Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê

  • rojane
  • 09:51 14 Hezîran 2018
  • |
img

AMED – Dayika Ceylan Onkol, Saliha Onkol beriya hilbijartinên nêrînên xwe anî ziman û got: “9 sal in kezeba min dişewite û ez bi êşa kuştina Ceylanê dijîm. Bila ev hilbijartin bibe hilbijartina aştî û edaletê.  Bila Selahattîn Demîrtaş jî demildest berdin.” 

Li Tirkiyeyê herî zêde ji şer bandor dibin û di şer de jiyana xwe ji dest didin. Roj naçe ku li bajarên herêmê ji ber şer û bermayiyên leşkerî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên saziyên mafê mirovan; di serdema AKP’ê ya 16  salan de bi sedan zarokan ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji van zarokan jî Ceylan Onkol a 12 salî di 28'ê îlona 2009'an de li gundê Xiraba yê navçeya Lîcê ya Amedê dema a pezê xwe diçêrand ji Qereqola Tapantepe gule hat li wê ket û jiyana xwe ji dest da ye. Di ser kuştina Onkol re 9 sal derbas bû, lê hêj der barê kuştina Onkol de kes nehatiye cezakirin.
 
Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê de malbata Onkol a ku li gundê Doleka girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê dijî, carek din li edaletê digere. Dayika Onkol, Saliha Onkol bi boneya hilbijartinê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û daxwaza edaletê û aştiyê kir. 
 
‘9 SAL IN KEZEBA MIN DIŞEWITE’ 
 
Dayik Onkol bi bîr xist ku di ser kuştina Ceylan de 9 sal derbas bû û ew hêj li benda edaletê sekiniye û got: “Min tu encamek jê negirt. Kujerên wê dernexistin holê. Ez dixwazim ev êşa 9 sal in ez dikişînim bi encam bibe. Bila kujerên Ceylanê derxin holê. Wê wiha hindik be jî êşa min kêm bibe. Ez ê wiha dikaribin rehet li malê rûnêm. Ji roja Ceylan qetilkirin heta îro rehet rûneniştime.” 
 
‘BILA EV HILBIJARTIN BIBE HILBIJARTINA AŞTÎ Û EDALETÊ’ 
 
Dayik Onkol pêk hatina hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bi bîr xist û wiha got: “Hilbijartinek din jî hat lê hêj edalet nîne. Ez hêvîdar im em ê di vê hilbijartinê de bigîhijin edalet û aştiyê. Ceylana min çû û dilê min şewitî. Ev rewş min aciz dike. Bila ev aştî bibe wesîla dîtina kujer, aştî û xweşiyê. Înşelah serokomarê nû ku bê hilbijartin kujerê Ceylana min derxe holê. Ji we rica min ew e bila kujerên Ceylana min derxin holê. Xwîna gelek kesan wek a Ceylana min rijiya. Em hêvîdar in ku wê xwîn êdî nerije. Bila aştiyek pêk were û êdî dayik negirîn. Dema dayik digirîn kezeba min dişewite. Dayikên leşker, polîsan û gerîlayan jî wek me ne. Dayik kezeb şewitî hemû wek hev in. Dema ez êşa wan dibinim êş dikeve kezeba min.”
 
Dayik Onkol destnîşan kir ku ew naxwazin gerîla, leşker û polîs jiyana xwe ji dest bidin û got: “Bila her kes aştiyê daxwaz bike. Em ê hêvîdar in ji niha şûn ve di nav jiyanek aştiyane û biratî de bijîn û bibin yek.” 
 
‘BILA DEMÎRTAŞ DEMILDEST BERDIN’ 
 
Dayik Onkol bal kişand ser rewşa girtina namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tu sûcek Selahattîn Demîrtaş nîne, ez dixwazim wî demildest berdin. Înşelah wê ew jî bê berdan û yekîtiya me pêk were. Bes êdî xwîn rijiya. Bila demek zûtirîn aştî pêk were.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê