Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin 2018-06-13 09:06:11   MÛŞ - Gelê Mûşê ku ji ber şaredariyên AKP'î tim riyên wan xera dikin û çêdikin, zivistanê ji ber heriyê û havînan jî ji ber toz û dumanê bêzar bûne, vê rewşê wekî "rezaletê" pênasekirin.    Li Mûşê bi salan e şaredarî di dest AKP'ê de ye û bi salane riyên bajêr geh tên xerakirin û geh jî tên çêkirin. Ev yek zivistanan dibe sedema heriyeke zêde û havînan jî dibe sedema toz û dûmanê. Gelê Mûşê ji ber vê rewşê bêzar bûne û bertek nîşanî vê yekê didin. Her wiha şaredariya bajêr gelek soz dabûn gelê bajêr, lê belê ji bo vê yekê tu gavan navêje. Tenê di dema hilbijartina de dikeve nav liv û tevgeran. Wekî her carê ber destê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê dîsa ev yek kir.    Ji niştecihên bajêr herî zêde jî esnaf ji ber vê rewşê bêzar bûne. Esnaf Maşallah Çapan, diyar kir ku her sal şaredarî bi heman awayî riyan çê dike. Çapan, destnîşan kir ku ev yek ji bo vî tiştî ye: "Lê beinerin em xizmetê dikin." Çapan, bilêv kir ku riya ku di ber kargeha wan re derbas dibe, sala çûyîn jî hatiye çêkirin û got: "Wekî ku xebatek hebe didin xuyakirin. Lê di asasê xwe de tu xebat tune ye. Çimkî her tiştî bi awayekî sûkî çêdikin. Her sal van riyan bi riya îhaleyan didin çêkirin. Ma ji bo pereyan bi hin kesan bidin qezenckirin vê yekê dikin? Me qet riyeke paqij û mayînde nedîtiye. Eger wisa biçe em ê qet nebînin. Hela li halê bajêr binerin. Di nav toz û dumanê de maye. Ev rezaletî ye."    ‘RIYÊN XERABE ÊDÎ BÛNE ÇARENÛSA MÛŞÊ'    Çapan, diyar kir ku rê tim xirab in û di demên dawî de xebatên ji bo çêkirina riyên kuçe û kolanan hatine lezandin. Çapan got: "Em ji vê şaredariyê ne razî ne. Ji ber ku rê xirab in, koncal çêdibin. Av dikeve wan koncalan. Em esnaf in, dema wesayîtek di van riyan re derbas dibe heta pacên dikanên me jî di nav heriyê de dimîne. Tu ji kîjan esnafî re bêje, dê heman tiştî bêje. Bi salan e rewşa me ev e. Êdî riyên xirabe bûne çarenûsa Mûşê."    ‘JI BO HILBIJARTINÊ DIKIN'    Esnaf Şemsettîn Daniş (65) jî diyar kir ku bi salane riyên wan xirab in û niha ji bo hilbijartinê xebatên ji bo çêkirina riyan hatine lezandin. Daniş got: "Hûn halê Mûşê dibînin. Ev xebat ji bo hilbijartinê ne. Çima heta niha çênekirin, lê niha dilezînin. Ma em mecbûr in di nav evqas toz û dumanê de bijîn. Em ne ji şaredariyê, ne ji serokwezîr û ne jî ji serokomar razî ne."