STENBOL - Rojnameger Ahmet Guneş û Welat Ekîncî ku polîsan hewl dan serê wan bitewînin lê serî netewandin, hatin derbkirin.
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin. Rojnameger, ji bo îfadeya dozgeriyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Îfadeyên rojnamegerên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin didome. Hat zanîn ku rojnameger Ahmet Guneş û Welat Ekîn ji hêla polîsan ve hatine derbkirin. Hat zanîn ku dema polîsan Ekîn û Guneş ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dianîn Edliyeya Stenbolê, xwestin serên wan bitewînin. Li gorî agahiyên parêzeran dane, rojnamegeran serî netewandin û ji hêla polîsan ve hatin derbkirin.