeke bombeyî îmha bikin. Lê bi ser neketin. Li ser vê esasê xwestin Abdullah Ocalan bê bandor bikin.
 
Abdullah Ocalan ji ber zextên dîplomatîk û leşkerî yên DYA’yê yên li hemberî Sûriyeyê neçar ma di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Çû kîjan welatî ji ber zextên DYA’yê neçar ma wî welatî terk bike. Li  dijî van hewldanan Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd li ser esasê demokratîk û aştiyane bê çareserkirin herî dawî çû Kenyayê, di 15’ê Sibata 1999’an de di  dema derketina ji sefirxaneyê hat revandin û li balafirgeha Naîrobiyê teslîmî tîmeke tirk kirin.
 
Abdullah Ocalan piştî komployê di pirtûkên xwe de ev  mijar bi berfirehî vegot û analîz kir. Di sernavên ‘Operasyona NATO-Gladioyê’, ‘Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’, ‘Komploya Herî Mezin ya Sedsala 21’emîn’, ‘Di Mudaxaleya Rojhilata Navîn de Gava Yekemîn’ ev mijar bi berfirehî nirxand.
 
Komploya Navneteweyî di sala 26’emîn de ye û Rêberê PKK’ê ji roja ku anîne Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê girtin û Ocalan vê hucreyê wek ‘tabut’ pênase dike. Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîda giran de di pirtûka ‘Komploya Navneteweyî Parastina Atînayê’ pêvajoya komployê bi berfirehî vedibêje.
 
Pêvajoya ku di sala 1994’an de bi hevdîtina Clinton-Esad destpê dike û heta 15’ê Sibata 1999’an dewam dike wiha ye:
 
23'yê Sibata 1996'an: Tirkiye û Îsraîl bi peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê gihaştin asta hevkariya stratejîk. Di çarçoveya vê peymanê de bi tevkarî dor li Sûriyeyê hat tengkirin. 
 
9'ê Nîsana 1996'an: Hevdîtina veşartî ya ku li Qesra Spî di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simitis û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton de pêk hat, li ser Abdullah Ocalan bû.
 
6'ê Gulana 1996'an: Nîşaneya yekemîn a komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan, bi êrişa suîqestê ya li Şamê hat dayîn. Li baxçeyê li kêleka mala ku Abdullah Ocalan lê dima, tonek teqemenî teqiya û Abdullah Ocalan bêyî ku birîndar bibe ji sûîqestê xilas bû. Piştî teqînê bi demeke ji nîv saetî kêmtir, rojnameyên Londonê ragihandin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
 
Gulan'a 1997'an: Tûrhan Tayan, Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Necmedîn Erbakan, çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin.
 
16'ê Îlona 1998'an: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an jî teslîmkirina Abdullah Ocalan kir. Piştî daxuyaniyên Ateş komploya navdewletî ket meriyetê û ji gelek navendan zor li Sûriyeyê hat kirin.
 
17'ê Îlona 1998'an: Yekser piştî rêkeftina Simitis-Clinton, gazî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bê Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya bi Amerîka û Îngiltereyê soz bide. Piştre jî hevdîtin bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat kirin û ew şandin Washingtonê. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya Kurdan li Washingtonê hat îmzekirin. Esasê vê peymanê tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd û hevkariya di warê Sûriyeyê bû. Lihevkirineke din a di hevdîtinê de jî ew bû ku Iraq li ser esasê federaliyê bê reformekirin. 
 
30'yê Îlona 1998'an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel de vebijarkên leşkerî yên ji bo Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.
 
3'yê Cotmeha 1998'an: NATO li Îskenderûnê, li ser sînorê Sûriyeyê, tetbîqatek leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ev pêşketin wekî amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hat şîrovekirin. Bi minasebeta vê tetbîqatê, keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û mûşekên pêşketî ji bo sînorê Sûriyeyê ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Her wiha Fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş û Serokomar Demîrel ên ku Sûriyeyê û Abdullah Ocalan hedef girtin, hatin dayîn. 
 
Piştî van daxuyaniyan ji Hatayê ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve leşker li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin û li baregehên hewayî yên Amed û Meletiyê jî alarma pirteqalî ya di wesfê ya sor de hat dayîn. Ji aliyê din ve DYA’yê bi Misir û Erebîstana Siûdî re ket nava hewldaneke dîplomatîk ji bo zorê bide Sûriyeyê. Bi vî awayî lihevkirina sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Îsraîl gihaşt wê astê ku zorê li Sûriyeyê bike. 
 
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
 
Beriya 9'ê Cotmeha 1998'an: DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li ser Sûriyeyê zêde kirin. Ev zext di 9’ê Cotmeha 1998’an de gihaşt asta herî jor. Sûriye ji bo berjewendiyên xwe serî li ber van zextan danî û di mijara PKK’ê de bi wan re li hev kir û derketina ji welêt li Abdullah Ocalan ferz kir. Abdullah Ocalan di parastina xwe ya Atînayê de vê tekê wiha vegot: "Rayedarên Sûriyeyê dixwestin ez ji welêt derkevim û digotin 'nesekine derkeve!'"
 
9'ê Cotmeha 1998'an: Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li hoê ne xuya bûn ku bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibûn. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin pêşberî Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê serlêdana penaberiyê kir, beriya ku daxwaza wî ji dadgehê re bê şandin, "demildest Yewnanîstanê biterikîne". Abdullah Ocalan di heman rojê de (9'ê Cotmehê) bi balafireke taybet a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatibû amadekirin, ber bi Moskovayê ve çû.
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê diyar kir ku ji aliyê Numan Uçar û hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Ez pêşî birim mala Serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî û piştre jî birin mala li çiyê ya Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî. Min ji bo îltîcaya siyasî serlêdana xwe da efserên li cem xwe." 
 
11'ê Cotmeha 1998'an: Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.
 
4'ê Mijdara 1998'an: Dumayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze.
 
Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet ku Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve.
 
ZEXTÊN LI SER ÎTALYAYÊ
 
12'ê Mijdara 1998'an: Abdullah Ocalan ku bi mudaxeleya Wekîlê Partiya Komunîst a ji nû ve avakirina Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bû, li Balafirgeha Îtalyayê hat girtin. Abdullah Ocalan piştî girtinê ji Romayê daxwaza mafê penaberiyê kir.
  
21'ê Mijdara 1998'an: Wezîra Karên Derve ya Amerîka Madeleine Albright bi Sekreterê Giştî yê wê demê yê NATO Javier Solana re hevdîtinek dirêj kir ji bo ku Abdullah Ocalan li tu welatî neyê qebûlkirin.
 
24'ê Mijdara 1998'an: Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton du caran telefonî Serokê Îtalyayê D'Alema kir û got: "Xwe ji xeletiyek dîrokî dûr bixin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA James Rubin jî got: "Divê Ocalan rojek berî rojekê radestî Tirkiyeyê were kirin." 
 
16'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan ji Îtalyayê derket û hat Moskovayê. 
 
ÇARMIX Û AMADEKARIYA TABÛTÊ
 
17'ê Çileya 1999'an: Karbidestên ewlekariyê yên rûsî ji Abdullah Ocalan re gotin ku hikûmet naxwaze ew li vir bimîne û got ku ev talîmat ji hêla Primakov ve hatiye dayîn.
 
18'ê Çileya 1999'an: Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiyeyê ku "Gava ku Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevit jî di heman rojê de bi daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re vê yekê piştrast kir. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî “amadekirina çarmix û tabûtê" nirxand.
 
20'ê Çileya 1999'an: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Rêberê PKK’ê ji bo vê wiha dibêje:“Ev revandina bi zorê bû. Ez 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam."
 
28'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskovayê. Abdullah Ocalan li vir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve hat tehdîdkirin û hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê Abdullah Ocalan vê pêşniyazê red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Abdullah Ocalan ji Admiral Naksakis re ragihand ku ewlehiya wî ya jiyanê di xetereyê de ye.
 
29'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakis anîbû, cara duyemîn rasterast daket Atînayê, ji ber ku ji pêşniyazên rayedarên rûs guman lê peyda kiribûn neçû Bukreşê.
 
30'yê Çileya 1999'an: Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Teodoros Pangalos got: "Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Xebatên qanûnî yên pêwîst dê bên kirin. Dê nêzîkatiyeke cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin." Abdullah Ocalan ku hevdîtinê qebûl kir, li şûna Pangalos dîsa rastî Stavrakakis û Kalenterîdîs hat. 
 
LI DAVOSÊ AMADEKARIYA PETROLÊ
 
30'yê Çileya 1999'an: Di civîna Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li Davosê hat lidarxistin, rewşa Abdullah Ocalan di navbera serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de hat ser maseya danûstandinê. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê de, nûçeyeke bi sernavê "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" hat serwîskirin û hat gotin bi vê peymanê re petrola Qazaxistanê dê derbasî Rûsyayê bibe û petrola Azerbaycanê dê bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin.
 
31'ê Çileyê: Bi însiyatîfa Yewnanîstanê û balafira amadekirî li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat girtin, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, red kirin
 
1'ê Sibata 1999'an: Pangalos bang li Balyozê DYE'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, li Yewnanîstanê ye. Pişt re ji Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr. 
 
2'yê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan di 2'yê Sibatê saet 05.30'an de li şûna Afrîkaya Başûr, bi balafireke taybet ji balafirgeha Korfuyê bi rê ket. Balyozê Amerîka yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos xwestin ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO an jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00 de li Balafirgeha Nairobiyê daket. Abdullah Ocalan ji aliyê Balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Her wiha derbasbna wî ya di gumrukê re jî ji aliyê balyoz ve hat kirin. 
 
HEVDÎTINA CIA Û MÎT'Ê
 
4'ê Sibata 1999'an: Êvarê, elemanekî CIA'yê ji Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re li ser mijarekê daxwaza hevdîtinê kir. Sê Amerîkî, Şefê Îstasyona CIA'yê û du pisporên têkoşîna li dijî terorê çûn mala Atasagun û bi fermana Serokê Amerîkayê Clinton ji bo girtina Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît piştî revandina Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got, “Di 4’ê Sibatê de xebera ku hûn dikarin Ocalan ji Afrîqayê bigrin, gihaşt me. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê Serokkomar Suleyman Demirel jî nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna mezin li dar xist.
 
GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN
 
Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek tê de bimîne, ji nû ve hat avakirin. 
 
4-15'ê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan ji bo ku ji mala Kostoulas a li Kenyayê derkeve rastî zextan hat. Ji bo Abdullah Ocalan pasaportek nehat çêkirin û çendî jê re gotibûn dê di 12'ê Sibatê de ji vir biçe jî, ev yek pêk nehat. Jixwe Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan vê yekê wekî" ewarekirinê" nirxandibû. 
 
BALAFIRA TIRK LI ÛGANDAYÊ DANÎ
 
8'ê Sibata 1999'an: Balyoz Kostoulas, cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, Sekreterê Giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Emniyeta Tirk Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."
 
10'ê Sibata 1999'an: Balafira Tirk ku ji Stenbolê rabû, li Balafirgeha Entabbeyê ya Ûgandayê saet di 16:00 de daket. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêkhatî çû Kampala paytexta Ûgandayayê ku cîranê Kenyayê ye û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bû û li benda xebera Kenyayê sekinî. 
 
Di heman rojê de (10.02.1999) Balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşellerê de hewl dan ku Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan bi israr ne xwest ji sefaretxaneyê derkeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê bê derxistin.
 
15'ê Sibata 1999'an: Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan dersînor bike, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî qorsan hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê.
 
Sibê: Nirxandinên Abdullah Ocalan yên derbarê komployê de  
 

Sernavên din

12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan diaxive
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2025’AN
04/02/2025
16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin