ENQERE - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê bi sedema ku têlên qefesê yên li ber paca xwe birîne, salek û 6 meh cezayê hefsê li 6 girtiyan hate birîn.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê 6 girtî di 28’ê Nîsana 2024’an de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” hatin darizandin û bi heman îdiayê salek û 6 meh cezayê hefsê li her girtiyekî hate birîn. 15’în Dadgeha Cezayên Giştî ya Bati ya Enqereyê birîna têlên qefesê weke hinceta cezayê nîşan da. Dadgehê, biryara xwe ya bihincet eşkere kir.
'TÊL LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ NE’
Di biryarê de cih da îfadeyên girtiyan. Girtiyan, di danişîna 14’ê Kanûna 2023’yan de parasetina xwe bi Kurdî kirin. Girtiyan, diyar kirin ku têlên li ber pacên wan hatine bicihkirin li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Di heman demê de gotin kul rêveberiya girtîgehê ev têl bi mebesta “îşkenceya psîkolojîk” bicih kiriye.
Ji girtiyan Bedrî Akin, ev tişt anî ziman: “Ev sepan, berhema faşîzmê ye. Têlên bi pacên me ve hatine kirin, hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla psîkolojîk ve weke amûra îşkenceyê tê bikaranîn. Em, mafê jiyana insanî diparêzin. Rêveberiya girtîgehê soz dabû ku dê van têlan rake lê soza xwe pêk ne anî.”
Ramazan Kizildag jî wiha got: “Têlên heyî nahêlin hewayê paqij û tava rojê bikeve hundir. Ev ne qada jiyanê, qefes e. Me gelek caran daxwazname dan îdareyê lê guh neda.”
Dadgehê jî di biryara xwe de îdia kir ku çalakiya girtiyan dikeve ber sûcê “zirar daye malê cemaweriyê.” Dadgehê, mehkûmiyeta girtiyan a berê û “poşmannebûna” wan weke hincet nîşan da û got ku bi vê sedemê ceza danexistiye.
Dadgehê got rêya îstînafê vekirî ye.
MA / Firat Can Arslan