Îtirafên Erdogan û rastiya kurd

  • rojane
  • 09:53 14 Hezîran 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel, di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser hêza kurdan û plansazî û stratejiyên ku li dijî hêza kurdan tên pêşxistin. Temel, got: "Ne tenê ji bo me ji bo hemû kesan pîvana serkeftinê Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg e…" 

Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser hêza kurdan û planên ku li dijî hêza kurtan tên amadekirin. Nivîsa Tayip Temel a vê hefteyê wiha ye: 
 
Dijberê me jî qebûl dikin ku em hêza sereke ne. Hemû nîqaş, plansazî û stratejî li ser vê rastiyê ava dikin. Ne tenê ji bo me ji bo hemû kesan pîvana serkeftinê Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg e…
 
Kurd êdî bi vê hêza xwe û rastiya xwe dizanin. Di vê hilbijartinê de em rolek evqas sereke û girîng dilîzin. Partiyên serdest jî li gorî vê realîteyê tevdigerin. Herî dawî Erdogan vê rastiyê îtiraf kir.
 
Êdî em ketin merheleya dawî ya hilbijartinê. Niha herkes li her deverê mîtîngan li dar dixe. Lê herî zêde mîtîngên Amed û yên Kurdistanê tên axaftin. Çavên herkesî li Amedê ye. Erdogan bi waweyleyek mezin hat Amedê lê dest vala vegeriya. Erdogan êdî tenê kurdan înkar nake, heqaretê li kurdan dike. Lê dizane ku ev rêbaz dê jiyana wî ya siyasî bi dawî bike.
 
Piştre jî namzedê serokkomariyê Muhharrem Înce hat amedê. Gel ji Erdogan zêdetir li Înce xwedî derket. Rast e gelê kurd di warê siyaseta CHP’ê de bi fikar e. Lê qet nebe Înce, di demekê ku Erdogan evqas înkara kurd bilind kiriye hebûna pirsgirêka kurd qebûl dike û soza mafê zimanê zikmakî dide. Kurd tenê ji bo piştgirî bidin Înce neçûn mîtîngê di heman demê de peyam da Erdogan. Li nasnameya xwe xwedî derket.
 
Erdogan dibêje ku yên çûne mîtînga Înce hemû HDP’î ne. Derûniya AKP’ê xirabûye, nakokiyên wan kûr in... Ev gotin ji bo Erdogan îtirafek mezin e. Bi salan e dibêjin HDP û tevgera kurd bi tehdîdan deng ji kurdan distîne. Lê li gel hemû tehdîdan gelê kurd bi rûmet e û li nasnameya xwe xwedî derdikeve. Erdogan jî bi vê îtiraf dike ku Amed bajerek kurdewar e. Erdogan li xwe mikur hatiye û dibêje Amed navenda siyaseta azadiyê ye û vê siyasetê jî HDP temsîl dike. Erdogan bi vê gotina xwe diyar dike ku Amed keleya berxwedanê û navenda HDP’ê ye.
 
Erdogan dibêje ku agahiya ‘kesên ku çûne mîtînga Înce hemû HDP’î ne’ ji îstixbaratê stendiye. Ev jî îtirafa ku Tirkiye bûye dewleta partiyekê, bûye dewleta îstixbaratê ye. Îstixbarat jî di serî de HDP û saziyên kurd ji bilî AKP’ê hemû partiyên din dişopîne. Ne tenê partiyan jî dengdaran jî dişopîne. Dengdar hatine fîşkirin. HDP’ê herî dawî 6 milyon deng stend bi malbatê wan ev dike 15-20 milyon mirov. Mirov dikare bêje ku li vî welatî herî kêm 50 milyon însan hatine fîşkirin. Ji 50 milyon mirovan ditirsin û dizanin ku êdî emrê wan tijî bûye û dê biçin ser dilovaniya xwe!
 
Lê dîsa jî hesabê wan pêlistina îradeya gel e. Hemû hesabên xwe li ser dizî û desteserkirina îradeya gel çêkirine. Herî zêde jî çavên wan li ser dengên HDP’ê ne. Lê raya giştî jî dizane ku HDP di bin bendavê de bimîne dê Tirkiye bixeniqe. Rola HDP’ê evqas girîng e.
 
Gelê kurd li van lîstikan haydar e. Vî gelî heya niha gelek planên qirêj vala derxist. Gelek êrîş pûç kirin. Niha di vê merheleya dîrokî de gelê kurd dê rola xwe bilîze û hemû hewesên wan ên qirêj dê di qirika wan de bihêle. Gelê Tirkiyeyê jî hişyar bûye. Herkes niha dizane ku êrîşên li hemberî Qendîl û Mexmurê operasyonên hilbijartinê ne. Ew daxwaza wan jî ji niha ve têk çû. Her tişt amede ye, êdî tenê ew maye ku em baweriyên xwe mezin bikin, serkeftin û serfiraziyê bi hev re ava bikin. Em ê li îradeya xwe, li dengê xwe xwedî derkevin û cardin di 25’ê hezîranê de em ê bersiveke xurt bidin van xêrnexwazan. Ji niha ve serkeftina me pîroz be. Bi vê sedemê em cejna remezanê pîroz dikin û hêvî dikin kû cejnên me mayînde bibin.
 
 

Sernavên din

21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin