Îtirafên Erdogan û rastiya kurd 2018-06-14 09:53:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel, di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser hêza kurdan û plansazî û stratejiyên ku li dijî hêza kurdan tên pêşxistin. Temel, got: "Ne tenê ji bo me ji bo hemû kesan pîvana serkeftinê Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg e…"  Nivîskarê Rojnameya e-rojname Tayip Temel, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser hêza kurdan û planên ku li dijî hêza kurtan tên amadekirin. Nivîsa Tayip Temel a vê hefteyê wiha ye:    Dijberê me jî qebûl dikin ku em hêza sereke ne. Hemû nîqaş, plansazî û stratejî li ser vê rastiyê ava dikin. Ne tenê ji bo me ji bo hemû kesan pîvana serkeftinê Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg e…   Kurd êdî bi vê hêza xwe û rastiya xwe dizanin. Di vê hilbijartinê de em rolek evqas sereke û girîng dilîzin. Partiyên serdest jî li gorî vê realîteyê tevdigerin. Herî dawî Erdogan vê rastiyê îtiraf kir.   Êdî em ketin merheleya dawî ya hilbijartinê. Niha herkes li her deverê mîtîngan li dar dixe. Lê herî zêde mîtîngên Amed û yên Kurdistanê tên axaftin. Çavên herkesî li Amedê ye. Erdogan bi waweyleyek mezin hat Amedê lê dest vala vegeriya. Erdogan êdî tenê kurdan înkar nake, heqaretê li kurdan dike. Lê dizane ku ev rêbaz dê jiyana wî ya siyasî bi dawî bike.   Piştre jî namzedê serokkomariyê Muhharrem Înce hat amedê. Gel ji Erdogan zêdetir li Înce xwedî derket. Rast e gelê kurd di warê siyaseta CHP’ê de bi fikar e. Lê qet nebe Înce, di demekê ku Erdogan evqas înkara kurd bilind kiriye hebûna pirsgirêka kurd qebûl dike û soza mafê zimanê zikmakî dide. Kurd tenê ji bo piştgirî bidin Înce neçûn mîtîngê di heman demê de peyam da Erdogan. Li nasnameya xwe xwedî derket.   Erdogan dibêje ku yên çûne mîtînga Înce hemû HDP’î ne. Derûniya AKP’ê xirabûye, nakokiyên wan kûr in... Ev gotin ji bo Erdogan îtirafek mezin e. Bi salan e dibêjin HDP û tevgera kurd bi tehdîdan deng ji kurdan distîne. Lê li gel hemû tehdîdan gelê kurd bi rûmet e û li nasnameya xwe xwedî derdikeve. Erdogan jî bi vê îtiraf dike ku Amed bajerek kurdewar e. Erdogan li xwe mikur hatiye û dibêje Amed navenda siyaseta azadiyê ye û vê siyasetê jî HDP temsîl dike. Erdogan bi vê gotina xwe diyar dike ku Amed keleya berxwedanê û navenda HDP’ê ye.   Erdogan dibêje ku agahiya ‘kesên ku çûne mîtînga Înce hemû HDP’î ne’ ji îstixbaratê stendiye. Ev jî îtirafa ku Tirkiye bûye dewleta partiyekê, bûye dewleta îstixbaratê ye. Îstixbarat jî di serî de HDP û saziyên kurd ji bilî AKP’ê hemû partiyên din dişopîne. Ne tenê partiyan jî dengdaran jî dişopîne. Dengdar hatine fîşkirin. HDP’ê herî dawî 6 milyon deng stend bi malbatê wan ev dike 15-20 milyon mirov. Mirov dikare bêje ku li vî welatî herî kêm 50 milyon însan hatine fîşkirin. Ji 50 milyon mirovan ditirsin û dizanin ku êdî emrê wan tijî bûye û dê biçin ser dilovaniya xwe!   Lê dîsa jî hesabê wan pêlistina îradeya gel e. Hemû hesabên xwe li ser dizî û desteserkirina îradeya gel çêkirine. Herî zêde jî çavên wan li ser dengên HDP’ê ne. Lê raya giştî jî dizane ku HDP di bin bendavê de bimîne dê Tirkiye bixeniqe. Rola HDP’ê evqas girîng e.   Gelê kurd li van lîstikan haydar e. Vî gelî heya niha gelek planên qirêj vala derxist. Gelek êrîş pûç kirin. Niha di vê merheleya dîrokî de gelê kurd dê rola xwe bilîze û hemû hewesên wan ên qirêj dê di qirika wan de bihêle. Gelê Tirkiyeyê jî hişyar bûye. Herkes niha dizane ku êrîşên li hemberî Qendîl û Mexmurê operasyonên hilbijartinê ne. Ew daxwaza wan jî ji niha ve têk çû. Her tişt amede ye, êdî tenê ew maye ku em baweriyên xwe mezin bikin, serkeftin û serfiraziyê bi hev re ava bikin. Em ê li îradeya xwe, li dengê xwe xwedî derkevin û cardin di 25’ê hezîranê de em ê bersiveke xurt bidin van xêrnexwazan. Ji niha ve serkeftina me pîroz be. Bi vê sedemê em cejna remezanê pîroz dikin û hêvî dikin kû cejnên me mayînde bibin.