NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk, depoya avê ya li bajarê Tirbespiyê bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk depoya avê ya li gundê Hamarayê ku dikeve başûrê bajarê Tirbespiyeyê, bi SÎHA’yan hedef girt.
Hat zanîn ku depoya avê ya rastî êrişê hatî çendek metreyan nêzî dibistana gund e. Di dema êrişê de zarok li derdora dibistanê hebûn û bi xetereyeke mezin rû bi rû man.
Hat zanîn ku di êrişê de zirar negihiştiye tu sivîlan.