Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê 2018-06-14 09:51:31 AMED – Dayika Ceylan Onkol, Saliha Onkol beriya hilbijartinên nêrînên xwe anî ziman û got: “9 sal in kezeba min dişewite û ez bi êşa kuştina Ceylanê dijîm. Bila ev hilbijartin bibe hilbijartina aştî û edaletê.  Bila Selahattîn Demîrtaş jî demildest berdin.”  Li Tirkiyeyê herî zêde ji şer bandor dibin û di şer de jiyana xwe ji dest didin. Roj naçe ku li bajarên herêmê ji ber şer û bermayiyên leşkerî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên saziyên mafê mirovan; di serdema AKP’ê ya 16  salan de bi sedan zarokan ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji van zarokan jî Ceylan Onkol a 12 salî di 28'ê îlona 2009'an de li gundê Xiraba yê navçeya Lîcê ya Amedê dema a pezê xwe diçêrand ji Qereqola Tapantepe gule hat li wê ket û jiyana xwe ji dest da ye. Di ser kuştina Onkol re 9 sal derbas bû, lê hêj der barê kuştina Onkol de kes nehatiye cezakirin.   Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê de malbata Onkol a ku li gundê Doleka girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewligê dijî, carek din li edaletê digere. Dayika Onkol, Saliha Onkol bi boneya hilbijartinê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û daxwaza edaletê û aştiyê kir.    ‘9 SAL IN KEZEBA MIN DIŞEWITE’    Dayik Onkol bi bîr xist ku di ser kuştina Ceylan de 9 sal derbas bû û ew hêj li benda edaletê sekiniye û got: “Min tu encamek jê negirt. Kujerên wê dernexistin holê. Ez dixwazim ev êşa 9 sal in ez dikişînim bi encam bibe. Bila kujerên Ceylanê derxin holê. Wê wiha hindik be jî êşa min kêm bibe. Ez ê wiha dikaribin rehet li malê rûnêm. Ji roja Ceylan qetilkirin heta îro rehet rûneniştime.”    ‘BILA EV HILBIJARTIN BIBE HILBIJARTINA AŞTÎ Û EDALETÊ’    Dayik Onkol pêk hatina hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bi bîr xist û wiha got: “Hilbijartinek din jî hat lê hêj edalet nîne. Ez hêvîdar im em ê di vê hilbijartinê de bigîhijin edalet û aştiyê. Ceylana min çû û dilê min şewitî. Ev rewş min aciz dike. Bila ev aştî bibe wesîla dîtina kujer, aştî û xweşiyê. Înşelah serokomarê nû ku bê hilbijartin kujerê Ceylana min derxe holê. Ji we rica min ew e bila kujerên Ceylana min derxin holê. Xwîna gelek kesan wek a Ceylana min rijiya. Em hêvîdar in ku wê xwîn êdî nerije. Bila aştiyek pêk were û êdî dayik negirîn. Dema dayik digirîn kezeba min dişewite. Dayikên leşker, polîsan û gerîlayan jî wek me ne. Dayik kezeb şewitî hemû wek hev in. Dema ez êşa wan dibinim êş dikeve kezeba min.”   Dayik Onkol destnîşan kir ku ew naxwazin gerîla, leşker û polîs jiyana xwe ji dest bidin û got: “Bila her kes aştiyê daxwaz bike. Em ê hêvîdar in ji niha şûn ve di nav jiyanek aştiyane û biratî de bijîn û bibin yek.”    ‘BILA DEMÎRTAŞ DEMILDEST BERDIN’    Dayik Onkol bal kişand ser rewşa girtina namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tu sûcek Selahattîn Demîrtaş nîne, ez dixwazim wî demildest berdin. Înşelah wê ew jî bê berdan û yekîtiya me pêk were. Bes êdî xwîn rijiya. Bila demek zûtirîn aştî pêk were.”    MA / Bîlal Guldem – Ozgur Paksoy