Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin

  • rojane
  • 09:06 13 Hezîran 2018
  • |
img
MÛŞ - Gelê Mûşê ku ji ber şaredariyên AKP'î tim riyên wan xera dikin û çêdikin, zivistanê ji ber heriyê û havînan jî ji ber toz û dumanê bêzar bûne, vê rewşê wekî "rezaletê" pênasekirin. 
 
Li Mûşê bi salan e şaredarî di dest AKP'ê de ye û bi salane riyên bajêr geh tên xerakirin û geh jî tên çêkirin. Ev yek zivistanan dibe sedema heriyeke zêde û havînan jî dibe sedema toz û dûmanê. Gelê Mûşê ji ber vê rewşê bêzar bûne û bertek nîşanî vê yekê didin. Her wiha şaredariya bajêr gelek soz dabûn gelê bajêr, lê belê ji bo vê yekê tu gavan navêje. Tenê di dema hilbijartina de dikeve nav liv û tevgeran. Wekî her carê ber destê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê dîsa ev yek kir. 
 
Ji niştecihên bajêr herî zêde jî esnaf ji ber vê rewşê bêzar bûne. Esnaf Maşallah Çapan, diyar kir ku her sal şaredarî bi heman awayî riyan çê dike. Çapan, destnîşan kir ku ev yek ji bo vî tiştî ye: "Lê beinerin em xizmetê dikin." Çapan, bilêv kir ku riya ku di ber kargeha wan re derbas dibe, sala çûyîn jî hatiye çêkirin û got: "Wekî ku xebatek hebe didin xuyakirin. Lê di asasê xwe de tu xebat tune ye. Çimkî her tiştî bi awayekî sûkî çêdikin. Her sal van riyan bi riya îhaleyan didin çêkirin. Ma ji bo pereyan bi hin kesan bidin qezenckirin vê yekê dikin? Me qet riyeke paqij û mayînde nedîtiye. Eger wisa biçe em ê qet nebînin. Hela li halê bajêr binerin. Di nav toz û dumanê de maye. Ev rezaletî ye." 
 
‘RIYÊN XERABE ÊDÎ BÛNE ÇARENÛSA MÛŞÊ' 
 
Çapan, diyar kir ku rê tim xirab in û di demên dawî de xebatên ji bo çêkirina riyên kuçe û kolanan hatine lezandin. Çapan got: "Em ji vê şaredariyê ne razî ne. Ji ber ku rê xirab in, koncal çêdibin. Av dikeve wan koncalan. Em esnaf in, dema wesayîtek di van riyan re derbas dibe heta pacên dikanên me jî di nav heriyê de dimîne. Tu ji kîjan esnafî re bêje, dê heman tiştî bêje. Bi salan e rewşa me ev e. Êdî riyên xirabe bûne çarenûsa Mûşê." 
 
‘JI BO HILBIJARTINÊ DIKIN' 
 
Esnaf Şemsettîn Daniş (65) jî diyar kir ku bi salane riyên wan xirab in û niha ji bo hilbijartinê xebatên ji bo çêkirina riyan hatine lezandin. Daniş got: "Hûn halê Mûşê dibînin. Ev xebat ji bo hilbijartinê ne. Çima heta niha çênekirin, lê niha dilezînin. Ma em mecbûr in di nav evqas toz û dumanê de bijîn. Em ne ji şaredariyê, ne ji serokwezîr û ne jî ji serokomar razî ne." 

Sernavên din

14/06/2018
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin
13/06/2018
23:10 HDP'ê bertek nîşanî gotinên Erdogan da: Ev yek bi awayekî aşkere teşwîqkirina ji bo sûc e
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
16:26 Ji bo Demîrtaş tev li mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kirin
15:14 Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye
15:05 Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e
14:45 Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş
14:24 Ji RCS’iyan bang: Bi roj herin ser sindoqan, bi şev jî li dû sindoqan bin
14:09 Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand
14:08 Bi hezaran Efrînî li dijî dagirkeriyê meşiyan
13:53 Namzetên HDP’ê taahhutnameya girtiyên nexweş û windayan îmze kirin
13:30 Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre
13:07 Ji bo alên AKP’ê ewlekariyê bersiva da: Em nikarin tiştekê bikin!
12:35 Li Lîcê operasyon û pevçûn
12:32 Malbat: Ma edalet ev e?
12:27 Polîsan vê carê li Dersimê kalê 92 salî Sezer bi maşîna zirxî kuştin
12:06 Rêveberên HDP û Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
11:57 Keriyek pez li dû miha xwe ji zinar avêt çûn û mirar bûn
11:50 SAMER: HDP hem ji AKP’ê û hem jî ji CHP’ê dengan distîne
11:47 Koçerên Bakurê Sûriyeyê: Bedevî
10:56 Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê
10:38 Profesorê aboriyê Ugur: Sermayedar êdî baweriya xwe bi AKP’ê nînin
10:37 Botan û Ege ji bo hilbijartinan amade ne
09:53 Gelê Dersimê: Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir bi Erdogan re didome
09:39 Qendîl, Mexmûr û sindoq
09:16 Demîrtaş, dê di mîtînga HDP'ê ya Stenbolê de xîtabî gel bike
09:07 ‘Dixwazim deynê xwe yê ji bo jiyanê bidim'
09:07 Li Îmraliyê Rewşa Awarte daîmî ye!
09:06 Li kêleka AKP’ê ala HDP’ê li ba dibe
09:06 Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin
09:05 Romenên Stenbolê: Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê
09:05 Ji jin û ciwanan peyama hilbijartinê: Ji bo wekheviyê deng dibin HDP’ê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/06/2018
19:26 Dema nûçegihanê me nûçe dişopand, êrîşî wî kirin
18:41 Coşa hilbijartinê ya HDP'ê li herêma Serhadê belav dibe
17:43 Atay: Em ê pihînekê li wan bidin û bişînin
Buldan: Wa rêya Recep Beg vebûye û diçe
17:28 Ji doza cînayetê Dink 2 kes hatin berdan
17:14 Kişanak bang li jinan kir: Em dîrokê binivîsin
16:33 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:32 Bavê kurê xwe kuşt rastî 71 sal û 9 meh ceza hat
16:14 Bi kenê xwe giraniya barê xwe jî bîr dikin
15:53 Li Osmaniyeyê êrîşî wesayîta HDP’ê kirin
15:46 Ersoy, Demîrtaş ziyaret kir: Hevdîtin wek mitîngê derbas bû
15:30 Doza qetlîama Enqereyê: Serokê Dadgehê eywan terikand!
15:29 Cezayek nû dan Encu
15:23 Ji ber ku bertek nîşanî AKP’yan dan hat derb kirin û binçav kirin
15:08 Balafirgeha Geverê ji bo balafirên leşkerî tê vekirin!
14:22 Li Sokê welatiyê 74 salî yê mînîbusa leşkerî perçîqan jiyana xwe ji dest da
14:15 Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye
14:15 Xwendekarên Lîseyê ji dozger re vegotin: Polîsan tevahiya şevê îşkence li me kirin
13:48 ‘Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têbikoşin’
12:56 Li Mêrdînê 7 HDP’î hatin binçavkirin
12:49 Demîrtaş, vê carê li ser Whatsapp’ê bang kir
12:43 Ayla Akat: Heta Ocalan azad nebe çareseriya demokratîk ne pêkan e
12:23 Xwendekarên lîsê yên rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edliya Stenbolê ne
12:03 Dikandarê silava Altunay ê AKP’î negirt: Ev 10 salin hûn li ku derê bûn?
11:44 Ji bo zarok heman zehmetiyan nekişînin komele ava kir
11:32 AKP’î mizgef veguherandine ‘buroyên hilbijartinê’
11:13 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn serlêdan kirin
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
10:49 Bi roj xebata hilbijartinê û êvarê perwerdehiya sindoqan didin
10:34 Dayîka 5 zarokan 2 salin nizane ji ber çi girtiye û tê darizandin
10:15 Ji HDP’ê rapora astengî û êrîşan: 57 êrîş û 208 binçavkirin
09:57 Parêzeran li dijî hîleyên hilbijartinê peywîrdar û hilbijêran hişyar kir
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:25 Tîryakî: Em ê hemû derfetên xwe ji bo sindoqên veguhestin seferber bikin
09:24 ÎSKÎ, zeviyên welatiyan bêyî wan firot
09:24 Desteyên hilbijartinê yên navçeyan YSK nas nekirin: Dê li 3 navçeyan 16 sindoqên din bên veguhastin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:23 Karker li şantiyeyê belavokên HDP'ê belav dikin
09:22 Karkerê îneşatê dê heta hilbijartinê ji bo HDP'ê bixebite
09:21 Li Erdexanê armanca HDP'ê ew e ku ji 7'ê Hezîranê serkeftîtir be
09:20 Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji bo gelê Geverê
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
09:18 Elewiyên dengê xwe didin CHP'ê: Di 24'ê Hezîranê de em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
11/06/2018
22:50 Wesayîta anonsê ya Demîrtaş binçav kirin
21:11 Li Çewligê dê ciwan sindoqan biparêzin
21:00 13 kesên li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Bestayê leşkerek bi giranî birîndar bû
19:44 Dayika Aştiye Işik hat berdan
19:39 Li Meletiyê 4 kes hatin binçavkirin
18:48 Înce: Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin
17:49 Ilham Ehemd: Em ji danûstendina bi rejîmê re amade ne
17:21 Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
16:57 Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat
16:41 Nûçegîhanê me Guneş hat girtin
16:32 HDP'ê li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir
16:22 Nûçegihanê MA’yê Guneş hat binçavkirin
15:41 Buldan: Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê bînin
15:14 Di 92'an de xaniyê wî şewitand û niha jî bi TOMA kuştin
14:49 HDP'ê der barê medya ku wan dike hedef daxuyanî dan
14:46 Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan
13:59 Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê
13:49 Lîstika ‘Hamzaoglu’ dê sibê bê pêşandan
13:40 Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 ciwan binçav kirin
13:38 Rêveberên KCD û DBP’ê Colemêrgê ziyaret dikin
13:23 Buldan sibê li Hatayê ye
13:23 Demîrtaş got 'Derewên Erdogan' û yek bi yek eşkere kir
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê